Daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bi vî rengî ye:
“Em cejna bi taybetî gelê Kurd û bi giştî hemû alema Îslamê, gelên bindest û her kesê ku ji bo azadiyê têkoşînê dide, bi dilê xwe yê herî germ pîroz dikin.
Ev cejna mubarek, ne tenê dema îbadet û parvekirinê ye; di heman demê de bangek e ku em ruhê yekîtî, hevkarî û berxwedana xwe bi hêztir bikin. Îro, li hemberî gefên dagirkeriyê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê, divê em ji her demê bi hêztir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin. Mixabin, li herêma me dewletên kolonyalîst, li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên xwe yên komkujiyê bi rêbazên cuda didomînin. Desthilatdariyên yekperest, pêşiya pêvajoya demokratîk digirin, maf û azadiyan yek bi yek radixin refan; muxalefeta demokratîk, jin, mêr, ciwan, kal û pîr bêyî cudakariyê dikin hedef. Dewleta Tirk, bi armanca pêkanîna qirkirina Kurdan, li Rojava bi rêya rêveberiyeke paşverû zextên xwe zêde dike, li Rojhilat jî rejîma Îranê bi darvekirin û komkujiyan êrîşên dagirkeriyê didomîne. Ev hêzan e yên ku dîn, exlaq û hiqûqê nas nakin, bêguman li hemberî berxwedana biryardar a gelê me û muxalefeta demokratîk wê winda bikin.
Ew kesên ku bi xespkirina destkeftiyên demokratîk, difikirin ku dikarin meşa azadiyê ya gelê Kurd rawestînin, di nav şaşiyeke mezin de ne. Rêya tekane ya gihiştina serkeftinê ya têkoşîna me ya rewa, ew e ku em her tim ji berê zêdetir hevdû biparêzin û xwedî lê derkevin. Bi vê hişmendiyê, bi wesîleya cejnê hevdû ziyaret bikin, hevgirtina xwe ya madî û manewî mezin bikin, li hember gelê me yê di rewşa hewcedariyê de li welatê xwe xwedî derkevin; yekitiya neteweyî û ruhê hevgirtina me ya hevpar xurt bikin. Li hember gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê, em divê bi yekitiya xwe her tim ji berê zêdetir bigirin. Em dixwazin ku ev cejn, bi taybetî ji bo gelê Kurd û ji bo hemû mirovahiya mazlum, azadî, wekhevî, xwişk-bratî, demokrasî û edaletê bîne. Em ji dil hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya zêdebûna hevgirtin û parvekirinê.
Em wek KCDK-E , cejna Qurbanê ya hemû gelê xwe û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev rojên mubarek derî li aştî û azadiyê vebikin.”

