Fermandara Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Gerdenî Deman bi nasnav Feraşîn Bêrîtan ku 14’ê Kanûna 2023’an şehîd bû, tê bîranîn.
Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad ku demekê li gel Feraşîn Bêrîtan têkoşîn meşand, qala şoreşgerî û fermandariya Feraşîn Bêrîtan kir.
Nirxandina Çiya Mahabad bi vî rengî ye:
“Bi navê fermandariyê ji bo malbata hevala me ya şoreşger hevala Feraşîn em sersaxiyê dixwazin. Sersaxiyê ji dayik û bavê şehîda qehreman re, ji gelê me yê Selmasê re, ji tevahiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin, ku zarokên wisa leheng pêşkêşî gel û welatê xwe kirine. Em xwe şanaz dibînin, serbilind dibînin ku bi hevaleke wisa qehreman û hêja re man. Me ji heval û hemû hevrêyên xwe yên şehîd gelek ji wan girtine. Em bi sekna wan, bi hebûna wan, bi têkoşîna wan, em sekn û hewldanên xwe xurt dikin. Em ê rê û rêbazên wan heta serketinê dewam bikin. Dikarin vê baweriyê bidin malbata hêja û hemû gelê me yê Rojhilat û Kurdistanê.
Hevala Feraşîn jî weke hevaleke ku ji zarokatiya xwe heta mezin bû, ji mezinbûnê heta tevlî rêxistinê, tevgera azadiyê bû bi çanda welatparêziyê ji herêmê; ji Ûrmiye heta Xoye, Makûyê, Selmasî mezin bû. Bi rastî jî herêmeke ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bedelên giran, keç û xortên pir hêja dane têkoşînê. Hevala Feraşîn jî weke hevaleke ku bi wî ruhî, bi bîr û baweriya bi Rêbertî û têkoşîna azadiyê re tevlî şoreşê bûbû. Keçeke ku di nava civakeke wisa welatparêz de ji dayik bû. Çanda dagirkeran, çanda dagirkeriya Îranê qebûl nekiribû. Ne dixwest bi çanda dijminan re bijî, mezin bibe, weke jineke li malê, weke jineke ku di malê de hepis bûye, nedixwest bi vî rengî bijî. Li ser wî esasî beşdarî têkoşîna azadiyê bûbû. Zanebûna hevala Feraşîn bêguman di vî alî de hebû. Her hevalek ku beşdarî şoreşê dibe tesîr û hinek sebebên ku di jiyana wan de çêdibe, beşdarî têkoşînê dibe. Sedema esasî ku hevala Feraşîn jî tevlî bûbû û rêya şoreşê, rêya azadiya Kurdistanê hilbijart ew bû. Ev zilm û zordariya li ser jinên Kurd, li ser tevahiya jinan ku ji aliyê sîstemê ve bi rêk û pêk bi pêş dikeve, hêz û îradeya jinê nabîne, hebûna jinê nabîne evane hîs dike, ferq dike û rêya rizgariyê, rêya azadiyê di beşdarbûna tevgera azadiyê de dibîne. Di tevlîbûna fikir û ramanê Rêber Apo de dibîne û bi vî rengî hevala Feraşîn beşdarî şoreşê bû.
Weke keçeke Kurd, keçeke ku li azadiya xwe digere, jina ku li azadiya xwe digere tevlîbûneke wisa çêkir. Û dikarim bi rehetî bibêjim ku heta roja şehîd bibe ti carî hevala Feraşîn li lêgerînê azadiyê ranewestiya. Her tim di nava lêgerînê de bû. Û bê westan, bê sekin di vê têkoşîna azadiyê de, di lêgera azadiyê de dewam kir. Ew jî weke hemû hevrêyên xwe yên şehîd, weke hevrêyên xwe yên li nava şoreşê li pêşengiya rast ji bo civaka xwe, gelê xwe, welatê xwe digeriya. Ji bo zarokên paşerojê, keç û xortên ciwan ên civakê bigihîne zanebûna hebûna xwe, azadiya xwe, ji destê zilma dagirkeran, dewleta dagirker a Îranê xilas bibin, bi wê zanebûnê tevdigeriya û tevlî têkoşînê bûbû. Min bi xwe di kesayetiya hevala Feraşîn de ev rastî didît. Di sekn, pratîk, jiyan û şerê wê de, di fikirê wê de, di bîr û baweriyê de, min ev heqîqet û rastî dît. Heta roja ku heval gihîşt şehadetê bi vê re jiyan kir, bi vê rastiyê jiya û wisa çû şehadetê. Rojekê di jiyana heval de teredût, guman, dudilî, rawestan, di kar de, di têkoşînê de çênebû. Belkî naskirina me ji heval re salên dirêj nebû. Mixabin salên dawî me heval nas kir. Lê belê li gel naskirina me demeke kurt jî bû, salek du sal me bi hev re kar li qada Rojhilatê Kurdistanê meşand, pir tiştên mezin em ji sekna heval fêr bûn. Li pey xwe tiştên pir mezin ji bo hevalên xwe, bi taybetî hevalên jin hişt.
