Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) diyar kir ku endamekî wan ê bi navê Celal Raşidî (Kawan) di encama êrîşa balafira bêmirov (SIHA) a Îranê de jiyana xwe ji dest daye.
PAK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got: ‘’Şehîd Celal Raşidî, bi navê xwe yê din Kawan, demeke kurt beriya niha di encama êrîşa hewayî û bomberdûmana dewleta Îranê ya dagirker û terorîst de ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê jiyana xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bû.’’
PAK’ê diyar nekir ku endamên wê li ku derê û di encama kîjan êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku baregeha PAK’ê ya li bajarokê Dêgele yê girêdayî Hewlêrê careke din bûbû hedefa êrîşan.

