Li gorî daneyên Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di sala 2025’an de herî kêm 294 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin; 297 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 85 ê jinên hatin kuştin jî bi destê mêr ên xizmên xwe yên nêz, ji sedî 61 jî li mala xwe hatin kuştin.
Ji Çileyê û vir ve jî 56 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Di nava du rojên dawî de şeş jin hatin kuştin. Jinan diyar kirin ku malbat pîroz tê nîşandan, lê jiyana jinan tine tê hesibandin û anîn ziman ku hem ji ber polîtîkayên dewletê hem jî ji ber mînakên bêcezahiştinê komkujî zêde bûne.
Endama Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan ragihand ku kuştina jinan tenê hejmarek nîne û anî ziman ku polîtîkayên têne meşandin ji aliyê parastina mafê jiyanê yê jinan ve kêm mane.
Esra Mercan diyar kir ku bi taybetî piştî ragihandina sala 2025’an weke ‘Sala malbatê’ sûcên li dijî jinan û zarokan zêde bûne û destnîşan kir ku divê nerazîbûn bê birêxistinkirin û zêdekirin.
‘JIN NAYÊN PARASTIN’
Di dewama axaftina xwe de Esra Mercan anî ziman ku li gel biryarên parastinê jî jin têne kuştin û got, “Gelek jinên ku biryara parastina wan hate dayin û di bin rîskê de bûn ku agahiya rayedaran jê hebû, jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî mekanîzmayên parastin û pêşîgirtinê dike mijara nîqaşê.”
Esra Mercan işaret bi rexneyên rêxistinên jinan kir û got, “Ji kar heta bi polîtîkayên civakî li gelek qadan divê mafên welatîbûna wekhev a jinan bêne xurtkirin. Em bi jinan re dicivin û balê dikişînin ser cûreyên tundiyê, rêyên parastinê û mekanîzmayên piştevaniyê.”
‘MEKANÎZMA BI CIH NAYÊN ANÎN’
Esra Mercan diyar kir ku tundiya li jinê nabe ku weke bûyereke yekane bê nirxandin û got, “Ev mesele ne tenê li qadên taybet e; pirsgirêkeke cemaweriyê û avanî ye. Bi qasî peydakirina mekanîzmayên îtirazê yên kesên ku tundî lê hatiye kirin, gelekî krîtîk û girîng e ku mirovên şahid jî bi berpirsyariyê rabin. Gef û êrişên çekdarî yên dema dawî asta metirsiyê bi şênberî radixe pêş çavan.”
Esra Mercan bal kişand ser daxwazên ji bo jinûve bicihanîna Peymana Stenbolê û got, “Pêkanînên civakî û mekanîzmayên nerazîbûna kolektîf wê di astengkirina asayîkirina tundiyê de roleke girîng bilîze.”
‘KUŞTINA JINAN TENÊ DANEYEK NÎNE’
Esra Mercan nerazîbûn nîşan da ku kuştina jinan tenê weke daneyên statîstîkî têne nîşandan û got, “Di nava salê de bi sedan jinan jiyana xwe ji dest dan, ev yek daneyeke ji rêzê nîne. Her yek jiyanek e. Asayîbûna kuştinekê hesta berpirsyariyê ya civakî lawaz dike. Halbûkî mafê jiyanê mafê bingehîn ê mirov e û parastina wê jî berpirsyariya esasî ya dewletê ye. Têkoşîna li dijî tundiya li jinê hem bi polîtîkayên cemaweriyê hem jî bi zêdekirina hişmendiya civakî divê bê kirin. Naxwe em ê bi dewamî bi tabloyeke welê rast bên ku jiyana jinê bi têrkerî nayê parastin.”

