Ev ne tenê rêbazek şer e ku mînakên wê di dîrokê de têne dîtin. Şer her tim qirêje û zehmetiyên xwe hene. Lê berxwedan jî bi israr li hember vê yekê dimeşe û mirovên ku serê xwe natewînin li ber xwe didin.
Di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, di navbera çemên Dîcle û Firatê ku di pirtûkên pîroz de wek “bihişt” tê pênasekirin ev herêm wek destpêka mirovahiyê tê zanîn. Her weha di vê erdnîgariyê de gelek şer û berxwedanên li dijî dagirkeriyê qewimîne.
Di cihanê de û di hafizaya gelê Kurd de jî erîşa çekên kîmyayî ya ku bi navê “Bêhna Sêvê” tê zanîn – komkujiya Helebçeyê – tu carî nayê ji bîrkirin.
Di dîrokê de heta roja îro jî siyaseta tune kirin, qirkirin û îmha kirin li ser gelê Kurd tê meşandin; siyaseta ku dixwaze wan bê nasname, bê çand û bê hafiza bihêle.
KOMARA IRAQ Û SEDDAM HUSEYÎN
Komkujiya Helebçeyê qonaxa 8’emîn û ya dawî ya Operasyona Enfalê ye. Ev operasyon di bin serdestiya Seddam Huseyîn de hate meşandin.
Enfal yek ji projeyên siyasî yên tune kirin û imha kirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bû, ku di nav sînorên Iraqê de ye. Iraq dewleteke federal a li Rojhilata Navîn e û Herêma Kurdistanê jî di nav sînorên wê de cih digire. Beriya ku Iraq serxwebûna xwe îlan bike, welat di bin Mandatiya Brîtanyayê de dihat rêvebirin. Iraq di sala 1923’yan de serxwebûna xwe bi dest xist û di dîroka nêzîk de nêzî 40 sal di bin serdestiya Partiya Baas de ma. Komara Iraqê di 14’ê Tîrmeh 1958’an de piştî rûxandina Keyaniya Iraqê hate avakirin.
Serokê yekem ê Komara Iraqê Muhammed Necib er-Rubai bû. Seddam Huseyîn jî serokê pêncemîn a komarê bû. Seddam Huseyîn di 28’ê Nîsan 1937’an de li gundê El-Awce, ku nêzî Tikrîtê ye, ji malbateke xizan a ji eşîra Albu Nasir hat dinyayê. Ew çar salên pêşîn ên jiyana xwe li cem xalê xwe Xeyrallah, ku efserê leşkerî bû, derbas kir.
Di sala 1956’an de xalê wî teşwîq kir ku bikeve akademiyeke leşkerî, lê di azmûnên wergirtinê de bi ser nakeve. Di sala 1957’an de tevlî Partiya Baas dibe. Di salên 1968–1979’an de wek cîgirê serok kar kir û di 1979’an heta 2003’yan weke serokwezîr peywir girt. Seddam endamekî girîng ê Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb bû.
Di dema cîgirê serokatiyê de, Seddam bi neteweyî kirina Şîrketa Petrolê ya Iraqê aboriya welêt guherand. Ew pêşengiya şerên Iraqê li dijî Kurdan kir û serhildanên Kurd tepeser kir, heta ku Peymana Cezayîrê bi Îranê re piştgiriya ji Kurdan re qut kir.
Piştî îstifaya Ahmed Hasan el-Bekir, Seddam desthilatdarî bi fermî girt û bû serokê Iraqê. Di dema serokatiya wî de, gelek meqamên girîng ên desthilatdariyê bi piranî ji aliyê Erebên Sunnî ve hatin dagirtin.
Ji 1987’an û pê ve rejîma Seddam li dijî Kurdan kampanyayek qirkirinê ya sîstematîk da dest pê kirin. Di wan salan de “herêmên qedexe” li Kurdistana Iraqê hatin ragihandin. Elî Hesen Mecîd, pismamê Seddam – ku bi navê “Eliyê Kîmyewî” tê zanîn – wek berpirsiyarê herêma Kurd hate tayînkirin. Di 17’ê Cotmeha 1987’an de jî serjimêrek neteweyî hate kirin ku ev hemû amadekarî ji bo Operasyona Enfalê bûn.
Operasyona Enfalê wek 8 qonax hate plankirin û di dîrokê de wek kampanyayek qirkirinê ya li dijî Kurdan tê zanîn. Navê Enfalê ji Sûreya Enfalê ya di Quranê de hatiye girtin. Esasê vê operasyonê li ser talankirin, şikandina civakê û tune kirina gelê Kurd bû.