Bêguman cihê ku em pirs dikin, cihê ku heval şopa xwe hiştiye li Rojhilatê Kurdistanê, li qada hem pratîkê hem jî qada Başûrê Kurdistanê, her kes heval bi hevaleke di rastiyê de, di durustiyê de, di paqijbûnê de, di dilsoziyê de bi pratîka ku rast karibe pêşengiyê bike de, dihate naskirin û li gorî wê heval tê bîranîn. Me bi xwe jî di hemû yek du salên têkoşînê de di kesayetiya heval de ev heqîqet dît. Ji ber ku heval bi armanca mezin dijiya. Ji bo azadiya Serokatî, di şexsê Serokatî de azadiya gelê xwe, yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê bêyî ferq û cudahiyekê çêbike jiyan dikir. Li hemû qadan têkoşîn dimeşand, bê cudahî bêyî ku parçegeriyê bike, bêyî ku bêje ev na, ev qad çû, têkoşîn kir û heta dawiyê jî li cihê herî zor û zehmet xebat meşand, pêşengî kir, fermandarî kir. Bi qasî me ji hevrêyên wê bihîstine, bi qasî me di van salên ku em bi hev re man dît, bi rastî jî heval di şervantiyê de heta bû fermandara HPJ’ê li qada Rojhilatê Kurdistanê weke mînak, weke hevrêyeke mînak, fermandareke mînak çi di jiyanê de çi di şer de dihate naskirin.
Gelê me, gelê me yê Rojhilat, li qadên ku lê têkoşiya niha jî heval bi vî rengî bi bîr tînin, pirsa heval dikin. Dixwazin têkoşîna heval, karê heval, rastiya heval zêdetir û zêdetir nas bikin. Civakî bû, ji ber ku bi civakê re bû, bi hevalên xwe re bû, di nava jiyan û têkoşînê de bû. Hevaleke timî di nava tevgerê de bû. Şev û roj ji bo karekî, ji bo têkoşînê bike, ji bo têkoşînê mezin bike, kar bike xwedî hewldanan bû. Bi malbatên me, gelê me, bi hevalên bi vî rengî bi taybetî hevaleke jin, jineke ku di nava civakeke wisa de, sîstemeke wisa de derketiye, dixwaze xwedî li xwe, gelê xwe, Rêberê xwe derkeve, pê serbilind bin, pê şanaz bin. Ev ji bo her jineke Kurd, ji bo her xortekî Kurd mînakek e. Pêwîste li ser rastiya vê hevalê û hemû şehîdan em di lêgerînê de bin. Civaka me, gelê me divê heqîqeta vê hevalê, hevalên şehîd bişopîne. Ku em ji bo xwe weke hevrêyên wê heta dawiyê şopdarên rastiyê, hevala Feraşîn û hemû şehîdan e. Çima? Ji ber ku hevala Feraşîn, hevala Aryen Arê ku ew jî ji heman herêmê bû, bi rastî jî hevalên hev bûn. Hevalên rastiyê bûn. Li wê herêmê dikarim bi xweşbextî bibêjim, gelek hevalên jin ên pêşeng rabûn. Hevala Feraşîn û Aryen yek ji wan hevalan e ku li wê herêmê derketin. Gelek hevalên xort, hevalên jin derketine, niha jî li qada têkoşînê, li qada gerîla pêşengiyê dikin. Ji bo wê hevala Feraşîn jî yek ji wan hevalan e ku em pê serbilind in ku me bi wê re her çend kurt jî be, demeke dirêj nema jî lê belê hevaltî kir.
