Şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de ber bi Rojhilata Navîn û welatên Kendavê ve belav dibe. Li dijî vê partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina gel û destketiyên xwe yên neteweyî di bin sîwana ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat’ de li hev kombûn. Partiyên ku bi salane li dijî polîtîkayên zext û înkarê ya Îranê bi rengekî parçebûyî têdikoşiyan, yekbûna wan a di 22’yê Sibatê de ji aliyê gelê Kurd ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji ber ku cara yekeme li Rojhilat, Kurd biryar dan ku ji bo maf û daxwazên xwe yên bingehîn bi hev re têbikoş in.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat ku armancên xwe yên bingehîn têkoşîna têk birina Komara Îslamî ya Îranê, misogerkirina mafê Kurdan û avakirina sistemeke neteweyî û demokratîk li ser bingeha îradeya siyasî ya neteweyî ya Kurdan e, ji destpêka avabûna xwe û vir ve bûye hedefa rejîmên neteweperest ên Îran û Tirkiyeyê.
A rast Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Îranê Elî Larîcanî, bi gotina “Divê ew hewl nedin ku tu çalakiyekê bikin. Em ê bi tu awayî destwerdanên wiha qebûl nekin” bi eşkereyî gef li hevpeymaniyê xwar. Di heman demê de Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, jî got ku komên Kurd ên bi îdeolojiyên cuda ji bo avakirina hevpeymaniyekê li hev civiyane û ew vê yekê ji nêz ve dişopînin. Fîdan, diyar kir ku ew ji nêz ve tevgera komê ka dê çawa têkoşîna xwe li dijî rejîmê û komên din ên etnîkî yên li herêmê bimeşînin û armancên wan çi ne, bişopînin.
Beriya ku em derbasî serpêhatiya têkoşîna Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran (PDK-Î), Partiya Komeleya Kurdistanê ya Îranê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azad a Kurdistanê (PAK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê û Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îranê bibin, em dixwazin tiştek bibîr bixin. Ev partî ji dema Şah û Komara Îslamî ve ji bo parastina mafên zêdetirî 12 mîlyon Kurd li dijî zordestiyê têkoşîn meşandine.
Di 28’ê Sibatê de bi destpêkirina şer re, rejîma Îranê êrîşî kampên rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kir. Îranê bêhtirî hefteyeke kamp û baregehên PAK, Sazman-î Xebat, KDP-Î, û Komeleya Zehmetkêşan a li Hewlêr û Silêmanî hedef digire. Tevî ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye jî, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan didomîne.
Îtîfaqa Hêzên Siyasî, diyar kir ku êrîşa Îran nîşaneya qelsî û tirsa ji têkoşîna mafên Kurdane. Partiyên di îtîfaqê de, ku ji sala 1945’an vir ve ji bo mafên Kurdan û demokrasiyê çalak in, ragihandin ku ev êrîş dê biryardariya wan di têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî û rizgariya Kurdistanê de bêtir xurt bikin.
PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ (PJAK)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku rêxistina herî mezin a di nav hevpeymanê de ye, xwe dispêre fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. PJAK di sala 2004’an de hat damezirandin û li dijî zextên rejîma Îranê bi rêxistinên cuda yên herêmî, siyasî, parastin û jinan re di warê têkoşînê de tevdigere. PJAK ku ji çiyayên Zagrosê heta çiyayên Asos û herêma Penjwen-Hewramanê eniyên xwe diparêze, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk û her wiha paradîgmaya azadiya jinê diparêze. Hem yekem partiya Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi pergala hevserokatî tê birêvebirin û hem jî li ser azadiya jinê û modela rêveberiya xweser a demokratîk ava bûye. Hevserokên wê Viyan Peyman û Emîr Kerîmî ne.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê(KJAR) yek ji avahiyên xurt ên têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye. KJAR, wekî rêxistineke ku têkoşîna azadî û wekheviya jinan birêxistin dike, derdikeve pêş. KJAR armanc dike ku dengê jinan li Rojhilat û Îranê ya li dijî polîtîkayên zext, înkar û paşguhkirina nasnameyê bide bihîstandin. Her wiha wekî hêzek ku berxwedana jinan di warên civakî û siyasî de birêxistin dike, dixebite. Di vê çarçoveyê de, ji bo jin di qadên parastinê de xwe bi rêxistin bikin Hêzên Parastina Jinan (HPJ) ava kir.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), jî weke avahiyeke ku di sala 2004’an de hatiye avakirin û li Rojhilatê Kurdistanê weke hêzeke parastinê tê naskirin. YRK’ê diyar kir ku ew armanc dikin ku gelê Kurd li dijî zext û êrîşên giran ên rejîma Îranê biparêzin.
