Bi Wezîrê Parastinê yê Kobanê Îsmet Şêx Hesen re em dûr û dirêj axivîn. Çîroka mirovekî dozê, siyasetmedarekî, dîplomatekî mijara sohbetê bû. Gotin her carê diçû ser salên 1980’î, diçû ser kolanên teng ên Kobanê, rojên giran ên Rojava.
Îsmet Şêx Hesen ku wê demê hevrêtî ji Bavê Welat (Salih Muslim) re dikir, qala kesayetî, serpêhatiya wî ya jiyanê, siyaset, dilnizmî, lîderiya gel a Bavê Welat parve kir û bi me er qala şehadeta Bavê Welat û meşa nîv sed salî kir.
Şêx Hesen fikrê Rêber Apo pejirandiye û ev fikir ji xwe re kiriye esas. Salên dûr û dirêj bû hevrêyê herî nêz ê Bavê Welat. Bi hev re siyaset kirin, berdêl dan û zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirin. Bîranînên Şêx Hesen jiyan, sekn û keda Bavê Welat careke din raxist pêş çavan.
Di her hevoka wî de bîranîne, di her bîranînê de jî şopek hebû. Bi vî rengî qala Bavê Welat kir:
“Destpêka salên 1980’î bû. Li nava kolanên Kobanê min wê demê yekemcar Bavê Welat dît. Sekneke xwe ya bêdeng, lê bi biryar hebû; yekî têgihiştî bû ku bandor li mirovan dikir. Wê demê jî diyar bû ku ew mirovê rêwîtiyeke dirêj bû, ne ya jiyaneke ji rêzê bû.
Di sala 1951’ê de li gundekî Şêrawayê ji dayik bû bû. Di ciwantiya xwe de li Tirkiyeyê kîmya xwendibû. Piştre berê xwe dabû Erebistana Siûdî; li Riyadê li şîrketeke petrolê weke karmendekî xebitî bû. Cîhan dîtibû, ji nava çandên cuda derbas bûbû lê belê biçûya ku derê di dil û mejiyê de wî de timî warê wî, Kurdîtî hebû.
Gava li Kobanê vegeriya bajar ew yekser nas kir. Li cihekî ku çanda eşîrê lê diyar bû, eşkere bû ku kî kî ye. Lê belê sekna Bavê Welat ji van sînoran wêdetir bû. Welatparêzî, rewşenbîrî, danheviya wî ya entelektuelî dikir ku her kes lê guhdarî bike. Xwedî karakterekî kêmdîtî bû, hem zane, hem dilnizm hem, hem wêrek hem jî aram bû.
PÊŞENGÎ JI GELÊ XWE RE KIR
Welatparêzî ji bo wî ne dirûşmek bû lê şêweyeke jiyanê bû. Ji bo wî qîmetê mirov, esîlbûna mirov gigrîng bû. Zanîbû ji welêt hez bike; ti carî dest ji Kurdîtiya xwe bernedida. Berdêla vê dozê jî destpêkê bi malbata xwe re da. Lê belê ew berdêl bi demê re veguherî ronahiyekê; ji malbata xwe dstpê kir û li nava gelê Kobanê, eşîran, Rojava û derdoreke berfireh a civaka Sûriyeyê belav bû.
Jiyana Bavê Welat weke maratonekê bû. Nediwestiya. Weke meşvanekî ku bêhna wî qet naçike, gav bi gav bi pêş ve çû. Di salên 1980’î de dema ku tevgera azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê geş bû, em jî bi wî re bûn rêwiyê vê rêyê. Me hewl dan fikirên Rêber Apo fêhm bikin, bipejirînin û bi cih bînin
Dema ku li rabirdûyê dinihêrim, dibînim ku têkoşîna Bavê Welat ne tenê çîroka mirovekî bû; weke çîroka baweriyekê, cografyayekê û gelekî bû. Rêya ku ew li ser meşiya hîn jî li pey me şopekê dihêle.
MALBATA WÎ NAVEKDEKE BERXWEDANÊ BÛ
Di nava salan de malbata xwe tevlî vê têkoşînê kir. Hevjîna wî Eyşe Efendî û zarokên wî… Hemû jî mirovên dozê bûn. Welatparêzî di jiyana xwe de nîşan dan ne tenê di gotinê de. Şehadeta Şervan a li nava YPG’ê, tevlîbûna Azad a li nava gerîla… Ev malbat li Kobanê û Sûriyeyê bû yek ji pêşengên welatparêziyê. Ew navendeke berxwedanê bû, ne tenê malbatek bû.
Di pêvajoya rejîma Baasê de jî pêşeng bû. Rejîma Baasê timî zilm û zordarî dikir. Bavê Welat di salên bihurî de jî helwestek nîşan da. Li Sûriyeyê di salên 2000’î de ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin û li girtîgehê hate ragirtin. Hevjîna wî Eyşe Efendî jî bi heman rengî salekê li zindanên rejîmê ma.
Bavê welat timî digot, ‘Eger nasnameya me hebûya, welatê me hebûya kesî nikarîbû em bigirta’.
Ji ber vê yekê ti carî dest ji têkoşînê berneda. Li aliyekî zextên rejîmê dewam dikir, li aliyê din jî gelê xwe bi rêxistin kir. Di dema rejîma Baasê de bi deh hezaran mirov tevlî têkoşînê kir. Li Kobanê mirovên xwende, endezyar, rewşenbîr, mamoste, doktor hemû li hev kom dikir û civîn lidar dixist. Qalê dikir ku Kurd civakek, gelek, neteweyek e. Bi salan xebitî, civîn lidar xist û kedeke mezin da.
