Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî êrîşên li ser Kobanê û Hesekê berdewam dikin û gel li hember êrîşan li ber xwe dide. Siyasetmedar Îdrîs Balûken pirsên ajansa me yên li ser êrîşan, biryarên agirbestê û helwesta Tirkiyeyê bersivand.
*Hûn êrîşên ku li Helebê dest pê kirin û niha li seranserê Rojava belav bûne çawa dinirxînin?
Tiştê ku îro li Rojava diqewime ne ji nişka ve an tesadufî ne. Xuyaye ku planeke demek dirêje bi baldarî hatine amadekirin û li ser tasfiyekirin û komkujiyê hatine avakirin. Di nava salekê de Kurdan peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê îmze kirin, ji bo tengezariyê kêm bikin, sivîlan biparêzin û veguherînek demokratîk û aştiyane misoger bikin; lê xuya dike ku aliyê din van metnan ne wekî amûrên aştiyê, wekî amûrên êrîşkariyê bi kar aniye.
Modela dorpêçkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, niha li Kobanê, Hesekê û Qamişloyê hatiye berfirehkirin. Kobanê hîn jî di bin dorpêçê de ye. Kobanê ne tenê bajarek e; ew dergehek dîrokî ye ku di vê sedsalê de Kurdan gotin “Ez li vir im”. Tiştê ku îro tê hedefgirtin ne tenê erdnîgarî ye; ew îdiaya Kurdan e ku bibin kirde ye.
*Kî li pişt van êrîşan e? Divê em guhertinên di gotûbêjên navneteweyî de çawa şîrove bikin?
Ti sazî tune ku bi tena serê xwe tevdigere. Rûyê xuya yê HTŞ’ê ye; li pişt wê berjewendiyên herêmî û gerdûnî hene. Xetek ku ji DYE’yê heta Tirkiyeyê, ji Kendavê heta Ewropayê dirêj dibe û vê avaniyê wekî amûrek bikêr dibîne. Dema ku em li daxuyaniyên dawî dinêrin, ne guhertina gotinan; heman armanc bi peyvên cûda ji nû ve tê sazkirin. Têgehên wekî demokrasî, aramî û ewlehî ji bo rastiya li qadê veşêrin. Tştê ku li qadê diqewime pir eşkere ye: siyasetek tê meşandin ku gelan tîne beramberî hev, pevçûnê kûrtir dike û herêmê dixe nav kaosek demdirêj. Ne hewce ye ku mirov pêxember be da ku bibîne ku armanca pevçûnek demdirêj a Kurd-Ereb, Kurd-Tirk e ku ji nefret û dijminatiyê tê gurkirin. Di aliyê wê yê tê dîtin de kaosek herêmî û hesabên pevçûnê yên pir berfirehtir hene.
*Tevî ku destketiyên Rojava li holê ne jî îro bi van êrîşan çi tê hedefgirtin? Gelo demokrasî bi vî rengî pêkan e?
Divê ev yek were destnîşankirin: Tiştê ku Rojava dike hedef ne hêza wê ya leşkerî ye, lê modela jiyana ku ew pêşkêşî dike. Sîstemek ku jin xwedî gotin bin, gel bi hev re dijîn û hêzê ji asta herêmî digire. Nerehetiyê sereke ev e. Yên ku di bin navê ‘demokrasiyê’ de êrîş dikin dixwazin bi dorpêçkirin û tundûtûjiyê çi ava bikin. Demokrasî bi bombeyan nayê. Aştî bi paşguhkirina îradeya gel nayê avakirin. Êrîşên li ser Rojava divê bi rastî wekî êrîşek li dijî wê ramanê werin dîtin ku Kurdan nîşanî hemû gelên herêmê û cîhanê dane: ku ‘jiyanek din li Rojhilata Navîn pêkan e.’
*Hûn siyaseta ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de şopandiye çawa dinirxînin? Encamên wê çi bin?
Desthilata Tirkiyeyê ji bo destkeftiyên demkurt rêyek pir xeternak dişopîne. Şandina peyamên spasiyê ji hin aktoran re îro dibe ku hestek rihetiyek demkî biafirîne. Lê dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku her nêzîkatiyek ku hewl dide pirsgirêka Kurd bi tepeserkirin û karanîna hêzên wekîl çareser bike, di dawiyê de krîzên hîn mezintir çêdike. Ev siyaset zirarê dide hewldanên aştiyê yên ku bi salan e li Tirkiyeyê bi bedelên mezin têne meşandin. Me her gav ev gotiye: Aştî ne qenciyek e; cesaret, domdarî û dilsozî hewce dike. Mixabin, gavên ku îro têne avêtin ji van her sêyan dûr in.tişta dixwazim bibêjim tenê vebijarka ku dikare rewşa heyî û rêça xeternak asteng bike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla birêz Ocalan ve hatî destpêkirin bû. Dewlet û avaniya desthilatdariyê ya heyî ya li Tirkiyeyê, li şûna ku polîtîkayên xwe li ser vê pêşbîniyê ava bike û siyasetek navxweyî û derveyî ya guncaw bi pêvajoya dîrokî re ava bike, xuya dike ku ber bi konseptek xeternak ve çûye ku bi tevahî wê hedef digire. Rêyek derketinê hîn jî pêkan e ji ku derê vegere kar e. Divê dev ji vê zîhniyeta ku li hundir înkarkirina Kurd û li derve jî xwe dispêr dijminatiya Kurdan berde û piştgiriyê bide pêvajoya muzakereya di navbera rejîma HTŞ û rêveberiya Rojava û navbeynkarî şikestineke dîrokî ye.