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), jî ku di sala 2014’an de ji bo rêxistinkirina civaka demokratîk hatiye avakirin, di heman demê de wekî avaniyeke din a ku di qadên civakî û siyasî de dixebite derdikeve pêş û armanc dike ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd xurt bike.
Îsraîl-DYE’yê gelek baregehên leşkerî yên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir. Li dijî vê rejîma Îranê li dibistan, mizgeft û saziyên civakî bicih bûn û bi taybetî kampên partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê hedef girtin. Ev êrîş gefên li ser gelê Kurd zêdetir kir. Li dijî van êrîşan PJAK’ê bang li gel kir ku komîteyên xwe yên xwecihî ava bikin û her wiha ji gel xwest ku bi torên xwe yên lojîstîkê bi rêya komîteyên parastin, tenduristî û xizmetguzariyê bi rêxistin bikin û ciwan tevlî refên gerîla bibin da ku perwerdeya leşkerî bibînin.
PARTIYA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ –ÎRAN (KDP-Î)
KDP-Î, di nava tifaqê de partiya herî kevn e. Di sala 1945’an de li bajarê Mahabadê hate avakirin û a niha Mustafa Hicrî sekreterê wê yê giştî ye. Partiya ku serokê partiyê Qazî Mihemed di sala 1946’an de Komara Kurdistanê îlan kir, wisa di bîra gel de cihê xwe girt û armanc dikir ku zexta neteweyî ya li ser gelê Kurd ji holê rake. Lê belê li gel vekişîna Artmşa Sor a Sovyetan ji Îranê û pêşketina artêşa Şahî gelê Kurd bi êrîşeke mezin re rû bi rû man. Qazî Mihemed, Seyfî Mihemed û gelek serokên din di sala 1947’an de li Qada Çarçira hatin darvekirin; partî di vê serdemê de zirareke mezin dît.
KDP-Î piştî Şoreşa Îranê ya 1979’an ji nû ne kete pêvajoya xwedanhevê. Serokê siyasî yê di qada navneteweyî de dihat naskirin û dîplomat Dr. Abdurahman Qasimlo bû serokê partiyê û bi dirûşmeya ‘’Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re xweserî’’ rêyeke nû şopand. Lê belê rejîmê di sala 1989’an de li Viyanayê di dema muzakereyan de Dr. Qasimlo qetil kir. Vê sûîqestê rûyê rejîmê yê dijmin nîşan da û bû sedema hêrseke mezin.
Piştî ku Dr. Qasimlo hate şehîdkirin Sadiq Serefkendî serokatiya partiyê kir. Lê belê ew jî weke Dr. Qasimlo di encama sûîqesteke xaîn hate qetilkirin. Şerefkendî, di Îlona 1992’yan de li Restorana Mikonos a li Berlînê di civîna Sosyalîst Enretnasyonal de hate şehîdkirin. Lêpirsîn û darizandinên li Elmanyayê hatin birêvebirin, nîşan da ku sûîqest bi fermana serokê olî yê rejîma Îranê Ali Xamaneyî hatiye kirin. Partî ku di nava xwe de li hev nekir piştî 16 salan di sala 2022’yan de di bin serokatiya Mustafa Hicrî de ji nû ve bû yek.
RÊXISTINA TÊKOŞÎNA KURDISTANÊ-ÎRAN (SAZMAN-Î XEBAT)
Saman-i Xebat di 26’ê Hezîrana 1980’yan de hate avakirin, zêdetir li dora nêzîkatiyeke neteweyî û olî tev digere. Sazman-i Xebat a ku girîngiyê dide parastina nirxên olî yên civaka Kurdistanê, tekane avaniya Îslamî ya di nava tifaqê de ye. Di avakirina wê de rola herî girîng a Şêx Celal Huseynî ye. A niha jî Babê Şêx Huseyniyê kurê Şêx Celal sekreterê partiyê yê giştî ye.
