În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe
Kurdistan

Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo di derbatê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de got, “Rêber Apo xwest bi fikrê netewa demokratîk şer li cîhanê bisekinîne, lê xiyaneta hatî kirin nayê wateya ku pergala netewa demokratîk têk çûye.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Êrîşên ku bi destê çeteyên HTŞ’ê û çeteyên bi ser dewleta Tirk ve li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, ji aliyê Rêber Apo ve weke berdewam û dûbarekirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê hate nirxandin. Ev êrîş di heman demê de li dijî pergala xweseriya demokratîk bû ku xwe dispêre fikrê netewaya demokratîk a Rêber Apo. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo derbarê êrîşên qirkirinê û xeteriyên li ser Şengalê ji ajansa me ANF’ê rer axivî û diyar kir ku ruxmê hemû êrîşan, fikre netewa demokratîk di nav gelan de bicih bûye û têk neçûye.

Cîhan Celo destnîşankir ku rewşa li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên herêmê rewşeke awarte derxistiye holê û vê rewşê wiha şîrove kir: “Ev rewş bi taybet ji bo pêkhateyên ku di aliyê çand, ziman û baweriyê de cudabûna wan heye, ji pergala dewletê dûr in xuya ye. Niha li Sûriyê siyaseta Îslama radîkal herî zêde li ser gelê Kurd, Durzî û Elewî tê ferzkirin. Piştî komkujiya li ser Durzî û Elewiyan, komkujî li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêkanîn.”

‘ÊRÎŞ LI SER FIKRÊ NETEWAYA DEMOKRATÎK A RÊBER APO YE’

Cîhan Celo diyarkir ku hikumeta demkî ya li Sûriyê, ji aliyê dewletên ku ew kirine desthilatdar tê rêvebirin û êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê wiha nirxand: “Bi komkujiya ku li ser gelê Kurd hate meşandin, xiyaneta ku li pergaala netewaya demokratîk hatiye kirin, dixwazin dîsa komploya li ser Rêber Apo berdewam bikin. Rêber Apo xwest bi fikrê netewaya demokratîk şer li cîhanê bisekinîne, ne ji bo newtewek ji bo herkesi vê tiştê xwest. Lê ji ber xiyanet û komployê, şervanên Kurd neçar man û vekişiyan herêmên Kurdan. Êrîşên li ser fikrê netewaya demokratîk, berdewama komploya li ser Rêber Apo ye. Rêber Apo xistin zindanê, lê her wiha pergala Rêber Apo ya li ser esasê pêkvejiyanê jî hewl dan têk bibin. Lê xayintiya ku hate kirin nayê wateya ku pergala netewaya demokratîk têk çûye. Gelên herêmê car din xwe li dora şervanên YPG û YPJ’ê kirin yek û gotin em axa xwe bernadin.”

‘WÊ HEWL BIDIN HEYFA TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê JI ŞENGALÊ HILÎNIN’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo bibîrxist ku di encama hevdîtinan de niha şer kêm bûye, lê xeterî hê berdewam e û got: “Hin jî çeteyên DAIŞ’ê li derve hene, hewldanên xwe rêxistinkirina DAIŞ’ê heye. Ew xeterî ne tenê li ser Rojava û Sûriyê ye, li ser dewleta Iraqê jî xeterî heye, li ser Şengalê xeterî heye. Çawa xwestin heyfa xwe ya 2014’an ji Kobanê hilînin, wê hewl bidin li Şengalê jî tola xwe rakin. Ji ber ku bajarê yekem ku DAIŞ şikest Şengal bû.”

Cîhan Celo balê kişand ser xeteriyên li ser Şengalê jî û ev bang li civaka Êzidî kir: “Ya herî girîng, divê civaka me pişta xwe bi tu hêzan germ neke. Divê dîroka 2014’an dubare nebe, ji bo vê jî divê civaka Êzidî li dora hêzên xwe yên parastinê kom bibin û amadekariya xwe bikin. Zarokên vê axê dikarin Şengalê biparêzin, ne hêzek ji derve.”

‘LI SER ŞENGALÊ XETERÎ HEYE, SEFERBERÎ PÊWÎST E’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo anî ziman ku wê dewleta Iraqê di êrîşeke muxtemel de parastina Şengalê neke û wiha berdewam kir: “Derdê Iraqê ne civaka Êzidî ye, derdê wan siyaseta xwe biparêzin. Li ser civaka Êzidî hê jî xeterî heye. Li Iraqê heya niha serokomar nehatiye hilbijartin, ev nîşaneya aloziyeke mezin e. Ji bo Şengalê lazim e rewşa awarte were îlankirin, encax ev civak dikare axa xwe biparêze. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê gel kete nav seferberiyê, axa xwe parast û xwedî li şervanên xwe derket, pêwîst e li Şengalê jî seferberi were îlankirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema ku hişmendiya yekitiya netewî ya Kurd bilind dibe
Nûçeya Pişt re Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hêvî ber bi azadiyê ve: Rêwîtiya meşa berxwedanê ya jinan li ser rêya Enqereyê ye

Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Dema avakirina jiyana wekhev e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li koma xwe ya meclîsê axivî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

KCDK-E’yê bi peyamekî Cejna Qurbanê pîroz kir

KCDK-E’yê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşand û got, “Em dixwazin ku ev cejn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?