Pere Aragonès Garcia, Serokwezîrê berê yê Katalonyayê, di “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” de ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li Stenbolê hate lidarxistin, tecrubeyên Katalonyayê parve kirin.
Garcia, behsa pevçûnên di navbera hikûmeta Katalonya û Spanyayê de kir û wiha axivî: “Katalonyayê ji bo nasname û azadiyê têkoşîn kir. Di sedsala borî de xweseriya xwe bi dest xist. Paşê bû sedema hin reforman. Di sala 2017’an de referanduma serxwebûnê hat kirin. Lê belê, hikûmeta Spanyayê xweserî rawestand û destpêka zextê dest pê kir. Rêberên hikûmeta me hatin girtin, sirgûn kirin. Der barê gelek kesan de lêpirsînên dadwerî hatin vekirin. Di sala 2019’an de, dadgeha hikûmeta Spanyayê biryar da ku divê rêber neyên berdan û ceza li wan birî. Dû re çalakî dest pê kirin. Lê belê, partiyên sosyalîst li Spanyayê û yên piştgirên serxwebûnê dest bi çalakiyeke mezin kirin. Me jî di Mijdara 2019an de bi wan re dest bi hevdîtinekê kir. Ez serxwebûna tevahî ya Katalonyayê dixwazim, lê ez dizanim ku hûn jî çareseriyê dixwazin, ez nizanim kîjan wê bi ser bikeve. Lê ez difikirim ku di encamê de em ê bigihîjin cihekî demokratîk. Piştî mehekê, bi partiya sosyalîst re lihevkirinek hate çêkirin. Di lihevkirinê de, pêşî pevçûna siyasî hate înkarkirin, hevdîtin hat qebûlkirin, û hat gotin ku çareseriya dawî wê bi gelê Katalan re were biryarkirin.”
Garcia anî ziman ku pandemiyê pêvajoyê asteng kiriye û piştî pandemiyê careke din dest bi hevdîtinan kirine, û gotinên xwe wiha domand: “Pêşî me daxwaz kir ku girtiyên siyasî werin berdan, hin sûc di parlamentoya Spanyayê de ji rewşa sûc derxînin. Me xwest ku zimanê Katalanî niha bibe zimanekî fermî û di dawiyê de ev jî hat qebûlkirin. Û di sala 2024’an de me li ser zagona efûyê nîqaş kir. Em niha nikarin bêjin ku efû bi tevahî hatiye pêkanîn. Beriya her tiştî me daxwaza berdana serokê berê yê Katalonyayê û girtiyên din ên siyasî kir. Di heman demê de me daxwaza reformên destûrî kirin. Di pêvajoya hevdîtinê de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye. Pevçûneke bi sedan salan ne tiştek e ku hûn di salekê de çareser bikin. Girîng e ku mirov peyvên rast bibîne. Di pêvajoya hevdîtinê de kes naxwaze wekî kesekî binketî xuya bike. Heke vegotina we aliyê din ve wekî armanceke biçûk bê dîtin, hûn nikarin pêş ve biçin. Ya herî girîng jî, peymana ku we bi gelê xwe re çêkiriye ye. Têgînên rêberî û tevlibûnê girîng in. Rêberî gelek girîng e, firsendek dikeve destê we û ew fersend di demek pir kurt de li wir dimîne. Mînakî, min peyama ku salek berê ji rêberê we hatibû dît, ev peyamek rêberiyê bû. Ev rîsk e, lê rêberî ev e. Di dawiya rojê de, tişta ku em hewl didin behs bikin ku pêvajoyek tevlibûnê ye, Katalonyayeke demokratîk û aştiyane ye. Silav ji Katalonyayê bo Kurdistanê.”

