Jinên li Amed-Kurdistan û Tirkiyeyê bi kelecaniyek mezin li benda 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ne. Li bajarên ku xebatên mîtîng û meşan berdewam dikin, hevdîtinên jinan jî didomin. Jinên ku îsal bi rojevên kuştinên jinan, xizaniya jinan, tûndiya li ser jinan, êrîşên li ser destkeftiyên jinan û mêtîngeriya kedê amadehiya 8’ê Adarê dikin, di mezinkirina têkoşîna xwe de bi biryar in. Jinên di qada kedê de dixebitin jî, wek her carê îsal jî di serî karê xwe de pêşwaziya vê rojê dikin. Me jî derbarê 8’ê Adarê û keda jinê de bi jinan re axivî. Sê jinên ku yek li malê kedê hildiberîne, yek esnaf e û ya din jî li dikaneke tekstîlê şev û roja xwe dike yek, bi gotinên “Çîroka me hemûyan yek e, xizaniya me hevpar e” bal kişandin ser wê yekê ku 8’ê Adarê roja têkoşînê ye û nabe ku were romantîzekirin. Jinan destnîşan kir ku divê di wê rojê de li dijî tûndî û mêtîngeriyê deng derkeve û bi gotina “Bila mafê me li her derê were lêgerîn” zehmetî û mêtîngeriya ku dikişînin vegotin.
Li gorî daneyên “Statîstîkên Jinan 2024” ên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK), li welat %31,5ê jinan di bin xetereya xizanî an jî dûrxistina civakî de dijîn. Ev rêje di mêran de %27,1 e; daneyên hanê nîşan didin ku ji her sê jinan yek bi bêewlehiya aborî re rû bi rû ye. Li Amedê ev rewş bi tabloyeke girantir derdikeve pêşberî me. Li gorî lêkolîna “Hala Xizaniyê ya Jinan: Nexşeya Îstîsnayê li Amedê” ku ji hêla Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) ve hatî amadekirin, rêjeya jinên ku li bajêr qet dahatiyekê bi dest naxin %75 e. Di hevdîtinên rû bi rû yên bi nêzî 3 hezar jinan re li sê navçeyan hatin kirin de derket holê ku dahata jinên dixebitin ji bo wan namîne, jinên naxebitin jî carna bi rojan tiştekî naxwin. Nêzî %70yê jinan ji ber keda nav malê hem ji hilberînê hem jî ji jiyana civakî têne dûrxistin.

EW ÇÎROKA KU TÊ GOTIN, YA TE YE
Jinên ku dibêjin di vê pergala ku xizanî û mêtîngerî ewqas zêde bûye de tiştên diqewimin ne “qeder” in, di guhertina vê pergalê de bi israr in. Jinên ku diyar dikin bersiva keda xwe nagirin, roj bi roj xizantir dibin û keda wan nayê dîtin, pirsgirêkên ku di dema xebatê de dikişînin ji ajansa me re vegotin. Jinên kedkar ên ku dibêjin tevî ku şev û roj dixebitin jî ne destheqiyekî û ne jî spasiyekê digirin, bersiva pirsa “Daxwaza we ya herî mezin di dawiya rojê de çi ye?” bi vî rengî dan: “Di nava rojê de tenê dixwazim ku zû êvar bibe û ez rakevim.”
Di vê çarçoveyê de jina yekem a ku me pê re axivî, jineke kedkara malê ye. Fatma Eker a ku nêzî 50 sal in zewicî ye û dayika 3 zarokan e, 30 sal in di heman salonê de bi perçê paqijiyê di destê xwe de li benda avakirina cîhana xwe ye. Fatma Eker a ku dizane ked, mêtîngerî û têkoşîn çi ye lê dibêje hewcedariya wê bi wêrekiyê heye, diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê ji govendan pêk tê û divê bibe dengê bi milyonan jinên mîna wê ku li malê têdikoşin.