*Di vê qonaxa dîrokî de divê Kurd çi helwest bigirin? Berxwedan, muzakere û nexşerê divê çi be?
Gelê Kurd îro careke din li ber xaçerêyek dijwar e. Lê ev ne cihekî nenas e. Li Kobanê, hevsengî li dijî wan bû û cîhan bêdeng bû. Lê dîsa jî gel li ber xwe da; ne tenê bi çekan, lê di heman demê de bi çalakiyên rewa û demokratîk, bi îrade, bi bîranîn û bi hevgirtinek mezin a li ser bingeha yekîtiya neteweyî. Ev e ya ku îro jî hewce ye. Berxwedan li ser zindî hiştina hêviyê ye. Muzakere ne nîşana qelsiyê ye, lê îfadeya aqilê siyasî ye. Lê muzakere tenê heke biryardarî û helwesta hevpar a gel hebe, wateyekê bi dest dixe. Tiştê ku divê Kurd bikin ev e ku nekevin nav xefikên ku gelan li dijî hev bi kar tînin, berpirsiyariyê nexin ser milê gel. Hêza herî mezin di vê pêvajoyê de zanîna ku mirov ne bi tenê ye û şiyana nîşandana vê yekê ji cîhanê re ye. Seferberkirina raya giştî ya wijdanî û aştîxwaz ku bi nirxên demokratîk û têkoşîna ji bo mirovahiyê ve girêdayî ye, nemaze li Ewropa û DYE’yê û bi rêya vê yekê zextekê li ser polîtîkayên hikûmet an dewletan çêdikin, ev pir girîng e. Ji bo her Kurdek, li her deverê cîhanê ku lê bijî, girîng e ku beşdarî vê pêvajoyê bibe û hewlek çalak bide da ku pêla heyî berevajî bike. Faktora diyarker di vê pêvajoyê de bê guman dê hewldan û hesasiyetên ku her yek ji me dê nîşan bide bin. Ez dixwazim bibêjim ku tiştê ku îro li Rojava diqewime, encam çi dibe bila bibe ketiye dîrokê. Di vê sedsalê de, Kurdan ne pasîfbûn û qurbanîbûnê, çalakbûn, biryardarî û guherîna hevsengiyê hilbijartine.
Hin berxwedan hene; tavilê bi ser nakevin, lê ew bîrê diafirînin. Û ew bîr pêşerojê ava dike. Rojava îro tam di vê pozîsyonê de ye. Divê mirov qet ji bîr neke ku bingeha pêşketinên ku dê hem niha û hem jî pêşerojê rizgar bikin li Rojava ye, û li gorî wê çalakiyên biryardar û afirîner werin kirin.
*Divê em daxuyaniya Birêz Abdullah Ocalan a ku dibêje “dewletên derveyî normê li dijî vê pêvajoyê ne” çawa şîrove bikin? Ev dewletên derveyî normê kî ne û ew çi rol dilîzin?
Bi ya min, vê pirsê ji aliyê têgehê ve bibersivînin wê ratir be. Çavdêriya Birêz Ocalan a li ser “dewletên derveyî nomê” pêşbîniyek e ku hema hema bi tevahî niha vedibêje. Mebest ne tenê navên dewletên takekesî ne; li ser zihniyeta dewletek e ku hewl dide siyasetê ne bi rêya nirxên demokratîk û hiqûqê û aştî ne bi rêya muzakereyan, lê bi rêya tundûtûjiyê, şerên wekîlî û kaosê çareser bike. Ji bo van dewletan norm; ne îradeya gel e, berjewendiyên mûtlaq e.
Demokrasî dema ku di bin kontrola wan de be tê qebûlkirin; hekle aştî tê wateya teslîmbûnê maqûl e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ber ku li dijî vê têgihîştinê ye tê hedefgirtin. Ji ber ku ev pêvajo ne ku dewletê pîroz dike; civakê dike kirde, ewlehiyê ne bi çekê; bi wekhevî û edaletê diyar dike. Ji ber vê yekê, ne xelet e ku mirov bibêje ku êrîşên li ser Rojava îro ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî vê ramana aştiyê ne. Xeta ku ji Kobanê heta Qamişloyê dirêj dibe dikare wekî qadeke destwerdanê were dîtin ku armanc dike ku zemîna çareseriya demokratîk a ku Birêz Ocalan berî çend salan destnîşan kir, ji hev belav bike. Ji ber ku dewletên derveyî normê ji xurtbûna vê zemînê ditirsin. Her ku ev zemîn xurt dibe, yên ku bi şer hene bêwate dibin û yên ku bi krîzê li ser piyan dimînin hildiweşin.
Aliyê herî xurt ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku ne li ser çekan, xwe dispêre aqilê hevpar ê gel û îradeya wan a ji bo jiyana bi hev re. Nîşandana çekan û afirandina wê têgihîştinê ku çek tenê vebijarka qebûlkirî ne, polîtîkayeke zanebûnî ye. Divê ev yek were gotin: Aştî ne ji ber ku qels e, ji ber ku alternatîfek bihêz e, di bin êrîşê de ye. Di vê rewşê hêjaye ev yek were bibîrxistin; ramanek di wijdanê gel de kok girtibe, hûn nekarin wê bi bombeyan, dorpêçan an siyaseta derveyî normê wê ji holê rakin. Ji ber vê yekê, tevî hemû zextan, ev pêvajo berdewam dike û divê ne tenê wekî bîranînek, wekî derfeteke bihêz a ku ji bo pêşerojê hatiye hiştin berdewam dike û berdewam bike. Her êrîşeka ku aştiyê hedef digire, di rastiyê de îspat dike ku bê aştî çiqasî pêwîst e û bihêz e.

