Meclîsa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) polîtîkaya xwe ya hilbijartina herêmî eşkere kir.
ESP’ê got: “Hilbijartin gaveke têkoşîna ref e; lê ya esas ew e ku girseyên fireh bên rêxistinkirin û li dijî faşîzmê rabin.
DEM Partî ku em pêkhateya wê ya damezrîner in, çeperê têkoşîna demokratîk û yekîtiya gel e. Em li her devera ku lê birxistinkirî ne, bi namzetên DEM Partiyê re ketina hilbijartinan wê ji pêvajoyê re bibe bersiva herî xurt û helwesta polîtîk. Partiya me wê li her bajar-navçeya ku bi DEM Partiyê re ketî hilbijartinan, bi hemû hêza xwe bi rengekî aktîf tevlî xebatan bibe.
Ji bo ku şaredariyên ku du deman bi êrîşên qeyûm hatin desteserkirin, car din bên qezenckirin û parastin wê têkoşîn bê meşandin û partiya me jî wê bi rengekî aktîf di vê têkoşînê de cih bigire.
ESP mîna hilbijartinên berê wê di vê hilbijartina herêmî de jî banga deng dayîna namzetên bûrjûwayê neke.
Yek ji wezîfeyên esas a partiya me ew e ku karker, kedkar, jin, ciwan û gel li dijî faşîzmê çeper bigirin û îradeya têkoşîna yekgirtî mezin bike. Wê bi vê perspektîfê lêgerînên tifaqê yên partiyên cur be cur ên ji tevgerên çep û kedkar jî bişopîne; wê piştgiriyê nede ti pêşniyarên namzetan ên bi karakterên sosyal şoven û afirandina tifaqê bi wê re.”