Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li HTŞ’ê nirxand.
Parlamentera DEM Partiyê anî ziman ku desthilatdariya siyasî hem ji ber fobiya xwe ya Kurd hem jî di çarçoveya berjewendiyên xwe yên demkurt de li Sûriyeyê planên demkurt dike, bi vî rengî hewl dide pirsgirêkên xwe binixumîne û got, “Dibe ku hesabê wê yekê dike ku bi piştgiriya ji bo HTŞ’ê dikare pirsgirêkên xwe ji bo demekê taloq bike. Lê belê bi demdirêjî wê pirsgirêkan hîn mezin bike.
Ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan înkar bike, pişta xwe dispêre wan çeteyan ku hemû jî kesên sûcdar in, kapasîte û şensê xwe yê diyarkirina paşeroja Sûriyeyê nîne. Kapasîteya van çeteyan nîne ku cihêrengiya bawerî û entîkî ya dewlemend a Sûriyeyê bi rê ve bibin. Her wiha meşrûiyeta van çeteyan nîne ku Sûriyeyê bi rê ve bibe. Avaniya tekperest a ku Tirkiye ji HTŞ’ê re pêşniyar dike, xwedî wê şenxsê nîne ku karibe pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike. Ev piştgiriya desthilatdariyê ji bilî mezinkirina pirsgirêkan wê bi kêrî tiştekî neyê.
Dema ku hate dîtin ku ti paşeroja van çeteyan nîne, wê encamên giran ên vê hewldana xwe bibînin. Lê ya nebaş ew e ku gelên li herêmê hemûyan dixin nava êgir û nerazîbûna gel jî ji ber vê yekê.
Di demekê e ku mercên avakirina komareke Sûriyeya demokratîk hene û li gel gelê Kurd gelê Ereb, gelê Elewî, gelên Durzî û Xiristiyan berê xwe dane vê şensê, Tirkiye bi destê HTŞ’ê dixwaze vê îradeyê tine bike. Nerazîbûna gel ji ber vê yekê. Gel baş zane ku divê paşeroja Sûriyeyê çawa be. Lê belê serwerên Tirkiyeyê ji bo vê şensê tine bikin çi ji destê wan tê dikin.”
Li ser bandora bûyerên li Helebê li ser nîqaşên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê Perîhan Koca got, “Bi dîtina min wê maseya aştî û çareseriyê lawaz bike. Hewldana tinekirina hebûna Kurdan a li herêmê ku bi ti awayî gefê li Tirkiyeyê naxwaze û dema bi rengekî rasyonel bê nirxandin li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye, wê bê wateya têkbirina pêvajoya çareseriyê.
Di asta provokasyonê de ye. Ev yek di heman demê de nêta serwerên Tirkiyeyê ya li ser mijarê jî radixe pêş çavan. Di demekê de ku di çarçoveya pêvajoyê de heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin, bi taktîka hiştina ji demê re û pratîka darbeyan pêvajo tê meşandin, hewl didin formasyonên aborî û siyasî yên Kurdan ên li Sûriyeyê tine bikin ku bi berdêlên giran hatin avakirin.
Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmê, daxuyaniya Wezareta Parastina Mîllî ku diyar kiribû, eger rêveberiya HTŞ’ê bixwaze wê piştgiriya wan bike, gotina ‘Eger pêwîst bike em ê ji destwerdana yuekser xwe nedin alî’ ya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ziman û propoagandaya medya navenî ya bi rojan tê kirin, rola Tirkiyeyê ya li herêmê bi şênberî radixe pêş çavan. Êrişên li Helebê nîşan dide ku ji planên herêmî yên rejîma qersê cuda nîne.
Wê demê gelê Kurd bi mafdarî vê pirsê dike: Gelo hûn dixwazin me tine bikin? Bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd girtî ne, şaredarî bi destê qeyûman hatine desteserkirin, niha jî gefê li Rojava dixwin. Bi rengekî xwezayî her kes vê pirsê dike: Çareserî ev e? Desthilatdarî hewl dide gelên li vî welatî û Sûriyeyê bixe nava êgir. Divê ev yek bê dîtin.”