EZ DIMEŞIM Û DIMEŞIM, LÊ EZ HÊ JÎ LI HEMAN CIHÎ ME
Eker anî ziman ku bi salan e ji bo avakirina jiyaneke serbixwe têdikoşe lê rêyeke derketinê nedîtiye û bi gotina “Ew çîroka ku tê gotin, ya te ye” diyar kir ku ew û dayikên li her malê dijîn, heman qederê parve dikin. Eker çîroka xwe bi van gotinan vegot:
“Jina ku li derve dixebite diweste, lê li malê tu du qat zêdetir diwestî. Sibê radibî heta êvarê qet nasekinî. Mêrê herî demokrat jî hemû berpirsiyariyan dixe ser milê jinê. Çay, qehve û xwarina xwe cuda dixwaze. Derdê zarokan hîn bêtir e… Tu her tim dixebitî mîna ku çar destên te hebin. Derdê kincan, ûtî, xwarin û debara jiyanê her yek jê cuda ye.
Ez 45 salî me, bi salan e her roja min wek hev e. Di van 4 salan de min qet bersiva keda xwe negirt. Min qet li derdê xwe nepirsî. Di navbera mezinkirina zarokan û paqijkirina malê de min xwe ji bîr kir. Jiyana min ji kedeke mezin pêk tê, lê ez bersiva wê nagirim. Min qet tama vê jiyanê negirt. Gava tu xwarinekê çêdikî, kesek nîn e ku bêje ‘destê te sax be’. Jiyan diherike lê tu her tim bi pînê paqijiyê di destê xwe de li nava wê salonê dimînî. Tu dimeşî dimeşî, lê cihê tu lê rawestiyayî dîsa nava salonê ye. Her kesê di malbatê de diçe ser jiyana xwe, lê tu bi wî pînê paqijiyê her li wir î. Tu yî malê dikî mal, lê tu her mîna guldankê xuya dikî. Jinên din jî wek min in. Cînara min a beramberî min, bêyî destûra mêrê xwe nikare dakeve marketê. Nikare ji derî derkeve biçe cem dayika xwe. Lê ku tu lê binêrî, li hundir her karî dike. Cîhana me jinan dibe malên 3 mezelî. Di nav wê cîhanê de em her roj heman tiştî dikin. Ked heye lê destheqî tune, em her roj di nav şînê de dijîn.”

BILA BÊN Û ME JI NAVA WÊ SALONÊ BIGIRIN
Eker derbarê 8’ê Adarê de got: “Ji bo me jinan 8’ê Adarê ne rojek pîrozkirinê ye, roja serhildan û berxwedana jinan e. Divê mirov bi gotina ‘ez ne guldank im’ serhildana xwe nîşan bide. Ez keda xwe didim û hildiberînim. Ez vê dizanim, lê ji min pê ve kes nabîne. Êdî divê bibînin. 8’ê Adarê di vê xalê de tenê bi govendan nabe, divê ji bo min û ji bo me hemûyan têkoşîn were kirin. Bila bên û min ji nava wê salonê bigirin. Divê 8’ê Adarê ne roja pîrozkirinê, roja derketina serhildanê be. Loma bila wêrekiyê bidin hemû jinan û min jî. Bila bên me ji wê cîhana 3 jûrî derxin. Ji bo em bêjin ’em hene’, divê em jî herin qadan.”

EZ DIXEBITIM LÊ HER DAWIYA MEHÊ TENÊ KIRÊYA MALÊ DIFIKIRIM
Sarya Demir ku li Sûrê bi esnaftiyê debara xwe dike, yek ji van jinan e. Sarya Demir bi firotina wêne û xişrên ku di atolyeya xwe de çêdike dixebite, bi eslê xwe mamoste ye. Sarya Demir a ku nêzî deh sal berê hatibû îxrackirin, piştî vê bûyerê atolyeyek vekir ku karibe berhem û wêneyên xwe bifroşe. Sarya Demir a ku tevî hemû zehmetiyan bi salan e di atolyeya xwe de dixebite, zehmetiyên esnafiya jinan bi van gotinan vegot:
“Wek jinekê, jixwe di her qada jiyanê de tu bi astengî û zehmetiyan re rû bi rû dimînî. Esnaftiya ku ji aliyê civakê ve wek pîşeyekî mêran tê dîtin, di hinek rewşan de dikare bi rastî dijwar be. Mixabin ji ber şert û mercên welat, em ji aliyê aborî ve zehmetiyên giran dikişînin. Ev ne tenê rewşeke kesane ye, gelek kesên wek min heman pêvajoyan dijîn. Mêtîngeriya kedê… nekarîna girtina berdêla keda ku ez didim, dema min û ramanên min. Li welatê me di gelek qadan de mêtîngeriya kedê pir zêde ye. Nemaze ku tu jin bî, jixwe keda te ne ji aliyê madî û ne jî ji aliyê rolên zayendî ve bersivekê nagire. Ne keda nav malê bersiva xwe dibîne, ne jî li qada xebatê destekheqiya ku li gora keda te be heye. Ji bo ez wêneyekî çêbikim ez bi mehan kedê didim, bihayê malzemeyên ku her roj zêde dibin heye, lê di dawiyê de tenê fikra ‘ez ê çawa kirêya vê mehê bidim’ heye. Ev jî me pir diwestîne.”
Sarya Demir anî ziman ku di nav van zehmetiyan de pêşwaziya 8’ê Adarê dike û got: “8’ê Adarê ji bo min roja ked û têkoşînê ye. Di wê rojê de divê em li qadan bi hev re dengê xwe ji bo bi milyonan jinên ku keda wan nayê dîtin bilind bikin. Ji bo têkoşîna kedê divê em bêtir bixebitin.”

