Çarşem, 4 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê
Jin

Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

Kongra Star, Yekîtiya Jinên Êzidî, meclîsên jinan ên saziyên cur be cur û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya 8’ê Adarê li Qamişlo û Tirbespiyê daxuyanî dan û çûn serdan nuqteyên kontrolê yên hêzên ewlekariyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Kongra Star a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî li nêzî Qada Şehîdan da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a taxa Xerbî Raniya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di Roja Jinan a Cîhanê de em rawestiyane da ku têkoşîn, qurbanîdan û rolên girîng ên jinan di avakirin û pêşxistina civakan de bi rêzdarî bibîr bînin. Ev roj ne tenê fersendek e ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan di warên cûrbecûr de, lê di heman demê de bîranînek e ji bo hêz û biryardariya wan a ji bo derbaskirina hemû astengiyan di lêgerîna edalet û wekheviyê de.

Di seranserê dîrokê de, jin sembolên sebir û hêzê bûn, her wiha di warên cûrbecûr de, ji perwerde û kar bigire heya siyaset û mafên civakî, pêşeng bûne. Lê belê, ji bo bidestxistina wekheviya rastîn di gelek waran de, hîn jî gelek kar heye ku were kirin.

Di vê çarçoveyê de, em nikarin kesên ku canê ji bo azadî û rûmetê jiyana xwe dane ji nedîtî ve werin. Di nav van şehîdan de, ku divê em bîranîna wan bi rêzdarî bibîr bînin, Denîz heye, ku ji bo prensîbên xwe, ji bo doza azadiya jinan û mafên mirovan jiyana xwe daye û bi vê bû şehîda Kurdistanê. Denîz ne tenê sembola şoreşê bû; ew mînakek jinan bû ku tevî şert û mercên dijwar ên ku kişand, tawîz nedida.

Her wiha em nikarin şervana ku terorîstan porê wê yê birîn wekî beşek ji kiryara wan a hovane ya tolhildanê li dijî ruhê berxwedanê bi bîr bînin. Ev kiryara hovane sembola hewldanek ji bo kuştina nasnameya wê bû, lê tevî vê yekê, ew di prensîbên xwe de bi israr ma û kiryarên wan nekarîn biryardariya wê bişkînin. Birîna porê wê tenê hewldana wan bû ku hêza wê kêm bikin, lê di rastiyê de, ew sembola berxwedana wê ya bêdawî li dijî neheqî û zilmê bû.

Îro em Roja Jinan pîroz dikin û di dilê me de bîranînên wan kesan hene ku bi canê xwe ji bo azadî û wekheviyê bedel dan.

Werin em hemû pabend bin ku ji bo bidestxistina mafên jinan xebata xwe bidomînin, û werin em vê salvegerê bikin teşwîqek ji bo berdewamiya têkoşîna me ya kolektîf ji bo edalet û wekheviyê li her derê.

Her sal bila jin li her derê baş bin, û em her sal nêzîkî bidestxistina edalet û wekheviyê bibin. Roja Jinan li hemû jinên azad ên li her derê pîroz be.”

Her wiha Ofîsa jin a Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da û diyar kirin ku mamosteyên jin di hemû şert û mercan de xebatên perwerde berdewam kirin û ev yek bilind nirxandin.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Yekitiya Mamosteyan a bajarê Qamişlo bi zimanê kurdî û erebî hat dayîn. Bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Hemrîn Hayder ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de têkoşîna jinên cîhanê silav kirin û wiha hat gotin: “Roja 8’ê Adarê qêrîna jinên pêşeng a li dijî kedxwariyê ye. Ew rojeke ku bi saya fedakariya we ji roja daxwaza mavan veguheriya roja bidestxistina mafan. Em weke Yekitiya Mamosteyan di vê rojê de peymana xwe ya bi nirxên dadwerî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê nû dikin. Em silav li têkoşîna jinên cîhanê hemûyan û bi taybet jinên Sûriyeyê dikin, yên ku tevî cûdakarî, tûndî, dûrxistin û bandorên şer, feqîrî û koçberiyê wekî hevparên tam di avakirina civakê û parastina aştiya navxweyî de, silav dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal kişandin ser keda mamosteyên jin û gotin: “Jinan di her qadên hebûnê de xwe isbat kirin. Di perwerde, tendurûstî, aborî, raghandin, xebatên sivîl û destpêşxeriya civakî de. Tevî vê yekê jî jin hîn jî bi cûdahiya di firsend, mûçe û nûnertiyê û bi astengiyên qanûnî û civakî re rû bi rûne ku beşdariya wan tam sînor dike. Ev zehmetî di salên kirîza Sûriyeyê de du qat bûn. Her wiha em keda qehremanan a mamosteyên jin ên ku di bin şert û mercên dijwar de pêvajoya perwerdeyê domandin, bilind dinirxînin û daxwaza parastina mafên wan ên pêşeyî, dabînkirina jîngeheke kar a birûmet û beşdarbûna wan birayara wê didin. Di heman demê de em nikarin li hemberî binpêkirinên giran ên li dijî jinan bêdeng bimînin, bi taybetî yên li dijî şervanên me yên qehreman ên hatin kirin. Şêwazên mîna bêrûmetkirina cenazeyan, reşkirina bi zanebûn, jêkirina keziya şervanan bi mabesta şikandina vîna jinê û tirsandina civakê, kiryarên ku em bi tûndî şermezar dikin.”

Ofîsa Jinan a Yekitiya Mamosteyan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em daxwaza darzandina kujeran û parastina rûmeta mirovan, çi sax bin çi mirî bin, dikin. Li ser vê bingehê em daxwaza çespandina mafên jinan bi awayekî zelal di destûra Sûriyeyê de dikin, ku di serî de ev in:

– Wekheviya tam di navbera jin û mêran de û krîmînalîzekirina cûdakariya li ser bingehê zeyendî.

– Têkoşîna li dijî her cûre tûndiya li ser jinê, bi riya qanûnên tûnd û makanîzmeyên parastinê.

– Nûnertiya dadperwer û çalak a jinan di saziyên dewletê û meclîsên hilbijartî û biryardanê de.

– Garantiya mafên aborî û civakî, wekheviya fersendan, mûçe û parastina li ser kar.

– Naskirina pirengiya neteweyî, çandî û dabînkirina mafên jina Kurd wekî hemwelatiyek xwedî mafên tam.

Di 8’ê Adarê de em dubare dikin ku bê jin demokrasî nabe, bê wekhevî dibistanên hemwelatiyên azad nabin û bê garantîkirina parastina jinan destûreke dadperwer nabe.”

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî şandeya endamên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Êzidî yên li Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan û Ofîsa Jin a Şaredariya Gel a bajarê Tirbesiyê pêk tê, bi boneya Roja Jinan a Cîhanê serdana bendên kontolê yên hêzên ewlehiyê kirin. Di serdanê de gul diyarî wan kirin û ew pîroz kirin. Her wiha Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Xerma Elî axivî û got: “Ez Roja Jinan li tevahî jinên Rojava û cîhanê pîroz dikim. Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê hat naskirin gihîşte gelek serkeftinên mezin û tevahiya cîhanê dît ku jin dikarê civakê bugherînê û bigihêjê azadiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin
Nûçeya Pişt re YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê bû

Hevdîtina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ku dihat plankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê diçe Tirkiyeyê

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken roja Înê diçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA-GEL cejna Remezanê pîroz kir

KONGRA-GEL Cejna Remezanê pîroz kir û got, "Hêvî dikin ev Cejna Remezanê jî wekî Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?