Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist, bûyerên li herêmê û rîska zêde ya şer nirxand. Koçyîgît anî ziman ku ji bo xurtkirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê divê gavên qanûnî û demokratîk bi lez bêne avêtin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de peyama Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha got: “Birêz Ocalan çerçoveyeke demokratîk pêşkêş dike. Birêz Ocalan di peyama xwe de li şûna çekê siyasetê û şûna pêvçûnê jî jiyaneke bi hev re pêşniyar dike. Banga sala par a birêz Ocalan di pêvajoya em jê derbas dibin hîn behtir tê fehmkirin. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn çareseriyeke demokratîk pêşniyar dike. Îran ku xwe ji demokrasiyê re girtibû, niha di çi rewşê de ye diyar e. Divê ders bê girtin. Birêz Ocalan modeleke demokratîk pêşniyar dike û berpirsyariya siyasetê jî destnîşan dike.”
Di dewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî demildest werin amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ev pêvajo bi awayekî pêş ve biçe divê gavên şenber bên avetin. Bi ziman û hişmendiyeke ewlehiyê nabe divê bi awayekî demokratîk bê nêrîn û ne bi qanûnên ewlehiyê bi qanûnên demokratîk pirsgirêk bê çareserkirin. ‘Entegrasyona Demokratîk’ bi gav avetina Meclise, berpirsyariya siyaset û saziyên civakî pêkan e. Bi qanûnên aştiyê û rakirina astengiyên li pêşiya demokrasiyê pêkan e. Qanûnên hemwelatiya wekhev û azad pêwîst in. Weke birêz Ocalan dibêje di vê serdemê de zimanê ku ji hev re rêz digirê hewce ye. Divê jin, ciwan û hemû welatî bibin kirdeya pêvajoyê. Gotina jinan di pêvajoyê de tune be pêvajo nagehijê encamê. Ji bo wê Entegrasyona Demokratîk li ser azadiya hemû welatiyan dikarê pêk were. Divê ew bang baş bê fehmkirin û gav bê avetin. Berpirsyarî dikeve li ser milê hemû partiyên siyasî. Banga 2’yemîn a birêz Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hiqûq û gav avetinê ye. Divê desthilat destê xwe zû bigirê û gavan baveje. Her roja ku derbas dibe ji bo me windahiyeke. Di vê xetereya şer a Rojhilata Navîn de divê Tirkiye çareseriya navxweyî ava bike. Ji bo wê jî banga 2’yemîn a 27’ê Sibatê ya birêz Ocalan ji dewlet, siyaset û saziyên civakî re peyamek bû. Yên çek berdane dê çawa tevlî siyaset û civakê bibin li gor wê divê qanûn derbikevin. Beyî vê çareserî nabe. Divê em hemû bi hev re li gor vê bangê tevbigerin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ew ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî têkoşîna azadiya jinan bilind bikin û wiha axivî: “Jin her roj rastî tundî û kuştinê tên. Pergala dijminatiya jinan dike ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan bêdeng in. Jinên ciwan nikarin kar payda bikin. Dema kar dibînin jî rastî mobîng û muçeya ne wekhev tên û kêda wan tune tê hesibandin. Çaresî diyar e. Azadiya sendîkayan û muçeyeke wekhev pêkan e. Di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin. Mîtîngan li dar bixin û dengê xwe bilind bikin. Ji bo 8’ê Adarê bibe rojeke fermî em daxwaza xwe careke din tînin ziman. Her wiha jinên girtî di girtîgehan de rastî gelek pirsgirêkan tên. Girtiyên siyasî yên jin li rex pirgirêkên girtîgehan rastî binpêkirinên mafan tên. Girtiyên nexweş jî bi awayekî keyfî nayên berdan û li girtîgehan sûce li dijî mirovî pêk te. Ji aliyê Desteya Çavderiyê ya Girtîgehan ve berdana jinên girtî jî tê astengkirin. Garîbe Gezer bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û bûyer nehat ronîkirin. Em di vê 8’ê Adarê de Garîbe Gezer bi bîrtînin û hemû girtiyên jin ên siyasî silav dikin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê û wiha pê de çû: “Em êrişên li ser qadên jiyanî û kuştina welatiyên sivîl şermezar dikin. Azadî û demokrasî bi mudaxaleya lêşkerî ne pêkan e. Armanca Amerîka û Îsraîl ne demokrasî û li gor berjewendiyên xwe teşe dayîna Rojhilata Navîn e. Helbet em li dijî rejîma qirker a Îranê ne. Em piştgiriya demokrasî û azadiyê ya gelên Îranê dikin. Em li rex paşeroja azad a Îranê ne. Ya ku li dijî Îranê pêk tê dibe ku belavî herême bibe. Çareseriya vê jî demokratîkbûn e. Rejîma molla ya li Îranê ji ber ji demokrasiyê re girtî di vê rewşê de ye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî binçavkirina nûçegihanê ANKA’yê da û got ku divê azadiya raman û çapemeniyê pêk were.
Daxuyanî piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