Gelek tiştên ku em weke hevalekî xort ji hevalên jin fêr bûn hebûn. Niha jî em ji xwe re dikin mînak. Li ser zimanê me ye, rastiya van hevalan. Hevalên jin ên li azadiyê digerin e. Mirov dikare bi vî rengî pênase bike. Jina ku li azadiya gelê xwe digere, azadiya Rêberê xwe digere ku di vî Rêbertî de jiyan, hebûn, azadî, wekhevî, edalet, rastiya jinê dît. Jin a ku ji xweliya xwe çêbûye ber bi azadiyê ve diçe, wê dibîne, ew dîtiye. Hat beşdar bû û heta roja şehîd ket jî bê rawestan têkoşîn meşand. Ji hemû qadên Kurdistanê têkoşîn da meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê li hemû herêman têkoşîn da meşandin bi salan di nava kar û pratîkê de ma. Ev e rastiya jin a azad, rastiya jinên Kurd ên ku li azadiya xwe digere, li azadiya civaka xwe digere ku di bindestiyê de dihale digere ye. Ew dizane ku eger li nava civakê jiyan bike, wê li jinê malê wêdetir tiştek çênebe. Wê tenê jinê malê bûya. Di malekê de hepiskirî bûya. Wisa jiyan kiribûya. Niha jî mixabin gelek jinên Kurd, ciwanên Kurd, keçên Kurd hene bi wî rengî jiyan dikin. Ya tu yê bi rengê sîstemê bijî ya jî tu yê ji xwe re çareyekê, rêyekê bibîne. Rêya derketinê ku hevala Feraşîn dît ew bû. Tevlî PJAK’ê, tevlî tevgera azadiya Kurd bû. Bû gerîlayeke pêşeng, bû jineke pêşeng. Gelek keçên Kurd dikarin ji xwe re bikin mînak. Gelê me yê Selmas, Ûrmiye, Makû, Xoy, Kûtûl û beşên din ên Rojhilatê Kurdistanê; beşê Mûkiryan, Erdelan, Kirmaşan, Îlam, Loristan bila hevalên wisa nas bikin. Pêşengên wisa nas bikin, ji xwe re bikin mînak. Derkevin ji bin desthilatdariyê, bandora sîstemê ku li ser wan çêbûye, derkevin ji bin wê bandorê. Bila bibin yên xwe.
Hevala Feraşîn yek bi yek ji wan jinên Kurd ên azad e ku bû ya xwe û ber bi azadiyê ve meşiya. Û rêya wê jî rêya Rêber Apo de dît. Azadiya xwe jî di azadiya Rêber Apo de dît. Heta roja şehadetê jî bêteredût bi vî rengî jiya. Rast e hemû şehadet nexweş e, her şehîdekî me çêdibe, her hevalekî ku em şehîd didin pê diêşin, zor e, êşa xwe giran e, berdêlên giran didin. Lê belê heqîqeta ku tevgera Apoyî heye ku li ser bingeha şehîdan mezin dibe. Li ser rastiya şehîdan mezin dibe, tevgera PKK’ê. Malbata me, gelê me divê bi zarokên xwe wisa şanaz bin. Wisa serbilind bin. Her şehadet jiyaneke nû ava dike di nava tevgera Apoyî de. Felsefeya tevgera Apoyî bi vî rengî şîn dibe, mezin dibe. Van şehadetan ji bo me wê îfade dike. Hebûneke dubare, mezinbûn, dubare vejîn ji bo me îfade dikin, wisa ew heval jî bi wî bîr û baweriyê çûn şehadetê. Wateya şehîdan, wateya hevalên şehîd ji bo me, ji bo gelê me ev e.
Divê em rêya rast ji xwe re hilbijêrin. Rêya hevala Feraşîn rêya rast bû. Rêya lêgerîna li heqîqetê bû. Yên ku wê rola esasî bilîze di vê têkoşînê de ku êdî em nêzî lûtkeyê bûne, nêzî asta bilind bûne, malbatên şehîdan e. Divê rola xwe bilîzin û xwedî li şehîdên xwe, keç û xortên xwe derkevin. Bendewariya me ev e. Em jî weke hevalên van hevalan çawa ku em xwe serbilind dibînin me bi wan re jiyan kir, em ê ji bo hedef û armancên ku wan ji bo wê çûn şehadetê, heta dawiyê em bidomînin, heta dawiyê em li ser wê rêyê bin. Heta serketinê wê sekinandin ji me re heram be. Bila gelê me jî di wê de rehet be û bi wê zanibe.
Em hevrêyên Feraşîn, Aryenan, Zîlanan, Bêrîtanan, Viyanan û hemû şehîdên şoreşê ne. Çawa artêşeke me ya şehîdan heye li hemû beşên welat, artêşa ku îro jiyan dike li ser pê ye, meydan dixwîne ji hemû dagirkeran re heye wê hebe. Heta dawiyê ji bo serketinê wê têkoşîna xwe dewam bike. Em xwedî vê hêzê, bîr û baweriyê ne. Bila gelê me rehet be û bi şehîdan jî bi hevalên şehîd jî bi wî rengî serbilind bin û têkoşîna wan weke têkoşîna xwe bibîne, rêya wan weke rêya xwe bibînin, rêya azadiya wan weke azadiya xwe bibîne û di wê rêyê de dewam bikin. Em di şexsê şehîd Feraşîn û hemû şehîdan de careke din bi wê wesîleyê malbatên xwe yên şehîd re ji gelê Selmasê re, gelê Rojhilat û gelê Kurdistanê re careke din sersaxiyê dixwazin, bi rêzdarî, bi minet û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin. Û silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.”

