Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hate ragihandin ku Ûlûdag bi hinceta ku ji ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hin parvekirin kiriye û “Bi rengekî eşkere heqaret li Serokkomar kiriye”, “Agahiyên şaş li nava gel belav kiriye” û “Saziyên dewletê biçûk xistiye” ketiye ber lêpirsînê.
Ûlûdag ê ku li Enqereyê hate binçavkirin, bi şev birin Stenbolê. Piştî îfadeya li emniyetê rojnamevan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê hate kirin.
Li dû îfadeya li dozgeriyê bi sûcdariya “Heqareta eşkere ya li Serokkomar” bi daxwaza girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hate kirin. Dadgehê têkildarî Ûlûdag biryara girtinê da.

