Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, ragihand ku du girtiyên siyasî li Girtîgeha Qêzêhêsar a li Kerecê hatine darvekirin.
Li gorî nûçeyê, Akber Daneshvarkar (60) û Seyyed Mohemmed Taghavi (59) bi dizî hatine darvekirin.
Ev her du girtî di sala 2023’yan de hatine girtin. Bi tohmeta endametiya Rêxistina Mucahîdên Gel û “serhildanê” cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Her wiha bi tohmeta beşdarbûna di kiryarên terorîstî, çêkirina teqemeniyan û avakirina komên neqanûnî hatine tawanbarkirin.
Di heman dozê de 4 girtiyên siyasî yên din jî tên darizandin.Tê diyarkirin ku ev kes jî di bin xetereya darvekirinê de ne.