Enfal wek siyasetek tune kirin û imha kirina gelê Kurd bi awayekî xedar û bê exlaq hate meşandin. Qonaxa herî dawî ya vê kampanyayê di 16’ê Adara 1988’an de li Helebçeyê qewimî, ku leşkerên Iraqê çekên kîmyewî yên ku li cîhanê di şer de qedexe ne li dijî sivîlan bi kar anîn.
QONAXÊN ENFALÊ -QIRKIRIN Û WÊRANKIRIN-
Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Seddam Huseyîn û di bin rêveberiya Elî Hesen Mecîd de hate meşandin. Ev operasyon bi 8 qonaxan hate kirin. Di encama wan de nêzî 182 hezar Kurd hatin qetlkirin û nêzî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin û wêrankirin.
1-QONAXA YEKEMÎN
Qonaxa yekem di 23’yê Sibatê 1988’an de bi pêşengiya wezîrê parastinê yê wê demê Sultan Haşim li gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş êrîş hatin dest pê kirin. Gelek gund û navçe hatin wêrankirin. Ev qonax heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir.
2-QONAXA DUYEMÎN
Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem li navçeyên Qeredax, Tekiye, Segrime, Derbendibaser, Silêmanî û Qupî Qerax dest pê kir. Di vê qonaxê de gelek gund û navendên herêmê hatin girtin û talankirin. Ev qonax heya 1’ê Nîsana 1988’an dom kir.
3-QONAXA SÊYEMÎN
Di 7’ê Nîsana 1988’an de qonaxa sêyem li navçeyên Germiyan dest pê kir. Ev qonax yek ji êrîşên herî mezin û dijwar bû. Êrîş li navçeyên Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw û Tekiye hatin kirin. Di 14’ê Nîsana 1988’an de nêzî 20 hezar jin, zarok û zilam hatin girtin. Ev qonax jî heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewam kir.
4-QONAXA ÇAREMÎN
Ev qonax di navçeyên Rêdar, Axcelar, Teqteq û Deştî Koyê û hin gundên Germiyan de pêk hat. Di vê demê de gelek gund hatin bombebaran kirin û wêrankirin.
5-QONAXA PÊNC- ŞEŞ Û HEFTEMÎN
Van qonaxan li navçeyên Rawanduz, Xelifan, Xuşnaw, Dulî Balyisan, Dulî Melekan, Dulî Wertê, Dulî Hiran û Simaqelê pêk hatin. Êrîş ji 15’ê Nîsanê heya 26’ê Tebaxa 1988’an dewam kir.
6-QONAXA HEŞTEMÎN Û HERÎ DAWÎ
Qonaxa dawî li navçeyên Behdînan dest pê kir û di navçeyên Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê de pêk hat. Ev qonax ji 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’an berdewam kir. Di vê demê de gundên li çiyayê Garê bi bombeyan hatin topbarankirin û gelek cih hatin wêrankirin.
ÎNIYA BI XWÎN
Komkujiya Helebçeyê, an jî êrîşa bi gaza jehrî li ser Helebçeyê, beşek ji Operasyona Enfalê ya rejîma Seddam Huseyîn bû. Ev operasyon ji bo tepeserkirina serhildana Kurdan li bakurê Iraqê di navbera salên 1986 û1988’an de, di dema Şerê Îran û Iraqê de hate meşandin. Ev êrîşa bi gazên jehrî, ku wekî Îniya bi xwîn an jî Kîmyabarana Helebçeyê tê zanîn, wek komkujiyek li dijî gelê Kurd tê hesibandin.
Lêkolînên bijîşkî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine kirin nîşan didin ku di êrîşê de gaza xerdelê û hin gazên demarî hatine bikar anîn. Ev kîmyabaran bi fermana Seddam Huseyîn û di bin fermandariya Elî Hesen El Mecîd ku bi navê “Eliyê Kîmyewî” jî tê zanîn hate kirin. Armanca wê jî rawestandina pêşveçûna artêşa Îranê bû.
‘DAYÊ EZ BÊHNA SÊVAN DISTÎNIM’
Di 16’ê Adara 1988’an de bajarê Helebçe ji aliyê balafirên MiG-23 ve bi bombeyên gazên jehrî hate bombebarankirin. Li gorî texmînan, di vê êrîşê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn.
Di dema êrîşê de bêhneke bihêz a sêvan li herêmê belav bû. Zarok ber bi wê bêhnê ve bazdan û peyva wan a dawî pir caran ev bû: “Dayê, ez bêhna sêvan distînim.” Ji ber vê yekê ev trajedî di nav gel de bi navê “Bêhna Sêvê” jî tê zanîn.
Ev êrîş di dîrokê de wek “Komkujiya Helebçeyê” hate tomar kirin.
