Navenda Ragihandinê ya QSQ’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin.
“Ji ber ku hikûmeta Şamê şertên peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hatiye çêkirin binpê kiriye, li bajarê Meskenê şer û pevçûn diqewimin. Ji bo ku pevçûn bi dawî bibin, divê ev binpêkirin rawestin, divê Şam pabendî peymanê bibe. Divê wekî ku di çarçoveya lihevhatinê de şervan bi tevahî ji bajarên Meskenê û Dêr Hafir vekişin, piştre ew bikevin wan deran.”

