Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.
Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî bal kişand ser têkoşîna xwişkên Mîrabel û siyasetmedarên jin ên girtî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî komkujiya li dijî Elewiyan a li Sûriyeyê da û got ku bi hezaran kes hatine qetilkirin, jin hatin qetilkirin û revandin û di bazarên koleyan de hatine firotin. Tulay Hatîmogûllari got ku jinên Elewî bi tenê nînin.
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî jinan munferît nîne, tundiya mêr-dewletê bi alîkariya kapîtalîzmê xwe jinûve diafirîne. Wezareta Karên Hundir îdia dike ku cînayetên jinan ji sedî 25 kêm bûne. Lê tenê di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de 235 jin hatin qetilkirin û 247’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên biguman, cînayetên jinan derbas kiriye. Ji ber ku nayên lêkolînkirin. Heta duh Nûran Şîmşek ji hêla mêrê hevberdabûn ve hate qetilkirin. Mizgîn Ertekîn li wargeheke xwendekaran a Enqereyê, di nav neynûkê de dibêjim, ji kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Jinên ciwan, xwendekar li wargehan nayên parastin. Em vê yekê ji Rojînê baş dizanin. Em, cînayetên jinan ên di bin navê mirinên bi guman de baş dizanin.”
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yên du kesan hatin tespîtkirin, xwîn hate dîtin û behsa wesayîteke biguman tê kirin. Mixabin tevî vê jî mirina jineke ciwan, bi tunekirina delîlan a bi destê dewletê tê veşartin. Tevî TJA’yê me xwest li cihê Rojîn Kabaîş lê winda bûy daxuyaniyê bidin, ger gotin di cih de be hemû polîsên li Wanê li wir kom kirin. Bi zanebûn û dilxwazî nehiştin em biçin wê derê. Ez li vir dipirsim; waliyê Wanê, rektorê zanîngehê, emniyet… Hûn çima ji bo veşartina vê bûyerê ewqas hewl didin?
Di şevekê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin. Divê ev temînata jinan bi lezgînî dîsa bikeve meriyetê. Paketa Darazê ya 11’an neyînin Meclisê, sûcên nefretê zêdetir nekin.
Ji bo parastin û bihêzkirina malbatê 21.8 milyar TL, ji bo bihêzkirina jinan tenê 8 milyar TL hatine veqetandin. Jin, bi tena serê xwe kirde ye. Divê ev wisa bê zanîn. Ji hêla me ve tekane çareserî, avakirina wezareta jina ye.
Hêj niha jî sexbêra nava malê, sexbêrkirina zarok, kal û nexweşan li ser milê jina ye. Û piştre jî dibêjin ‘Ma te çi kiriye, heta êvarê li malê vala rûniştî.’ Lê yên sexbêrê dikin û kedê didin jin in. Ev keda jina jinedîtî tê. Ji sedî 24.4’ê jinan ne bi fermî tên xebitandin. Karkerên çandiniyê, kedkarên malê, atolye û hwd. Piraniya van jinan bêyî sîgorte û bêtemîna dixebitin.
Li cînayeta kar a li Dîlovasiyê binêrin. Sê zarok û 6 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev ne qezeyeke kar e. Ev, raste rast cînayeta kar e. Di vê atolyeyê de tenê yek paca ku derve dibîne tune bû. Ji bo bêhstandinê heta pacekî wan jî tune bû.
Ez bang li îktîdarê dikim ku bi milyonan jinên ji polîtîkayên wan bandor bûne hevrû bibe. Binêrin, bi jinên ciwan ên bi 3 hezar TL burs û krediyê hewl didin debara xwe bikin re hevrû bibin. Bi mamosteyên jin ên tayîna wan nehatiye kirin, bi karkerên jin ên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin, bi karkerên zarok ên li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dan û hwd. hevrû bibin. Ne bawerim hûn vê bikin. Çareserî aşkera ye; divê polîtîkaya ji bo karê wekhev heqdestê hevpar hebe. Divê kontenjanên îstîhdama jinê zêde dikin bên avakirin. Bernameyên pîşeyî yên bêpere bên avakirin û belav kirin. Xizmetên cemwaeriyê yên zarok, kal û astengdaran bêpere bin. Divê mudaxileyî hemû karên bêtemînat bê kirin. Ji bo jinên penaber û kal temînateke taybet hebe.