KOMELEYA KEDKARÊN ŞOREŞGER ÊN KURDISTANÊ-ÎRAN (KOMALA)
Komala, di nava Tifaqa Hêzên Siyasî de cih digire û xwediyê fraksiyonên cuda ye. Partiyên Komala yên ku di dawiya salên 1970’yan de hate damezrandin lê belê piştre di nava xwe de dabeş bû, li gel biryara tifaqê wê êdî bi hev re û ji bo heman armancê xebatan bi rê ve bibe. Dema ku em li dîroka damezrandina wê dinêrin ev dabeşbûn zelatir tê dîtin.
Komala, di dawiya salên 1970’yan de ji aliyê derdorên xwendekarên Kurd û torên aktîvîst ên sosyalîst ve hate damezrandin. Çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd, di çareserkirina têkoşîna çînî û çîna karkeran de dît. Komalaya ku li gel Şoreşa Îslamê ya 1979’an bi derdorên xizan ên civakê re têkilî danîn, êdî biryar da ku di bin navê ‘’Rêxistina Şoreşgerî ya Kedkarên Kurdistanê’’ xebatên xwe bi rê ve bibe. Hem di nava birêxistinbûna avaniyên rêxistinên civakî hem jî ji bo avanîbûna hêzên pêşmergeyan xebitî; avaniya birêxistinbûna li Sineyê bû mînak. Komala li gel destpêkirina êrîşên Ayetullah Ruhullah Humeynî yên li ser Kurdistanê, li gelek gund û bajaran bi mehan li ber xwe da.
Komala, bi demê re di navbera salên 1991-2000’î de li gel Partiya Komunîst a Îranê û Rêxistina Kurdistanê ya girêdayî vê xebat bi rê ve birin. Lê belê li gel dabeşbûna Partiya Komunîst a Îranê ya di nava xwe de, bû sedem ku Komala ji dawiya salên 2000’î û pê ve vîzyoneke siyasî ya nû diyar bike. Weke encam hin navdarên ku ji Abdulla Mohtadi, Emer İlhanîzade ve Riza Kaabî di nav de cih digirtin, di sala 2006’an de Koma Şoreşgerên Kedkar ên Kurdistanê ava kirin.
Sekreterê Giştî yê partiyê Abdullah Mohtadî, biryara tevlîbûna tifaqê bi gotinên ‘’Ev yek, ji b gelê Kurdistanê ku ji hemû» gavan hewceyî yekîtiyê ye, pêngaveke baş e’’ ragihand.
KOMA KEDKARÊN KURDISTANÊ-ÎRAN (KOMALA)
Koma Kedkarên Kurdistanê- Îran, di bin serokatiya Emer Îlhanîzade sa 2007’an de ji ‘’Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê- Îran’’ veqetiya. Her du rêxistinan piştî xebatên bi salan, di 27’ê Mijadara 2022’yan de li bajarê Stockholm ê Swêdê civînek li dar xistin û biryar dan ku ji nû ve di bin banê ‘’Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistan-Îranê’’ de bibin yek. Pêngava piştretir diyarkirina kadroya rêveberiyê bû; lê belê di sala 2023’yan de hate ragihandin ku hewldanên yekbûnê bi ser neketine. Rêxistin ji wê dîrokê ve ye di bin navê ‘’Koma Kedkaran’’ de xebatên xwe bi rê ve dibe. Sekreterê Giştî yê partiyê Riza Kaabî û berdevkê wê jî Fariba Mohammadî ye.
PARTIYA AZADIYA KURDISTANÊ (PAK)
PAK, di sala 2007’an de ji Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê- Îran (Komala) veqetiya û di sala 2006’an de bi pêşengtiya Huseyîn Yezdanpenah hate avakirin. PAK bi mîsyona ‘’serxwebûna Kurdistanê’’ tev digere û di 19’ê Tebaxa 2017’an de biryar da ku ew ê li dijî Îranê şer bike.

