Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencwênî berxwedana li Rojava, sedem û encamên bûyerên dawî, piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava û mijara çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.
Pencwênî bi nirxandina êrişên li ser Rojava dest bi axaftina xwe kir û li ser sedemên êrişan got, “Sedema destpêkê ew e ku pêwendiya xwe bi komploya navneteweyî re heye. Siyaseta heyî ya navneteweyî ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve tê meşandin, bi armanca şikandina bandora hêzên hegemon ên ser bi Îranê yên li herêmê, dixwaze bi lîderiya Şara dewleteke xurt a navendî ya Sûnî ya radîkal ava bike.”
Pencwênî diyar kir ku divê QSD û Rêveberiya Xweser li hemberî îhtimala vegerê ya eşîrên Ereb hîn bêhtir amade be û di heman demê de Tirkiye ji bo lawazkirin û tasfiyekirina QSD û Rêveberiya Xweser bi Şara re timî di nava danûstandinan de ye. Mihemed Emîn Pencwênî ragihand ku li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê û li herêmên ku QSD lê ye komkujî li dijî Kurdan hatin kirin û got, “Li gel berxwedanê jî Kurd li van herdu taxan ji Elewî û Durziyan bêhtir li komkujiyê rast hatin. Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê bi tank, top û droneyan, bi piştgiriya dewleta Tirk gelek Kurd qir kirin. Me dît ku cenazeyên şervanên jin ên şehîd ji ser banê xaniyan hatin avêtin. Lê belê ev rewş bû sedem ku li tevahiya cîhanê Kurd dakevin qadan û raya giştî ya cîhanê ava bibe. Vê yekê jî encameke berevajî bendewariyên rejîma Şara û Tirkiyeyê bi xwe re anî.”
GEL PEYAMA ‘BIBIN YEK’ DA SIYASETMEDARAN
Mihemed Emîn Pencwênî işaret bi yekîtiya Kurdan kir ku piştî êrişên li ser Rojava ava bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Vê yekîtiyê kir ku komploya navneteweyî pûç bibe ku ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd ên li Rojava destpê kir. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê gel daket qadan. Gel ev peyam da, ‘Em weke gel yek in; hûn partiyên siyasî û aliyên siyasî jî ji bo berjewendiyên neteweyî yên Kurd bibin yek’. Me di van xwepêşandanan de dît ku vê krîzê ruhê neteweyî, yekîtî û hezkirina Kurdistanê ya gel xurtir kir û peyameke vekirî hem da gel hem jî da hêzên siyasî. Di dîroka Kurdan de beriya niha peyameke bi vî rengî ya yekîtiyê ya ji bo ‘hilneweşîna vê şoreşê’ nehatibû dayin. Ev yek destketiyeke mezin a Rojava ye. Hişmendiya siyasî ya Kurdan guherî û gihîşt asteke bilind. Gelê Kurd daket qadan, bala raya giştî ya cîhanê kişand û ev yek bû wesîle ku ji bo Rojava alîkarî bê komkirin.
Ev rewş her wiha bû sedem ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka siyaseta xwe careke din di ber çavan re derbas bike û Qanûna Parastina gelê Kurd li Kongreyê bê nîqaşkirin. Eger ev qanûn bê qebûlkirin, dikare bibe kevirê bingehîn ê serxwebûna Kurdan. Encameke din a erênî ya vê krîzê jî xurtbûna yekîtiya neteweyî û coşa Kurdan e. Ji ber vê jî divê partî û aliyên siyasî xwe jinûve binirxînin û stratejiya xwe biguherînin. Girîng e em armancên xwe yên neteweyî bi têkoşîna siyasî û sivîl bi dest bixin û xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Rastiya siyaseta heyî ya cîhana me ev e ku gelekî daxwaza azadiyê dike divê bibe yek û di mijara azadiyê de divê karibe nêzîkatiya hêzên global biguherîne. Lewma karê me yê ji niha û pê ve divê li ser vê bingehê be. Divê em karibin xwe bigihînin saziyên navneteweyî yên weke Yekîtiya Ewropa, Parlamenta Brîtanyayê û Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Ji ber ku piştgiriya parlamenter an jî endameke/î kongreyê ji bo bidestxistina mafên gelê me dikare bandoreke mezin bike.”
Pencwênî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye û Îran wê di salên pêş de parçe bibin, ev yek wê nikaribe bê astengkirin û diyar kir ku gelên li van herdu dewletan dimînin daxwaza mafên xwe dikin. Pencwênî işaret bi pêvajoya aştiyê kir û ragihand ku Tirkiyeyê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gaveke cidî neavêtiye, lewma pêvajo li astengiyan rast tê û got, “Divê gelê Kurd di nava yekîtiyê de be û têkoşîna xwe ya siyasî dewam bike. Bi taybetî gelê Kurd piştgiriyê dide wan hêzên siyasî ku bi daxwaz û banga hevpar sînorên Bakur û Başûr ji pêşiya xwe rakirin û piştgirî dan Rojava. Di rewşa heyî de gelekî girîng e ku em li navendên biryardanê yên welatên Rojavayî û Ereb toreke siyasî-dîplomatîk a Kurdan ava bikin.”

