Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê giştînameyek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmanî geştên hewayî yên navneteweyî destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hesen Koçber: Armanca sereke yekîtiya Kurdan û mafên wan ên destûrî ye
Rojava

Hesen Koçber: Armanca sereke yekîtiya Kurdan û mafên wan ên destûrî ye

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, behsa girîngiya yekîtiya siyasî û leşkerî ya Kurdan, misogerkirina mafên wan ên neteweyî di destûra Sûriyeyê de û domandina têkoşîna demokratîk kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, civîneke gel li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, rewşa siyasî nirxand û got: “Rojeva heyî Îran û Iraq in, hewldan hene ku komkujî li ser gelê Kurd ê Rojava werin kirin, Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye, hin hêz hene amade ne her tiştî bikin da ku Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe saz bikin.”

Hesen Koçer anî ziman ku gelek êrîş li ser projeya demokratîk hene û pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin xwedî bandoreke mezin e û got “Ne ji vê pêvajoyê bûya li Rojava kevir li ser kevirekî nedima.”

Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û got ku nayê zanîn gelo dê peyman bidome yan na, ji ber ku hin alî hewl didin peymanê xirab bikin.

Koçer da zanîn ku bûyerên dawîn hestên Kurdîtiyê li her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê û her deverê hişyar kirin û hişt ku rihê Kurdîtiyê bibe yek, lê yekitiya siyasî hîna çênebûye. Koçer, destnîşan kir ku partiyên Kurdan ji bo gelê Kurd nebûne yek û got yekîtiya siyasî û civakî ya gelê Kurd ji nan û avê girîngtir e û pêvajoya heyî jî lidarxistina kongreyeke neteweyî hewce dike da ku bernameyek were danîn ku mafên gelê Kurd mîsoger bike û gel ji qirkirinê biparêze.

Koçer behsa girîngiya hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdan kir û got pêwîste vê derfetê ji dest nedin û bibin yek. Her wiha got, tevî êrîşên mezin û jidestdayîna hin herêman ew amade ne rexneya xwe bidin û diyar kir ku ew dest ji gel û doza wê bernadin û dê têkoşînê bidomînin û nekevin xefika şerê taybet.

Hesen Koçer êrîşên li ser herêmê bi hedefgirtina projeya demokratîk bi nav kirin û got: “Ya niha tê xwestin li pey nîjadperestiyê nekevin, ji ber ku dijminên civakê ne.”

Hesen Koçer bal kişand ser êrîşên li ser Hesekê û Qamişloyê û got hewldan hebûn derbasî Hesekê bibin, lê bi saya berxwedana gelê Rojava hewldan têk çûn û aliyên din neçar man lihevkirinan çêkin. Her wiha da zanîn ku ew dixwazin lihevkirin bidomîne, taybetmendiyên çandî, perwerde û nasnameya Kurdan werin parastin, Kurd beşdarî hikûmetê bibin û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de werin nivîsandin.

Koçer got ji ber ku mafên Kurdan di destûran de nedihatin tesbîtkirin şoreşên berê têk çûn û got, destpêkê entegrasyona ewlehî û leşkerî bi fermî di dewleta Sûriyeyê de, tevî avakirina 3 tûgayên QSD’ê hat pêşkêşkirin, hatibû pêşniyarkirin ku cîgirê wezîrê parastinê ji hêzên leşkerî yên Kurd angu fermandarê hêzên rojhilat be.

DOSYAYA DÎLGIRTIYAN

Hesen Koçer bal kişand ser dosyaya dîlgirtî û şehîdan û girîngiya pevguhertinê û diyar kir ku bicihanîna hin bendan girêdayî radestkirina dîlgirtî û şehîdan û ji hin şertên bingehîn ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn li Sûriyeyê û li dibistanan were dayîn.

Koçer li ser rewşa herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got, nîqaş li ser van mijaran çêbûn, ji bo vegera ewle ya koçberên van herêman komîte hatin avakirin û 400 malbatên Efrînî ji bo vegerê hatine amadekirin, ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî jî xebat tê meşandin. Koçer, got Serêkaniyê dê di aliyê îdarî de girêdayî Hesekê be û berdewama peymanê dê bihêle ku koçber vegerin warê xwe.

Di civînê de pirs ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û bersiva wan hatin dayîn. Behsa çûna hin partiyên Kurdan bêyî şandeya hevbeş bo Şamê hat kirin û wek şaşiyeke siyasî li dijî yekitiya Kurdan hat binavkirin.

Der barê pirsa çarenûsa dîlgirtiyan de jî hate gotin, heya ku ev dosya neyê çareserkirin dê gavên din ên peymanê nayên avêtin.

Beşdaran di dawiyê de girîngiya yekkirina gelê Kurd vegot û xwest partiyên Kurdan berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê ji bo 7 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê bixe bin zext û bandora xwe’

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi destê Hîzbûllahê jinan û civakê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Iraqê yekemîn partiya jinan hate avakirin

Li Iraqê yekemîn partiya jinan a bi navê El-Mevda hat avakirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dorpêça li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz 5 rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Piştî 6 salan rêya Til Temir û Serêkaniyê vebû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a Efrîniyan xwe ji bo vegerê amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înkara 64 salan: Kurd garantiya destûrî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?