HER ROJ TENÊ XEYALA MIN EV E KU EZ BIÇIM MALÊ Û ZÛ RAZÊM
Elif Ay ku ji bo debara xwe û dayika xwe li dikaneke tekstîlê ya bêewle şev û roj dixebite, yek ji wan kesan e ku heman têkoşîna kedê dide. Elif Ay a ku ji temenê xwe yê ciwan ve di vê sektorê de dixebite û nêzî 30 sal in li dikanên tekstîlê bi rengekî bêewle kar dike, bi roj li dikanê û bi şev jî li malê dixebite. Elif Ay a ku diyar kir bersiva keda xwe qet nagire û tewra sîgorteya wê jî tune ye, xeyala wê ya herî mezin ew e ku di maleke bi asansor û bê sobe de bijî.
Elif Ay a ku piştî mesaiya xwe ya ku saet 8’ê sibê dest pê dike û 6’ê êvarê diqede, dema diçe malê tu wext ji bo xwe namîne, tenê dixwaze fersenda bêhnvedanê bibîne. Ji ber ku 8’ê Adarê di ser kar de ye, ew nikare beşdarî mîtîngê bibe.
Elif Ay bi rêya ajansa me peyamek ji jinên ku dê beşdarî mîtîngê bibin re şand û mêtîngerî û zehmetiyên ku dikişîne wiha vegot:
“Ez 59 salî me, nêzî 30 sal in di vê sektorê de dixebitim. Ez li ku derê bûm, ji ber ku min têkoşîna sîgorte da, ez ji kar hatim derxistin. Di malê de kes tune, ez û dayika xwe ya pîr bi hev re dijîn. Ez hem ji bo xwe hem jî ji bo dayika xwe têdikoşim. Têkoşîna min bi tu sîgorteyê encam neda. Şert û mercên min her tim xirab bûn. Li vir jî û li cihên berê jî ez di bin şert û mercên mirovî de nehatim xebitandin. Jinên din ên wek min dixebitin jî wisa ne. Niha di vê temenê de ji bo ez birçî nemînim dixebitim. Di nav rojê de ez ewqas diwestim ku tenê dixwazim êvar bibe û ez rakim rakevim. Saet 8’ê sibê kar dest pê dike, 6’ê êvarê diqede. Di nav rojê de ez her tim li ser piyan im. Ji bo çi? Ji bo ez nanekî, rûnekî bibim mala xwe. Di van şert û mercan de jixwe tiştekî ku ez bikirim namîne. Di nav rojê de tu xeyal an daxwazeke min a din nabe. Ji ber ku ez bi qasî karê min kirî ango li gorî hejmarî dixebitim, ji bo ez berhemekî bêtir çêbikim, ez di bêhnvedanan de jî dixebitim. Çiqas bixebitim jî, pereyê ku ez digirim qet têra me nake. 30 sal in tenê derdê min debar e. Em di sala 2026’an de ne, ez hê jî di maleke bi sobe û di avahiyeke bê asansor de dijîm. Dayika min nexweş e, ji ber lingên xwe nikare bi pîlekanan ve derkeve. Em di her warî de zehmetiyê dikişînin. Bi vî pereyî ne ez dikarim tiştekî biguherînim ne jî baştir bikim.”
BILA JI BO MIN JÎ TÊKOŞÎNÊ BIKIN
Elif Ay peyama xwe ya 8’ê Adarê jî wiha da û bang li jinan kir: “Her kes behsa 8’ê Adarê dike, lê ji ber ku ez wê rojê dixebitim nikarim herim qadê. Min qet bersiva keda xwe negirt, îro dema dengderxistina min a li dijî wê mêtîngeriyê jî tê astengkirin. Divê îro hemû jinên ku mîna min dijîn, bi têkoşînê dengê xwe bilind bikin. Ez nikarim bikim, bila ew li ser navê min jî bikin.”

