Çalakvanê Platforma Mafên Mirovan a Sûriyê û nivîskar Nîdal Hawarî, ji ANF’ê re nirxandinên xwe yên li ser guherînên li Rojhilata Navîn û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan parve kir. Hawarî got ku li Rojhilata Navîn qert ji nû ve tên tevlîhev kirin û di vê pêvajoyê de rojava li hemberî êrîş û qirkirinên li ser Kurdan bi bêdengiya xwe erê dike.
Hawarî wiha got: “Gotinên mafên mirovan û demokrasiyê niha ji bo rojava tenê xemilandina vitrînê ne. Rastiya esasî ew e ku komên cîhadî wek hêzên nû yên vekîl dîsa tên rewa kirin.”
Nivîskar bal kişand ser wê yekê ku rojava di demên dawî de êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd zêde bûne û rojava bi taybetî HTŞ’ê serokê wê Colanî wek “aktorê rewa” pêşkêş dike û ji siyasetên komkujî û qirkirinê re çavên xwe digire. Hawarî wiha dewam kir: “Ev pêkhateyên cîhadî bê dudilî îmze li hemû planên berjewendiyên rojava û hêzên herêmî dikin. Mirina milyonan mirov an jî firotina jinên li bazarê ji bo ‘şaristaniya rojava’ ya ku tenê dipirse ‘berjewendiya min li ku ye’ û saziyên mafên mirovan ên gotinî tenê statîstîk in.”
ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA PARÇEYÊ STRATEJÎYA GERDÛNÎ NE
Hawarî destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava ne mûnferît in û parçeyek ji stratejiyeke gerdûnî ne ku armanc dike hêzên Şîî yên girêdayî Îranê ji holê rake. Ji Lubnanê heta Iraqê li ser vê xetê komên cîhadî wek “amûrên bikêr” tên bikaranîn. Hawarî got ku endamên DAÎŞ’ê jî li zindanan li gorî van planan tên amadekirin û ta di destê welatên wek DYA, Tirkiye û Erebistana Siûdî de ne.
“KURD LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA ESASÎ YA LEŞKERÎ Û RÊXISTINKIRÎ NE”
Hawarî nirxand ku êrîşên li ser Kurdan ji ber modela leşkerî û rêveberiyê ya ku ava kirine li dijî van armancan in û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn tenê gelê Kurd xwedî hêzeke leşkerî ya şênber, dîsîplîn û rêxistinkirî ye. Kapasîteya leşkerî ya gelên wek Elewî û Dûrzî niha têrê nake. Piştevaniya Kurdan bi gelên din bêguman pir bi qîmet e, lê divê em realîst bin. Gelên din niha ne di wê rewşê de ne ku piştgiriya leşkerî yan rêxistinkirî bidin Kurdan.”
Hawarî bertek û zextên li ser saziyên navnetewî yên heta niha hatine kirin bibîr xist û got: “Lê em dibînin ku şaristaniya rojava vegeriyaye zihniyeta kevnar a mêtîngeriyê. Mafên mirovan, exlaq û nirx niha di asta gotinê de jî girîng nayên dîtîn. Di vê tabloya dojehê de divê têkiliyên nû di navbera gelan de bên avakirin û bingeha têkoşîna hevpar bên afirandin. Lê ev yek dê dem bigire. Di demkurtî de li bendê mayîna serhildanên mezin ên herêmî bên, ne realîst e.”
“PIŞTÎ PEYMANAN KOMKUJÎ TÊN”
Hawarî got ku êrîşên li ser Kurdan piştî civîna Îsraîl û Sûriyê ya li Parîsê, ne tesaduf in û wiha got: “Em li peymanên Parîsê û mutabakatên navnetewî yên bi vî rengî dinêrin û tabloyeke pir zelal dibînin. Piştî van peymanan bi gelemperî komkujî tên. Me di mînaka Azerbaycanê de dît. Piştî peymanên ku Tirkiye û Îsraîl tê de ne, êrîşên mezin li ser gelan dest pê kirin. Îro jî rewşeke bi vî rengî heye.”
“ŞERTÊ ESASÎ TESLÎM NEBÛN E”
Hawarî bal kişand ser wê yekê ku tiştên di bin masayan de tên axaftin tam nayên zanîn û got ku Tirkiye bi zextên mezin peymanên taybet ferz dike. Hawarî wiha got: “Ma ev hevsengî dikarin bên şikandin? Ez bawer im erê. Lê şertê wê yekê heye: Qet teslîm nebin. Destûrê nedin ku hêzên li hemberî me qada komkujî ava bikin, li her qadê bi ked û têkoşînê li hemberî komkujî û qirkirinan heta dawiyê bi piştgiriyê bisekinin. Ji bilî vê tu hêzeke din tune ku em pê bawer bin.”
“TU BERSIVA MÎSOGERIYÊN NAVNETEWEYÎ TUNE NE”
Hawarî li ser gotinên wek “îro derkevin kolanan, mîsogeroyên navneteweyî hene” got ku tu wateya wan li qadê tune ne û wiha dewam kir: “Di dema Esed de li Sûriyê welatên garantor hebûn. Peymanên Astana bînin bîra xwe: Tirkiye, Rûsya û Îran garantor bûn. Ew garantorî di kêliyekê de winda bû. Îro ji bo Kurdan garantiya rast tenê berxwedana wan û îradeya wan e.”
Hawarî gotinên xwe bi vî awayî dawî kir: “Di vê demê de gelên rastîn ên ku berxwedanê dikin in. Em êşên mezin dijîn, bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû ne. Lê dîrok ji me re nîşan dide: Gel bêyî berxwedanê tiştekî bi dest naxin. Ji ber vê yekê heta dawiyê berxwedan, ji van pêkhateyên hov re tu tawîzê nedan xwedî girîngiyek jiyanî ye.”

