Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê, wekî binpêkirineke eşkere û domdar a “mafê hêviyê” ku bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye mîsogerkirin, berdewam dike. Neanîna serastkirinên qanûnî yên dewleta Tirk derbarê cezayên hetahetayê, ne tenê wekî li dijî hiqûqa navneteweyî, lê di heman demê de wekî îsrareke siyasî ya li dijî vîna gelê Kurd a ji bo aştî û çareseriya demokratîk tê nirxandin.
Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez derbarê “mafê hêviyê” de axivî û diyar kir ku desthilatdariya siyasî di mijara qanûnîkirina mafê hêviyê de giran tevdigere û wiha got:
“Ji xeynî DEM Partiyê, di raporên ku pêşkêşî Komîsyona Çareseriyê hatine kirin de, rewşeke eşkere heye ku behsa mafê hêviyê yan jî wekî ku Birêz Ocalan dibêje ‘prensîba hêviyê’ nayê kirin. Nêzîkatiya dewletê, desthilatdariya siyasî û bi taybetî saziyên navendî ya li ser meseleya Kurd; dûrketina Tirkiyeyê ji normên hiqûqa gerdûnî, girêdana daxwazên herî mirovî û hiqûqî bi ‘hin şertan’, paradîgmaya ewlekariyê û hebûna Birêz Ocalan, di nav nîşanên bingehîn ên vê ‘cemidandin’ û statîkbûna di mijara mafê hêviyê de ne.
Hemû qanûnên ku li Tirkiyeyê derbarê mafên mirovan û qadên azadiyê de derketine an jî derneketine, di parzûna sûdê û zirara îdeolojiya fermî ya dewletê re derbas dibin. Ev perspektîf, asta ku meseleya Kurd gihîştiye jî diyar kiriye. Mixabin mafê hêviyê jî ji vê refleksê ne cihê ye. Nêzîkatiya ‘kevin’ a dewlet û desthilatdariyê, sedema sereke ya qanûnînebûna prensîba hêviyê ye.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE’
Îrmez bal kişand ku naskirina ‘mafê hêviyê’ ji bo aştiya civakî qonaxeke diyarker e û wiha berdewam kir: “Pir eşkere ye ku pirsgirêka qanûnînebûna mafê hêviyê, her çend bi hebûna Birêz Ocalan û rewşa hebûna Ocalan re girêdayî be jî, wekî ku wî bixwe jî aniye ziman, ev rewş wekî pirsgirêkek civakî li pêşiya me ye. Qanûnîkirina vê mafî; dê bibe çareseriya pirsgirêkek civakî, guherîna paradîgmaya li hemberî Kurdan û di encamê de jî dê bibe geşedana herî aktûel ku fîtila aştiyê pê bixe. Yanî keda wê pir mezin e.
Qanûnîkirina vê mafî dê bibe sedem ku dînamîka veguhertina civakî li ser bingeha aştî û civaka demokratîk pêş bikeve. Hêviya me hemûyan di vê rêyê de ye. Daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê ne nû ye. Ji bo rawestandina pêvajoya şer, hem ji aliyê gelan ve hem jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve bi pêşengiya Birêz Ocalan heta îro gelek gav hatine avêtin û firsendên girîng hatine afirandin.
Zêdetirî salekê ye em di nav pêvajoyeke ‘nû’ de ne. Tecrubeyên borî daxwaza aştiyê kêm nekiribe jî, di mijara baweriya bi dewletê de halekî baldarî ava kiriye. Qanûnîkirina mafê hêviyê dê fersendeke mezin bide ku ev bala zêde nemîne. Dê baweriyeke herî mezin di pêvajoyê de ava bike û hêz bide gotinên aktoran. Di encamê de jî dê ji bo aştî, demokratîkbûn û naskirina hebûna Kurdan di zemîna qanûnî de roleke jiyanî bilîze.”
‘BERPIRSYARIYA BINGEHÎN A PÊVAJOYÊ LI SER MILÊ MECLÎSÊ YE’
Zekî Îrmez destnîşan kir ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd tenê di zemîna hiqûq û siyasetê de dikare bi pêş bikeve û wiha got: “Di destpêka pêvajoyê de, ez dixwazim peyama ku Birêz Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan ji raya giştî re şandibû careke din bi bîr bînim. Birêz Ocalan bi zelalî diyar kiribû ku heke şert û mercên guncav werin afirandin, ew di wê hêzê de ye ku ‘pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî’. Têgehên sereke li vir hiqûq û siyaset in. Esasê çareseriya demokratîk a meseleya Kurd jî di xurtkirina van her du qadan de ye.
Niha ji bo hiqûq û siyasetê zemîna herî girîng meclîs (TBMM) e. Di bin banê meclîsê de bi navê ‘Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ yanî Komîsyona Çareseriyê hat avakirin. Gelek pêşniyar ketin girtekên meclîsê. Niha em li benda raporeke hevpar, pêşniyar û nexşerêyekê ne.
Erk û berpirsyariya herî jiyanî ya li ser milê Komîsyonê û Meclîsê; vekirina rêya çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd di zemîna hiqûqî de û avêtina gavên qanûnî ye ku azadiya fîzîkî ya mîmarê pêvajoya aştiyê û ser-muzakerekar Birêz Abdullah Ocalan peyda bike. Avêtina van gavan ji aliyê meclîsê ve, dê rê bide ku pêvajo ber bi aştiyê de bi pêş bikeve.”

