Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne
Jin

Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da û got, li dijî êrîşan ew ji bo parastinê her tim amade ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye:

“Duh 22’yê Kanûnê komên girêdayî hikûmeta Demkî ya Şamê careke din êrîşî taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Li wan taxên bi dehhezaran mirovên sivîl hene, êrîşên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirqirinê nayê wateyeke din.

Dîsa ev êrîş ku rastî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ê her roj li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe ne tesaduf e.

Divê were zanîn ku ev êrîş ji bilî kûrkirina kaos û krîzên nû tiştekî din bi xwe re nayîne. Pêwîst e Hikûmeta Demkî jî zanibe ku wê ti carî xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê berxwedêr, dîsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi salan e li hember her cure êrîşên dagirkeriyê û çeteyan li ber xwe dane paşde gavan navêjin.

Dewleta Tirk a ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bibe bi Rêber Apo re hevdîtinan dike, divê dest ji kiryarên xwe yên li derveyî sînorên xwe berde. Li aliyekî ku dibêje em dixwazin aştiyê çêbikin û yekîtiya xwe ya Kurd û Tirk li Tirkiyeyê pêş bixin, li aliyê din jî li hember Kurdên li Rojava tehdît, gef û êrîş wê ti qezencekê bi xwe re neyîne. Berevajî wê bi xwe re pirsgirêk û xitimandinên nû bîne.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran jin û zarok di bin xeteriyê de ne. Pêwîst e her kes zanibe, di serî de jin û zarok, niştecihên li wan taxan qet bê xwedî nînin. Weke gaziyên jin em piştgiriya xwe ya bi xelkên me yên berxwedêr ên her du taxan re diyar dikin.

Em dayika bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya di van êrîşên hovane yên çeteyên HTŞ’ê de şehîd bûye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.

Weke gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em wan êrîşên hovane û tundrew şermezar û rûreş dikin. Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne. Çawa bi salane li hember her cure êrîşan me berxwedaneke mînakên wê li cîhanê kêm in pêş xist, îro û sibe jî em ê bi heman îrade û biryardariyê ji bo parastina gelên xwe, jinan û rûmeta mirovatiyê erka xwe pêk bînin. Dîrok û mirovatî şahid e bê şehîdên me weke şervanên Apoyî çawa destanên qehremaniyê nivîsandine. Em ê jî bi hêza em ji Rêber Apo û şehîdan digirin, mîrasa şehîdan a qehremantiyê û fedaîtiyê berdewam bikin. Bila di vê mijarê de gelên me dilrehet bin.

Bi rêbazên çetewarî, hovîtî û komployan ti kes nikare vîna gelan û jinan bişikîne. Ji bo wê careke din em dibêjin divê hikûmeta Demkî demildest wan çeteyên xwe rawestîne, dorpêça li hember taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye rake.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî Baasê saleke Sûriye û Rojava
Nûçeya Pişt re Çîçek Kobanê: Ji bo jiyaneke pêşengiya jinan çi pêwîst be em ê bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrînê du kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê du kes revandin û birin cihekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

Rûniştina doza berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku nêzî 6 sal in girtî ye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kantona Firatê: Em ê bi hêza xwe dagirkeriyê têk bibin

Jinên Kantona Firatê anîn ziman ku ew ê li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?