Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jiyaneke ji cihêrengiyan dikare bibe zemîna aştiya civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe
Rojane

Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

Aslan anî ziman ku Tirkiye bi êrişa li ser Kurdan nikare li Rojhilata Navîn tiştekî bi dest bixe û got, "Eger dixwaze li herêmê bibe welatekî cihê hurmetê, weke ku Abdullah Ocalan got, ji bilî xurtkirina xwişk û biratiya Kurd-Tirk şensekî xwe nîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çeteyên SMO’yê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê û yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, êrîşên xwe yên li ser Kurdên li Helebê didomînin. Di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hevdîtinên peymana 10’ê Adarê dewam dikin û QSD’ê garantî da ku wê peymana 1’ê Nîsanê pêk bîne, lê belê çeteyên HTŞ û SMO’yê 6’ê Çileyê bi çekên giran êrîş birin ser taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê. Ev yek bû sedema nerazîbûnên mezin. Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê George Aslan têkildarî van êrîşên çeteyên cîhadîst ên paramîlîter ji ANF’ê re axivî. Aslan destnîşan kir ku çawa Efrîn vale kirin, dixwazin çêkera demografîk a li Helebê jî xira bikin û got, “Yê ku Kurdên li vir ji bo xwe xeter dibîne ne hikûmeta Sûriyeyê ye, Tirkiye ye. Tirkiye naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu.”

‘EGER TIRKIYE NEBÛYA HIKÛMETA SÛRIYEYÊ BI SER WAN TAXAN DE NEDIÇÛ’

Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan diyar kir ku êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser her du taxên Kurdan ên li Helebê, di rojekê de pêk nehatin û destnîşan kir ku divê plana li pişt êrîşan baş were lêkolînkirin. Aslan bilêv kir ku li pişt van êrîşan rola Tirkiyeyê heye û got, “Eger Tirkiye nebûya, hikûmeta Sûriyeyê bi hêzên di destê xwe de nedikarî bi ser wan taxan de biçe.”

‘GEŞEDAN NÎŞAN DIDIN KU TÊKILDARÎ ÊRÎŞÊN LI SER TAXÊN KURDAN DYE, ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ LI HEV KIRIYE’

Aslan ragihand ku divê hevsengiya navneteweyî ya li pişt êrîşên li ser Kurdan baş were lêkolînkirin û got, “Beriya êrîşa li ser her du taxên Kurdan, li Parîsê Îsraîl, DYE û hikûmeta Sûriyeyê hevdîtinek pêk anîn. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî weke çavdêr tevlî vê hevdîtinê bû. Dîsa beriya êrîşa li ser her du taxên Kurdan, li Şamê di navbera hikûmeta demkî û QSD’ê de têkildarî Peymana 10’ê Adarê civînek hebû û dema ku hevdîtin dewam dikirin, wezîrê karên derve yê hikûmeta demkî mîna ku mirovên li wir bike der ragihand ku civîn qediya. Piştre jî êrîş destpê kirin. Ev rewş nîşan dide ku têkildarî êrîşên li ser her du taxên Kurdan ên li Helebê DYE, Îsraîl û Tirkiyeyê li hev kiriye.”

‘TIRKIYE BI XWE RE DI NAVA NAKOKIYÊ DE YE’

Aslan bilêv kir ku xuya dibe ku Tirkiye bi xwe re di nava nakokiyê de ye û ev tişt got, “Li Tirkiyeyê desthilatdarî wê li aliyekê têkildarî meseleya Kurd pêvajoyê bimeşîne, lê li aliyê din jî li Sûriyeyê piştgirî bide kesên êrîşî Kurdan dikin. Kurd dê vê qebûl nekin.”

‘TIRKIYE NAXWAZE KURD LI SÛRIYEYÊ BIBIN XWEDÎ STATU’

Aslan diyar kir ku hedefa li vir statuya Kurdan a li Sûriyeyê ye û anî ziman ku dibe ev êrîş hîn zêdetir bıbın. Aslan destnîşan kir ku bi êrîşên li ser taxên Kurdan hewl didin demografiya li Helebê xira bikin û ev tişt anî ziman, “Çawa Efrîn vale kirin, dixwazin demografiya li Helebê jî xira bikin. Yê ku Kurdên li vir weke xeterî dibîne ne hikûmeta Sûriyeyê ye, Tirkiye ye. Li vir hedef rêveberiya xweser e. Tirkiye naxwaze Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu.”

‘GELO LI CIHEKÎ KU SERÊ MIROVAN TÊ JÊKIRIN, WÊ XRISTIYAN BIMÎNIN?’

Aslan ê Suryanî, wiha got, “Li herêma Xabur a Sûriyeyê, gundên Asûriyan hebûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wan gundan kirin, gelek kes revandin û yan jî bi fîdyeyê berdan, piraniya Asûriyan neçar man ku ji warê xwe koç bikin. Niha li wan gundan pir kêm mirov hene. Berê li Helebê nifûseke mezin a Suryaniyan hebû, ew nifûs niha bûye ji çaran yek. Gelo li cihekî ku serê mirovan tê jêkirin, wê Xristiyan bimînin? Hemû reviyan Urdun, Lubnan û Ewropayê.”

‘ÊRÎŞÊN LI HELEBÊ LI CEM KURDÊN LI HER ÇAR PARÇEYAN NERAZÎBÛN Û HÊRSEKE MEZIN ÇÊKIR’

Aslan diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên cîhadîst a li ser Dêr Hafirê ew bû ku Kurdan ber bi aliyê Qamişlo û Hesekê ve bibin û got, “Ez difikirim ku wir jî rehet naberdin. Eger şert û merc guncaw bibin û hêzên emperyal têkildarî vê yekê îşaretek bidin, wê êrîşî wir jî bikin. Êrîşên li Helebê li cem Kurdên li her çar parçeyan nerazîbûn û hêrseke mezin çêkir. Ez hêvî dikim ev rewş Kurdan ber bi yekîtiya neteweyî ve bibe.”

‘TIRKIYE BI ÊRÎŞKIRINA KURDAN, LI ROJHILATA NAVÎN TI TIŞTÎ BI DEST NAXE!’

Aslan destnîşan kir ku Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe û got, yekane tişta li vir were kirin, mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, xurtkirina “xwişk-biratiya Tirk-Kurd” e. Aslan ragihand ku Tirkiye eger bixwaze li Rojhilata Navîn û cîhanê bibe welatekî ku hurmet jê re bê girtin, divê bi Kurdan re bibe yek.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Pêwîstî çima bi komunan heye?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan li çar bajaran civiyan

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darzandina failan…

Ji aliyê Stêrk TV

17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn

Nevzat Bahtiyar ê ji doza kuştina Narîn Guran jinûve hate darizandin, 17 sal cezayê girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo mîtînga 4’ê Çileyê bang hate kirin

Endamên MEBYA-DER'ê ji bo mîtînga 4'ê Çileyê banga tevlîbûnê kriin ku wê ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Jiyaneke ji cihêrengiyan dikare bibe zemîna aştiya civakî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?