Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li dijî Şaredariya Şile de, 22 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku operasyon di çarçoveya lêpirsînên li ser îdîayên “ruşvet” û “îrtîkap” de hatiye pêkanîn.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Tirk de, gumanbar bi biryara Serdozger bi operasyoneke hemwext hatine binçavkirin.
ŞAREDAR BERÊ HATIBÛ GIRTIN
6 gumanbar ku Şaredarê Şileyê Ozgur Kabadayi jî di nav de bû, 10’ê Tîrmehê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Di lêpirsîna navborî de bi Şaredar Kabadayi re Oguz Kaçmaz, Tuncay Tolga Ozçakmak, Alî Şafak û Evren Buçhan hatibûn girtin; Asli Kotan bi kontrola edlî hatibû berdan.

