Greva ku ji hêla mamosteyên navçeya Jisr el-Şixur a Îdlibê ya bakurê Sûriyeyê ve hatî destpêkirin mezin dibe û li 113 dibistanan belav bû. Mamosteyan xwestin mûçeyên wan li girî lêçûnên jiyanê bên zêdekirin û hişyar kirin ku nebicîhanîna daxwazên wan wê pêvajoya perwerdehiyê asteng bike.
Her wiha gelê herêmê li dijî kêmasiyên di xizmetên bingehîn ên wekî kehrebê, av û rêyan de xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Xwepêşanderan bang li hikûmeta demkî ya Şamê kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, pirsgirêkan çareser bike û berpirsiyar hesab bidin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku grev û xwepêşandanên berdewam dikin wê bandorek neyînî li ser mafê perwerdehiya bi hezaran zarokan bikin, hişyar kir ku rewşa heyî wê pirsgirêkên civakî hîn kûrtir bike.

