În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê di roja 83’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Ayşegul Dogan daxuyaniya li ser ‘qanûna çarçoveyê’: Em di qonaxa dawî de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Hewlêrê: 3 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji CHP’ê îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberê 18 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kendal Çiya: Hebûna Rojava hebûna me ye
Kurdistan

Kendal Çiya: Hebûna Rojava hebûna me ye

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya got, ger ne ji hebûna Rojava û hêzên wêba, niha Êzidî li ser rûyê erdê nemabûn û ji hemû Êzidiyan xwest, çi ji dest wan were ji bo Rojavayê Kurdistanê seferber bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Êzidiyên Şengal parastina xwe di parastina Rojava de dibînin. Ji ber vêya ji dema êrişên çeteyên Colanî li dijî Rojava destpê kirine heya niha biçalakiyên cûda cûda li serpiyane.

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Kendal Çiya derbarê sedemên êrişkirina li ser Rojavayê Kurdistanê, xeteriyên li ser Şengalê û tedbîrên pêwîst ji ANF’ê re axivî.

Kendal Çiya destpêkê berxwedêrên Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gel silav kir û got: ‘‘Berxwedana gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd silav dikim. Bejna xwe li ber bîranîna şehîdên Helebê û berxwedana Rojava ditewînim.’’

‘RÊBER APO GELEK HEWL DA JI BO ŞER RÛ NEDE’

Kendal Çiya destpêkê bal kişand ser hewldanên Rêber Apo ya ji bo xwîn li Kurdistanê û herêmê nerije û got: ‘‘Rêber Apo hewl da, ked da û hişyariyên girîng kir ji bo gelên Rojhilata Navîn di komkujiyan re derbas nebin, dîsa hevalên me yên Rojava jî gelek hewldan ji bo şer rû nede. Lê tevî van hewldanan jî ev şer li ser gelê me hate ferzkirin. Weke Rêber Apo jî destnîşan kiriye, komployeke navnetewî li ser gelên herêmê û gelê Kurd heye. Lewma divê em bi ruh û bi can piştgiriya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikin. Di rastiyê de ji piştgiriyê jî wêdetir, me di fermana 2014’an de dît, eger gelê Rojavayê Kurdistanê û hêzên parastinê yên Rojava neban wê civaka Êzidî li ser rûyê erdê nehatiba hiştin. Rojavayê Kurdistanê sedema hebûna me ye. Sedema hebûna civaka Êzidî ye. Ji ber vêya êrişa ku niha li ser Rojavayê Kurdistanê çêdibe, êrişeke li ser tevahî gelê Kurdistanê ye. Ev êrişeke qirkirinê ye û em weke êrişeke li ser hebûna xwe dibînin.’’

Kendal Çiya got, ‘‘Niha xeteriyeke mezin heye. Komên tundrew, cîhadîst û DAÎŞ’î bi şekil û şêwazeke cûda xwe rêxistin kirine û bûne belaya serê gelê Kurd û gelên hêrêmê. Li hember vê xeteriya mezin destpêkê dixwazim bang li civaka Êzidî, hemû pêkhate û kêm neteweyên Rojhilata Navîn, bi taybet jî yên Iraq û Sûriyeyê bikim, divê li hember ev çeteyên hov, li hember ev komploya navnetewî ya bêbext, yekîtiya xwe çêbikin, ji bo bikarin li hember ev êrişên hov bisekinin.’’

‘CIVAKA ME ÊDÎ RÊXISTINKIRÎ Û ZANA YE’

Kendal Çiya da zanîn xeterî li ser Şengalê jî heye û got: ‘‘Em dizanin niha li Şengalê jî xeterî heye. Lê civaka me ne weke dema sala 2014’an e, hişyar û zana bûye. Herkes di warê leşkerî de şehrezatiya xwe çêbûye. Ji ber vêya li hember îhtîmala derketina şerekî bang li gelê me yê Şengalê dikim ku yekîtiya xwe çêbikin, parastina xwe û rûmeta mirovahiyê bikin.’’

‘DEWLETÊN QIRKIRINA ÊZIDIYAN NASKIRINE DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’

Kendal Çiya bal kişand ser bêdengiya dewletên ku qirkirina Êzidiyan nas kirine û got: ‘‘Em hêzên komploger şermezar dikin. Ew dewletên qirkirina civaka Êzidî nas kirin, divê li hember van êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin. Ji ber Êzidî ji Helebê bigire heya Cizîrê hene û li wir tên qirkirin. Eger ev dewletên qirkirina Êzidiyan nas kirine ji dil û rast dibêjin, divê gelê me yê Êzidî û hemû Rojavayê Kurdistanê ji van êrişan biparêzin û bêdeng nemînin. Lê ya xuya dike, bi daxuyanî û îtîfaqên xwe piştgiriya vêya dikin. Gelê me ne gelekî bêrêxistin û nezane. Ev sedsale dixwazina gelê me qir bikin û bi vê êrişê jî dixwazin temam bikin. Parastina Rojavayê Kurdistanê parastina hebûn, rûmet û azadiya tevahî gelê Kurd e. Her wiha parastina hebûn û rûmeta civaka Êzidî ye. Civaka Êzidî di ferqa vê de ye. Divê gelê me ji bo Rojavayê Kurdistanê çi ji destê wê were bike. Di heman demê de bi her awayî tedbîrên xwe bigirin. Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye, wê azadî ya gelê me be.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşa polîsan: Gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Bi hezaran kes li Hezexê meşiyan: ‘DAÎŞ-Tirkiye winda kir, wê HTŞ-Tirkiye jî winda bike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

DEM Partiyê ku bi dirușma "Gavek ji bo Aştiyê li gelek bajaran meş li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 5 Kurdên din jî hatin girtin

Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê ve dewleta Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina DYE-Rûsyayê wê li Riyadê were kirin

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku hevdîtina di navbera DYE û Rûsyayê de, wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îran kolberekî Kurd qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?