Weke DEM Partiyê me ji bo van sernavên jorê tevan me pêşniyar ji komîsyona budçeyê re kir. Hemû pêşniyarên me bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Ew çiqas red jî bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Weke DEM Partiyê me kampanyaya xwe ya ked û aştiyê daye destpêkirin. Dê di 12, 13, 14’ê Kanûnê de ji çar aliyan ve ber bi Enqereyê ve bimeşin. Em ê li dijî bêkariyê, birçîtiyê, xizaniyê, kedxwariyê, şer û pevçûnan bimeşin. Di wê baweriyê de me ku dê jin bi awayekî xurt xwedî li meşê derkevin. Em ê bi kedê qezenc bikin, bi têkoşînê serkevin.
Girîng e ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re pevçûn sekinî ne. Bedela herî giran a şer û pevçûnan jin didin. Ji ewil bedena wan hedef tê girtin û ji ewil dengê wan tê qutkirin… Em jin ji bo Tirkiye û herêm ji vê trajediyê xelas bibe, xwedî li aştiyê derdikevin. Di pêvajoya aştiyê de em ne tenê temaşevan in, raste rast kirde ne. Em jin dê bi destên xwe aştiya vî welatî ava bikin. Dê tarîtiya li ser vê axê bi cisareta jinê belav bikin. Jiyanê, pêşeroja demokratîk em jin dê ava bikin. Ji ber ku jin jiyan e; jiyan jin e. Weke Dayika Nezahatê jî gotibû, ne dema binaxkirina zarokan, dema binaxkirina çekan e. Aştî dê bi destê me were.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtineke girîng kir. Ev hevdîtin, ji bo aştî û xwişk-biratiya Tirkiyeyê gavekî dîrokî ye. Ev dikare veguhere pireke diyalogê ya di navbera gelan de.
Bêguman dê Serokê Meclisê têkildarî naveroka hevdîtinê bi komîsyonê re agahiyên pêwîst parve bike. Em dizanin ku birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan, xurtkirina zemîna pêkvejiyanê, mayîndekirina bêpevçûniyê û îradeya çareseriya demokratîk bi aşkerayî raber kiriye. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, nirxandinên girîng hatine kirin. Perspektîfeke ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê mifteya çareseriyê ye hatiye pêşandan. Ji bo aştiyê û sererastkirinên hiqûqî, nirxandinên piştgiriyê didin hatine kirin.
Di pêvajoyê de gaveke dîrokî hate avêtin. Ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê şert e ku ev pêvajoya aştiyê bi ser keve. Rêya vê û ji bo civîkabûna wê tişta pêwîst ew e ku îktîdar û muxalefet bi cisaret xwedî lê derkevin.
Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re ji bo xêra 86 milyon welatiyan e. Meseleya Kurd ne meseleya hilbijartinê ye. Dema dibêjin Kurd, xeyalkirina dengan siyaset nîne. Ev, neheqiyeke mezin a li Kurdan e. Tu partiyên siyasî nikarin meseleya Kurd weke amûreke konjokturel bi kar bînin. Meseleyekî dîrokî ye, astengiyeke sereke ya li pêşiya demokrasiyê ye û dive bê çareserkirin.
Berpirsyartiya îktîdar, muxalefet û dewletê mezin e. Ji bo pêşketina vê rêyê, divê verastkirinên zagonî tavilê bikevin meriyetê. Aştî bi hewldanên aliyekî nabe. Em dixwazin komîsyon rapora xwe tavilê amade bike û bi lez derbasî pêvajoya verastkirinên zagonî û hiqûqî bibin. Ev, peywira dîrokî ya Meclisê ye. Ji bo vê erka xwe ya dîrokî pêk bîne, dive tavilê verastkirinên zagonî çêbike.”

