Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Kaldiraç û gelek sazî û rêxistinan, bi boneya salvegera Komkujiya Kizildereyê li ser gora Mahîr Çayan a li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê bîranîn li dar xist. Girseya ku ji bo bîranînê hate goristanê, heta gora Çayan meş li dar xist.
Di meşê de posterên Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Îbrahîm Kaypakkaya û gelek şoreşgerên pêşeng hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî şoreş û sosyalîzm” û “Mahîr, Huseyîn, Ulaş heta rizgariyê” hatin berzkirin.
Serokê Federasyona Şoresgerên 78’an Huseyîn Esenturk bi lêv kir ku tekoşîna wan didome û got ku heta serkeftinê ew ê têkoşînê bidomînin.
‘EM TÊKOŞÎNA WAN TU CARÎ JI BÎR NAKIN’
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bîranînê de axivî û bi lêv kir ku Mazlum Dogan ji bo çi canê xwe dabe Mahîr Çayan û rêhevalên wî jî ji bo wê canê xwe dane û wiha got: “Êşa me yek e. Têkoşîna me jî divê yek be. Tevgera azadiyê ya Kurd û Tevgera Sosyalîst divê bi hev re têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje têkoşîna min têkoşîna Mahîr Çayan e. Fikir û rêmanên Mahîr Çayan di nava DEM Partiyê de zindî ye. Dîsa birêz Ocalan dibêje divê Tevgera Azadîyê ya Kurd û Tevgera Sosyalîst bi hev re têbikoşin. Bêyî vê yekê serkêftin ne pêkan e. Deriyê me ji hemû Sosyalîstan re vekiriye. Wan ji bo piştgiriyê canê xwe dan. Em têkoşîna wan tu car ji bîr nakin.”
MÊRSÎN
Komeleya 68’an a Mêrsînê jî ji bi boneya salvegera Komkujiya Kizildereyê li Parka Zarokê Azad a navçeya Akdenîzê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatibûn qetilkirin û pankarta “Kizildere ne dawî ye têkoşîn didome” hate hilgirtin. Daxuyanî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dirûşmên “Kizildere ne dawî ye, têkoşîn didome”, “Bijî piştevaniya şoreşger”, “Mahîr, Huseyîn, Ulaş, heta rizgariyê şer”, “Bijî biratiya gelan” û “Dê hesabê Kizildereyê were pirsîn” hatin berzkirin.

