Rayedaran diyar kirin ku di nava 12 rojan de herî kêm 22 kesan li welêt bûne qurbanî û bi hezaran malbat jî di bin avê de man e.
Li herêmên Cordoba û Sucre yên li bakurê welêt 14 kes mirine. Rayedaran, ragihandin ku herî kêm 9 hezar malbat ji ber karesatê bandor bûne. Kesên ku li deverên xwedîkirina ajalan dijîn, hewl didin ku tiştên xwe bi kelekan rizgar bikin.
Hat ragihandin ku li paytexta Cordoba Monteriayê bêhtirî 150 hezar kes ji ber vê karesatê bandor bûne.
Enstîtuya Meteorolojiyê ya Neteweyî (IDEAM), ragihand ku pêla hewaya sar ku ji Emerîkaya Bakur ber bi Karayîban ve diçû, rê li ber barîna zêde vekiriye û hat gotin ku ev yek ji ber krîza avhewayê ye.

