Li gorî daneyên Jinnewsê di 11 mehên destpêkê yên sala 2025’an de li Tirkiye û Kurdistanê 145 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Mêr ên kiryar jî sûdê ji polîtîkaya bêcezahiştinê werdigirin û ji ber ku mirina bi guman a jinan nayê lêpirsîn, bûyerên kuştina jinan têne nixumandin.
Jinên ji ajansa me re axivîn helwesta dadgeriyê ku gavên bi biryar neavêje û polîtîkaya bêcezahiştinê rexne kirin û gotin, “Sedema herî mezin a zêdebûna mirina bi guman a jinan normên dadgerî û civakî ne.”
‘DIVÊ JIN XWE BI RÊXISTIN BIKIN’
Mecbûre Adiyaman anî ziman ku li welêt pirsgirêka ewlekariyê ya jinan kûr bûye û got, “Ez jî li qada jinê kar dikim. Li vî welatî xwe ewle nabînim. Divê mirov balê bikişînin ser vê mijarê. Li hemberî bûyerên tundiyê û zexta xwekuştinê li her qadê divê kar bê kirin. Weke jin divê em xwe bi rêxistin bikin û li her qadê kar bikin. Ji bo jinan edaletê dixwazim û dubare dikim ku divê dadgerî mekanîzmaya edaletê bide xebitandin. Li hemberî mirinê li her qadê divê kar bê kirin û jin li hev kom bibin.”
‘TEDBÎRÊN BI BANDOR ŞERT E’
Ji aktîvîstên jin Rewşen Karademîr destnîşan kir ku kuştina jinan polîtîk e û got, “Beriya her tiştî weke jinekê xwe li vî welatî ti carî ewle nabînim. Li vî welatî em timî dibêjin ku kuştina jinan polîtîk e. Em van komkujiyan û mirinên bi guman qebûl nakin. Ev polîtîkaya dewletê polîtîkayeke bi rêk û pêk e. Ji bo pêşîgirtina li vê polîtîkayê divê em têkoşîneke bi îrade bimeşînin. Ji ber van polîtîkayên bêcezahiştin û bêedaletiyê tê xwestin, kuşştina jinan û mirinên bi guman asayî bêne nîşandan. Ev yek jî dibe sedem ku mirin zêde bibin.
Ne tenê li Tirkiyeyê divê li tevahiya cîhanê tedbîrên bi bandor bêne werirtin. Em her roj komkujiyekê, tundiyekê dibihîzin. Weke jin em ji vê rewşê gelekî westiyan; em qalê dikin lê belê kes nabihîze. Ji ber vê jî divê em denê xwe hîn bilind bikin.”
‘LI MIRINÊN BI GUMAN NAYÊ PIRSÎN’
Aktîvîsteke din Kader Ûzûn jî ragihand ku jin bi fikar li paşerojê dinihêrin û got, “Li vî welatî jin her roj bi fikar dijîn. Îro tiştên bi serê Rojîn hat sibe dikare bi serê me hemûyan bê. Jin têne kuştin û weke xwekuştinê tê nîşandan. Tipa Edlî û dadgerî di vê demê de hewl didin çi binixumînin? Divê em îro ji bo hemû jinan têbikoşin. Ji bo rojîn, ji bo jinên din divê êdî hin tişt bêne guhertin. Bi gotina ‘Xwe kuştiye’ jin jiyana xwe ji dest didin, lê belê nayê lêpirsîn. Napirsin bê jin çima û çawa xwe kuştiye. Ev rewş pêşî li mirinên din vedike.
Em ê bi dewamî bibêjin, ‘Kuştina jinan polîtîk e’. Em van mirinan qebûl nakin. Li her derê em ê dengê xwe bilind bikin.”
‘DIVÊ POLÎTÎKAYA DEWLETÊ BIGUHERE’
Ji jin ên ciwan Kubra Karakaş jî diyar kir ku daxwazên wan ên ji bo edaletê bêbersiv hatin hiştin û got, “Weke jineke ciwan her roj hîn bêhtir bi fikar dibim. Em di her kêliyê de xwe di rewşeke xetere de dibînin. Li vî welatî ji bo pêkanîna edaletê qanûn bi bandor nayên bicihanîn. Destpêkê ji bo Rojîn piştre ji bo hemû jinan divê edalet bi cih bê anîn. Di vê mijarê de divê jin xwe bêdeng nekin û têbikoşin. Ji destpêkê ve jin qala mijarê dikin, lê belê gavek nayê avêtin. Kiryar hîn jî bê ceza tê hiştin, tê parastin. Sedema zêdebûna kuştina jinan û mirinên bi guman, polîtîkayên dewletê ye. Tiştên îro bi serê Rojîn hatin dibe ku sibe bi serê min bê. Li hemberî van polîtîkayan divê jin xwe biparêzin, piştre jî dewlet polîtîkayên bi bandor bimeşîne. Eger îro kiryarên Gulistan bihatina dîtin, eger kujerên Narîn bi eşkere bihatina dîtin, wê ev tişt bi serê Rojîn û jinên din nehatibûya.”