EM BI ŞENS IN KU RÊBEREKÎ ME HEYE
Bîranîneke Bavê Welat a ku di hişê min de ma ew bû ku êvarekê li Kobanê ew gotin gotibû. Gotibû, ‘Em miletekî gelekî bi şens in’. Piştre bi têgihiştineke mezin dewam kiribû: ‘Çawa di nava ol û çandan de Rêber hene… Çawa şoreşgerek radibe û rêya gelekî ronî dike. Rêberekî gelekî çê dibe. Yê me jî Rêber Apo ye’.
Dema ku ev gotin digot li ser rûyê wî nîşaneyeke mezinkirinê nebû. Weke ku rastiyeke bi salan ispat bûye dianî ziman.
Piştî sala 2011’an li Sûriyeyê rewş guherî Bavê Welat li Rojava hîn çalak bû. Dema pêwîstî pê hebû bû Hevserokê PYD’ê, dema pêwîstî pê hebû pêşengî ji têkoşîna Kurdan û gelên Sûriyeyê re kir. Piştî salên 1990’î gelek hevalên wî ji vê dozê bawer kirin û dema derbasbûyî şehîd bûn: Şîlan Kobanê, Osman Dadalî, Îsa Hiso û bi sedan ji wan…
Di nava Kurdan de hate naskirin, li Ewropayê karên dîplomatîk meşand. Li paşeroja Sûriyeyê, li mafên gelê Kurd fikirî. Ji bo yekîtiyê di nava Kurdan de ava bike gelekî hewl da. Di vê mijarê de bi roleke girîng rabû.
Bavê Welat di nava jiyana xwe de ji bo xwe tiştek nekir. Wekhevî parast, têkoşîna dîrokî ya Kurdan û nirxên wan parast. Bi salan rûnişt û parêzname wergerand. Parêznameyên Rêber Apo bi Erebî wergerand. Digot, ‘Em parêznameyan wergerînin, bila gelê me bixwîn’. Bi pênûsa xwe, bi kesayetiya xwe ya entelektuel û hişmendiya xwe xizmeteke mezin ji gelê xwe, ji ciwanan re kir.
Çima bersiv neda pirsa Rûdawê?
“Di Nîsana 2025’an de li Qamişloyê dema Konferanas Yekîtiya Kurdan hate lidarxistin, nûçegihanê Rûdawê mîkrofona xwe dirêjî Bavê Welalt kir, lê wî bersiv nedabû. Piştre sedema wê bi min re parve kiribû:
‘Li Sûriyeyê her roj canên me li ber xwe didin; şervanên me, keçên me, ewladên me li eniyê li ber xwe didin. Em nikarin ji wan re bibêjin ‘Mir, hatin kuştin’. Ji ber wê min bersiv neda’.
Piştre di bernameyeke Rûdawê de lê zêde kiribû. Nerazîbûna wî ne ji kesan bû, lê ji zimanê çapemeniya Kurd bû.
AGAHIYA LI SER ŞEHADETA WÎ
Min di jiyana xwe de gelek agahiyên li ser şehadetê wergirt. Li Rojava, li Sûriyeyê me gelek windahî dan; gelek dostên min, gelek hevrê şehîd bûn di nava wê bêdengiya giran de. Lê belê ti ji wan bi qasî agahiya li ser şehadeta Bavê Welat bandor li min nekir.
Wê rojê her roj ji rêzê destpê kiribû. Li kolanan giraniya şer hebû lê belê ez hînî wê atmosfera giran bû bûm. Bi carekê keçeke biçûk hat gel min. Bêhn lê çikiya bû; di nava çavên wê de hem tirs hem jî fikar hebûn.
Bi dengê xwe yê biçûk, lê weke ku barê cîhanê li ser milê wê bû got: ‘Bavê Welat şehîd bû’.
Wê wextê dem sekinî. Deng bêdeng bûn. Di dilê min de her tişt şikest. Min tasek av vexwar; dema ku di qirika min re derbas dibû dişewitand. Min hewl da bi ser xwe ve bêm, lê valahiya di dilê min de mezin dibû.
Hevalên min li rûyê min nihêrîn:
‘Gotin, tu nexweş e, çi bû?’
Gotin di ber min de man:
‘Bavê Welat şehîd bû’.
Dema ku min ew gotin got, di dilê min de çiyayek bi bêdengî hilweşiya. Wê agahiyê bandoreke giran li min kir.
DOZ DEWAM DIKE
Min ji xwe re got, ‘Êdî yekane tişta ku dikarim bikim ew e ku bi rengekî hêja doza wî dewam bikim’ Ji ber ku Bavê Welat ne tenê mirovek bû; ew mirovekî dozê bû ku li çar parçeyên Kurdistanê dihate naskirin, bi salan siyaset û têkoşîn meşandibû. Ji dayina berdêlan xwe nedabû alî, her zor û zehmetî ji holê rakiribû. Dostek bû.
Cih, gotin û sekna wî ya li nava civakê cuda bû. Di demên herî zehmet de em bi hev re man; me heman sifre parve kir, ji nava heman xeteriyê derbas bûn. Em bi hev re xebitîn, me bi hev re li ber xwe dan. Mirov ji bo wî çi bibêje jî kêm dimîne.
Şehadeta Bavê Welat ne tenê windakirina mirovekî ye; kêmbûna demekê, hişmendiyekê û sekneyê ye. Di heman demê de doz, wasiyet û têkoşînek ji me re hişt. Ji wê rojê ve wî dengê wî yê aram, têgihiştî û bi biryar dibîzîm: Doz dewam dike.”

