Îro di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, bi armanca agirbesteke berfireh û destpêkirina qonaxeke nû ya lihevkirinên siyasî û leşkerî peymanek hat îmzekirin. Girêdayî mijarê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîneke çapameniyê bi rêya Zoomê çêkir, bend, hûrgilî û armancên peymanê şîrove kirin.
Îlham Ehmed destpêkê gelê Kurd û dostên wî yên li Kurdistanê û seranserî cîhanê ku li ser pêyan in silav kir, bal kişand ser zehmetiyên herêmê û gihandina encamên berbiçav. Îlham anî ziman ku armanca peymanê ew e ku rê li pêş rijandina xwînê were girtin û binpêkirinên li dijî Kurdan bi dawî bibin.
Têkildarî bicihanîna bendên peymanê Îlham Ehmed diyar kir ku wê roja duşema bê bendên peymanê bikevin pratîkê, di heman demê de hewlên misogerkirina pêkanîna wê jî werin zêdekirin.
Îlham da zanîn ku benda yekemîn agirbesta berfireh e, divê bi vekişîna tevahî hêzên leşkerî yên her du aliyan ber bi nuqteyên xwe yên sereke ve dûrî eniyên şer, bikeve pratîkê. Li gorî peymanê wê 3 tûgayên leşkerî çêbibin, li Hesekê û Kobanê werin bicihkirin.
Di aliyê ewlekariyê de Îlham destnîşan kir ku wê entegrasyonek di navabera hêzên ewlehiyê de hebe, dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên belavbûna xwe bimînin da ku parastina herêmê bikin. Di heman demê de wê hêzên girêdayî Wezareta Hundirîn bi awayekî demkî, heta proseya entegrasyonê bi dawî dibe, derbasî bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin.
Îlhamê diyar kir ku ev bend li gel şêniyan metirsiyê çêdike, lê armanca hêsankirina proseya entegrasyonê ye, ev hêz û berpirsên wan dê ji xelkê herêmê bin.
Têkildarî saziyan jî, Îlham got dê saziyên Rêveberiya Xweser bi yên dewleta Sûriyeyê re bêyî tu guhertinan entegre bibin, berpirs û karmendên wê di cihê xwe de bimînin. Wê tevahî karkerên saziyan heta nobedarên sînor jî ji xelkê herêmê bin.
Der barê mijara perwerdê de Îlham Ehmed got wê bi awayekî fermî bawernameyên amadehî û zanîngehên Rêveberiya Xweser werin naskirin û wê biryarnameyek taybet ji bo vê yekê were dayîn. Ji bo meteryalên perwerdê û mekanîzmayên xwendinê, ji ber ku pergaleke perwerdê li herêmê heye, nîqaş berdewam in, da ku bigihînin formeke lihevkirinê.
Îlham da zanîn ku peyman temsîla veguhastina ji qonaxa parastin û fedakariyan dike û derbasî qonaxa nû ya pêkanîna hêviyên bi hezaran şehîdan û tesbîtkirina mafan bi awayekî qanûnî ve li Sûriyeyê, dibe. Ew beşek ji her xebateke siyasî ya pêşerojê ne ku girêdayî amadekirina destûrê yan jî jinûve avakirina saziyên dewleta Sûriyeyê ne.
Têkildarî dosyaya vegera koçberan Îlham got ji bo misogeriya vegereke ewle, wê di pêşerojê de gav werin avêtin.
Frans û Amerîka navbeynkariya vê peymanê kirin û ev jî piştevaniyek girîng e ku maf werin tesbîtkirin, di nav de nasnameya Kurd û mafên wê di destûra Sûriyeyê de.
Der barê pirsa deriyê Sêmalkayê de Îlham bersiv da ku dê vekirî bimîne û tu helwesteke neyênî ji hikumeta demkî de ji bo vê yekê nehat nîşandan û wê karmendên xebatên xwe di çarçoveyeke fermî ya girêdayî dewletê de berdewam bikin.
Têkildarî garantiyên careke din weke berê agirbest neyê binpêkirin Îlham got Fransa û Amerîkayê navbeynkariya peymanê dikin û wê helwestên wan di çend rojên pêş de bi dayîna daxuyaniyên fermî werin zelalkirin. Di tevahî civînan de girîngî ji bo çavdêrî û şopandina agirbestê hat dayîn.
Ji bo rola Amerîkayê jî, Îlham got Amerîka di vê qonaxê de rola ku jê dihat texmînkirin nelîst, hin helwestên girêdayî rola QSDˊê hebûn. Lê di hundirê Amerîkayê de senator Lindsey Graham roleke pir erênî ji bo parastina herêmê lîst.
Li gorî rol û bandora Amerîkayê li Sûriyeyê, divê roleke erênî di şopandina peymanê û misogeriya pêkanîna wê de bilîze, li kêlek wê şert û mekanîzmayên rakirina cezayên Qeyserê bişopîne.
Li Amerîkayê helwestên ji bo pejirandina Qanûna Parastina Kurd hene û ev peymana dawî jî ne dijberî van hewldanan e, lê temamkirin e. Tevgera Kongresê gaveke pêwîst a garantiya pêkanîna peymanê û tesbîtkirina mafên gelê Kurd bi awayekî qanûnî ye.
Îlham li ser pirsa rojnamevanan ku bi berpirsên Tirkiyeyê re hevdîtin kiriye yan na, got wê duh berpirsên Tirkiyeyê dîtin û wan gotiye hêzên Tirkiyeyê ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê vekişîne û ew li wir nîn in.
Têkildarî rewşa Kobanê ji aliyên leşkerî û îdarî ve Îlham diyar kir ku dê Kobanê bi awayekî fermî girêdayî parêzgeha Helebê be û wê tûgayeke wê ya taybet di nava Firqeya Helebê de hebe.
Îlham destnîşan kir ku saziyên Kobanê dê karên xwe weke berê berdewam bikin û berpirsên fermî yên Kobanê werin ragihandin ku erkên xwe di çarçoveya dewletê de pêk bînin.
Di dawiyê de Îlham Ehmed got dê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de, di serdana bê ya şandeya Kurdî ji bo Şamê de werin nîqaşkirin.