Rojnamevanek ku şahîdiya vê komkujiyê kiribû wiha dibêje:
“Tiştê ku min dît, yek ji dîmenên herî dijwar ê jiyana min bû. Li kolan û quncikên dîwaran laşê mirovan hebûn. Gava min ji nêz ve dît, min fêm kir ku gelek kes di hewldana parastina xizmên xwe de jiyana xwe ji dest dane.”
ENCAMÊN WÊRANKARIYA ENFALÊ
Li gorî daneyan:
871 gund û 6 navçe hatin şewitandin.
381 dibistan û 657 mizgef hatin wêrankirin.
Bi sedan zeviyên çandiniyê hatin şewitandin û talankirin.
Bi sedan çem, kanî û bîr hatin rûxandin.
185 navend û cihên pîroz hatin rûxandin.
1435 bax û baxçe hatin şewitandin.
570 ton dexlûdan û 17 hezar 220 traktor û amûrên din hatin wêrankirin.
472 hezar 770 mih û bizin û 15 hezar dewar hatin telefkirin.
Li gorî daneyan, di giştî 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar kes bûne qurbanî. Tenê di qonaxa sêyem ya li ser Germiyan de nêzî 45 hezar kes hatin qetlkirin û 777 malbat temamî winda bûn.
Endamê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Fûat Baban, di gotarekê de diyar kir ku rêjeya kêmasiyên ji dayik bûnê li Helebçeyê 4 û 5 qatan ji ya Hiroşîma û Nagazakî zêdetir e.
Heta îro jî bandorên kîmyabarana Helebçeyê li ser civaka herêmê didome.
BIRYARA KU JI BO SEDDAM HATÎ GIRTIN
Seddam Huseyîn ji ber Komkujiya Helebçeyê hate darizandin. Ew bi jenosîdê li dijî Kurdan hate tawanbarkirin. Her wiha di Komkujiya Duceylê de jî bi sûcên li dijî mirovahiyê hate mehkûmkirin û bi darvekirinê hate cezakirin.
Dadgeha Bilind ya Ceza ya Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helebçeyê bi fermî wek qirkirin nas kir.
GEFÊN LI SER ÎMHAKIRINA KURDAN BERDEWAM E
Her çend êşa Helebçeyê hîn jî kêm nebûye, di Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Êzîdiyên Şengalê kir. Di encama wan êrîşan de bi hezaran jinên Êzidî yên Kurd hatin revandin, kuştin û wek cariye hatin firotin.
DAÎŞ’ê bi êrîşên xwe yên li ser Şengal, Kerkûk û Mexmûr re hewl da komkujiyeke mezin pêk bîne. Lê bi saya berxwedana gerîlayên HPG û YJA STAR’ê pêşiya gelek komkujiyaan hate girtin.
Di sala 2015’an de Şengal ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî wê, gelê herêmê xweseriya xwe ava kir û hêzên parastinê yên YBŞ û YJŞ ava kirin da ku ax û warên xwe biparêzin û pêşiya ferman û komkujiyan bigirin.
Îro jî di Rojhilata Navîn de projeyên nû yên siyasî têne çêkirin. Lê gelê Kurd û Kurdistan hîn jî li hember siyaseta komkujî û îmhakirina xwe rû bi rû ne. Bi rêbazên cûda wekî bîrçîbûn, valakirin û bêparastin hiştina erdnîgarî û aboriya xweciyê, hewl tê dayin ku gel ji welatê xwe were dûrxistin.
Ev polîtîka di heman demê de rêya koçberiyê ber bi welatên Ewropayê ve vedike ku ciwanan ji welatê xwe dûr bikevin û nifûsa herêmê kêm bikin. Ev jî wek rêbazek dagirkirinê bi valakirina xakê tê dîtin.
Statûya Kurdan û rêvebirina xwe bi awayekî demokratîk gelek caran nayê qebûl kirin. Ev yek îro jî li Rojava û li her aliyên Kurdistanê bi awayekî eşkere tê dîtin.
Her wiha, çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin girtin û veguhestin zindanên Iraqê, hîn jî metirsiyek ji bo ferman û komkujiyên nû ne.
Di gelek plan û hevkêşeyên siyasî de, siyasetên qirkirin û îmhakirina Kurdan hîn jî wek bingeh têne bikar anîn. Di van siyasetên qirêj de her dem jin, zarok û ciwanên gel dibin hedef.
Di roja me ya îro de jî tê dîtin ku di projeya nû ya Rojhilata Navîn de hebûna Kurdan hîn jî bi tevahî nayê qebûl kirin. Ji ber vê yekê siyasetên qirkirin û îmhakirina Kurdan hîn jî berdewam dikin.

