Rojhilata Navîn demeke dirêj e di nava şer û destwerdanên nû de jinûve tê dîzaynkirin. Pêvajoya ku bi pêla êrişê ya Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir îro bi destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê ya li Îranê dewam dike.
Di vê pêvajoyê de ku rêveberiya Sûriyeyê radestî HTŞ’ê hate kirin, li Rojhilata Navîn karên jinûve avakirinê yên li gorî daxwaza DYE’yê dewam dike. Tirkiye jî di navenda vê pêvajoyê de ye.
Siyasetmedarê Qisrisî û Pisporê Têkiliyên Derve Prof. Dr. Mehmet Hasguler pêvajoya li Rojhilata Navîn, pêvajoya navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Hasguler anî ziman ku şerê li Sûriye, Xeze û Îranê ji hin aliyan ve dişibin hev, ji hin aliyan ve jî ji hev cuda ne û got, “Dibe ku Lubnan jî karibe li vê yekê bê zêdekirin; ku şerekî topyekûn nebe jî ji aliyê fêhmkirina çavkaniya şerê li deverên din, Lubnan dikare hin nîşaneyên pratîkî pêşkêş bike.
Ya ku li Sûriye, Xeze û Lubnanê qewimî şerekî wekaletê bû. Îsraîl, beriya li hemberî Îranê dest bi şer bike li van deveran li hemberî wekîlên Îranê şerekî giran kir.”
Hasguler diyar kir ku Îsraîl ku şerê xwe li van deveran qedand, ji bo rejîma li Îranê biguherîne yan jî hilweşîne bi DYE’yê re dest bi êrişeke giran a li ser vî welatî kir û got, “Lê belê Îran ji texmîna wan cudatir berxwedêr derket û tifaqa DYE û Îsraîlê fêhm kir ku wê nikaribe vî welatî hilweşîne. Ji xwe ji ber vê yekê DYE û Îsraîl di mijara Îranê de ji hev cuda bûn. Ji vir û pê ve tifaqa DYE-Îsraîlê ji bo guhertina rejîma li Îranê berê xwe da rêyên cuda.”
‘RÊVEBERIYA RÛM A NÛ DI BIN BANDORA ÎSRAÎLÊ DE YE’
Hasguler destnîşan kir ku rêveberiya Rûm a nû ya li Qibrisê ji her demê bêhtir bi Îsraîlê re xwedî têkiliyeke zêde ye, bandora Îsraîlê gelekî tê xuyakirin û got, “Ji aboriyê heta bi parastinê ji îstîxbaratê heta bi têkiliyên navneteweyî ji her demê bêhtir bandoreke mezin a Îsraîlê heye. Welatiyên Îsraîlê bê navber li Qibrisê xakê dikire; li bakur hin tax ava bûn ku Qibrisî nikarin bikevin nava wan taxan û tenê Îsraîlî lê dimînin. Ev rewş di nava welatiyên Rûm de bû sedema gumaneke cidî. Gelek mirov difikirin ku serweriya giravê ketiye bin kontrola Îsraîlê. Yanî Qibris heta niha meseleyek di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de bû; êdî bûye meseleyek navbera Tirkiye û Îsraîlê.
Yewnanistanê jî piştgirî da tifaqa Rûman a bi Îsraîlê re û di navbera wan de tifaqeke xurt a sêalî ava bû. Lê belê aktorên li Qibrisê ne tenê ev in. Fransa û DYE’yê jî ji başûr baregehek kirîn, her wiha balkêş e ku Rûman xwe nêzî Hindistanê jî kirine.
Qraliyeta Yekbûyî ku hêza mêtinger a berê ya giravê ye û yek ji welatên garantor e ji vê rewşê aciz e, lê balkêş e, Bruksel nerazîbûnekê nîşan nade ku Qibris endamê Yekîtiya Ewropayê ye.”
‘MESELEYA KURD MESELEYEKE ETNÎKÎ Û NETEWEYÎ NÎNE’
Hasguler diyar kir ku meseleya Kurd meseleyeke etnîkî û neteweyî nîne, Kurd li çar welatan dimînin, bi rêxistinin û got, “Lê belê li her çar welatan Kurd li gel aliyên dişibin hev, her wiha xwedî rabirdû û tecrûbeyeke cuda ya siyasî ne. Di vir de mesele ew e ku her welat di nava xwe de vê meseleyê bi nêzîkatiya demokratîk û razîbûna aliyan çareser bikin. Yanî pirsa esasî ev e: Meseleya Kurd wê bi nêrîna ewlekariyê bê nirxandin an jî bi rê û rêbazên demokratîk bê nirxandin?”
‘ÇARESERIYA AŞTIYANE YA MESELEYA KURD WÊ TEVKARIYEKE MEZIN LI POLÎTÎKAYA DERVE BIKE’
Hasguler anî ziman ku çareseriya meseleya Kurd bi rengekî aştiyane ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e û got, “Rast nîne ku mirov vê pêvajoya dawî ji bûyerên herêmî cuda binirxînin. Dewlet li gel polîtîkayên xwe yên navxweyî li gorî bûyer û bandora jeopolîtîk jî biryaran didin û dixin meriyetê. Paşeroja Sûriyeyê, encamên şerê Îranê, hevsengiyên li Iraqê, qirkirina li Xezeyê, rewşa Lubnanê; ev hemû dibin sedem ku Tirkiye neçar bimîne ku hesabên stratejîk bike.
Çareseriya meseleya Kurd a bi rêya aştiyane, tevlîbûna demokratîk a di vê mijarê de û nêzîkatiya bi rewabûna civakî wê tevkariyeke mezin li hêza Tirkiyeyê ya li polîtîkaya derve bike.”
Hasguler destnîşan kir ku serketina pêvajoya aştiyê ji bo wesfa lîderiya herêmî ya Tirkiyeyê girîng e û diyar kir ku serketina pêvajoya aştiyê wê Tirkiyeyê hîn bêhtir bide pêş.
Hasguler anî ziman ku li Rojhilata Navîn dibe ku avanî û dewletên nû ava bibin û got, “Bi dîtina min, li herêmê dibe ku avaniyên nû ava bibin ku karibin li gorî sîstema global tevbigerin. Lê belê guhertîneke têkildarî sînoran dikare zehmetiyên hîn girantir bi xwe re bîne. Lewma ne bawer im ku pêvajo derbasî qonaxeke welê bibe ku dewletên berê ji holê rake û dewletên nû ava bike.
Di 10 salên pêş de yek ji mijarên herî girîng wê misogerkirina ewlehiya enerjiyê be. Me ev yek di krîza Hurmuzê de dît. Tirkiye ji ber rewşa xwe ya cografî, danheviya xwe ya dîrokî û kapasîteya dewletê di vê mijarê de wê derkeve pêş.”
Mehmet Hasguler kî ye?
Siyasetmedar, nivîskarê Qibrisî Prof. Dr. Mehmet Hasguler ku li Zanîngeha Lefke Ewropayê wezîfeyê dike, di navbera salên 2009-2010’an de weke şêwirmendê siyasî yê Serokwezaretiyê li Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC) wezîfe kir. Di navbera salên 2010-2014’an de weke şêwirmendê polîtîkaya derve ya Serokkomar Dervîş Eroglû wezîfe kir.

