Meşa Amarayê ya ku her sal di 4’ê Nîsanê de bi boneya roja jidayikbûna Rêber Apo tê lidarxistin, îsal jî bi şiyara “Bi Rêbertiya Azad ber bi yekitiya neteweyî ya demokratîk ve” pêk tê. Meşa Amarayê ya ku cara yekem di 4’ê Nîsana 2004’an de hatibû kirin, tevî astengiyên desthilatdariyê jî girseyî bûn. 4’ê Nîsana 2004’an ku bi deh hezaran kes li ser riya Amarayê gihîştin hev, ji ber ku yekem bû hem pir bi girseyî derbas bû û hem jî rastî êrişên tund ên dewletê hat. 22 sal in tevî hemû astengiyan jî bi hezaran welatî berê xwe didin gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê. Welatiyên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Rêber Apo herikîn Xelfetiyê, ji ANF’ê re axivîn.
EV DÎROK JIDAYIKBÛNA GELEKÎ, YA JINAN Û YA XWEZAYÊ YE
Bedriye Yorgun ku hatibû Amarayê, diyar kir ku 4’ê Nîsanê nikare tenê wekî rojeke jidayikbûnê were nirxandin û wiha got: “Wekî ku hûn dizanin îro 3’yê Nîsanê ye, sibê 4’ê Nîsanê ye. Roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Lê sînordarkirina Birêz Ocalan tenê bi Rêbertiya Gelê Kurd re, dê li hemberî wî neheqî be. Birêz Ocalan rêbertiyekî paradigmal e. Paradîgmaya wî bi rastî ji bo gelan, xweza, jin, ciwan û ji bo tevahiya mirovahiyê wateyekê îfade dike. Lewre di nav paradîgmaya wî de, ji bo azadbûna kedê, azadbûna jinê, azadbûna ciwanan û wekî tevahî ji bo azadiya gel û baweriyan wateyeke xurt heye.
Ji ber vê yekê Birêz Ocalan; gelan, ekolojiyê, xwezayê, kedê, ciwanan û wekî tevahî azadiya civakî îfade dike. Jidayikbûna wî ne tenê jidayikbûna mirovekî ye; di serî de jidayikbûna jinan e. Ez jî li ser navê xwe jidayikbûna Rêbertiyê wekî jidayikbûna xwe dibînim. Ev ne tenê wateyeke kesane ye; ji nû ve jidayikbûna jinan, gelan û hemû beşên civakê îfade dike.
Girtina rêbertiyê ya bi awayekî fîzîkî di nava betonên giravekê de, ji bo me nayê qebûlkirin. Vegerên wî yên teorîk nîşan didin ku divê ew di nav gelan de, di nav jinan de û li ser axa ku lê ji dayik bûye be. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber vê yekê daxwaza me ne tenê daxwazek e, têkoşînek e. Lewre azadî ne bi daxwazan, bi têkoşînê tê qezenckirin. Têkoşîna me ew e ku em pêşerojeke wisa ava bikin ku rêbertiya me bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî û di nav me de be.”
‘4’Ê NÎSANÊ ROJA HEBÛNA GELEKÎ YE’
Ramazan Karakaş jî anî ziman ku li Amarayê bûyîn ji bo wî wateyeke cuda hildigire û wiha axivî: “Wateya hebûna me ya li vir pir mezin e. Beriya her tiştî dixwazim vê diyar bikim; îro bi rastî ne tenê roja jidayikbûna mirovekî ye. Em vê rojê, meha Nîsanê wekî roja hebûna gelekî, neteweyekî pênase dikin. Em ji bo vê yekê li vir in.
Ez di jiyana xwe de cara yekem e ku karîbûm bêm Xelfetiyê. Hûn dizanin salên borî her tim qedexe û astengî hebûn. Her carê ku em dihatin, em neçar diman ku vegerin. Lê îro di dawiyê de me karî pê li vê axa qedîm bikin. Me li vir çêtir dît ku ev ax çiqasî bi rûmet û xwedî rabirdûyeke kûr e.
Aliyekî din ê girîng ê îro jî banga ku di 27’ê Sibatê de hatibû kirin e. Banga aştî û civaka demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan dabû destpêkirin pir girîng bû. Em îro hem ji bo xwedîderketina li wê bangê û hem jî ji bo ku bibin dengê wê peyamê li vir in. Di heman demê de em ji bo daxwaza xwe ya aştî, aramî û jiyana bi hev re bînin ziman li vir in. Îro dibe ku li vir bi hezaran kes hebin lê Birêz Ocalan navê wekî kesekî ye ku di dilê mîlyonan de cih girtiye. Azadiya wî ne tenê azadiyeke kesane ye; tê wateya azadiya gelekî, neteweyekî û heta azadiya hemû gelên bindest. Ji ber vê yekê azadiya wî ji bo her kesî girîng e.
Em dibêjin ku divê di zûtirîn dem de bigihîje azadiya xwe. Em dibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe’. Ev ne tenê sloganek e, ev têgihîştina me ya jiyanê ye. Lewre gava em dibêjin ‘Birêz Ocalan’, em ne tenê kesekî, em îradeya gelekî îfade dikin. Ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi awayê herî saxlem bimeşe, rola wî diyarker e. Ji ber vê yekê em difikirin ku divê ew ji mafê hêviyê sûd werbigire û bigihîje azadiya xwe.”
‘HETA EM SAX BIN EM Ê DI 4’Ê NÎSANÊ DE LI VIR BIN’
Fatma Surme ku hatibû Amarayê, hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em îro ji bo roja jidayikbûna Serokatiya xwe li vir in. Em ji bo roja jidayikbûna wî hatin û em dibêjin bila dinya bizanibe; ev serok, serokê gel e. Rêber Apo ji bo me wateyeke mezin hildigire. Ramanên ku wî derxistine holê, veguherîne ruhekî ku hebûn û nasnameya gelê kurd pênase dike. Heta em sax bin em ê pîrozkirina roja jidayikbûna wî bidomînin. Em mirovên temenmezin in, em rîspî ne lê tevî vê yekê jî em her sal tên vir. Lewre ev ne tenê pîrozbahiyek e, ev meseleya dilsozî û xwedîderketinê ye. Ji bo me ew; hebûn, ronahî û jiyana gelê kurd e. Ji ber vê yekê em her sal tên vir, silav û rêzên xwe diginin. Em roja jidayikbûna wî pîroz dikin û diyar dikin ku em her tim li cem wî ne.”
DAXWAZA AZADÎ Û AŞTIYÊ
Fatma Çelik a ku diyar kir tevî temenê xwe yê mezin jî her sal tê Amarayê, daxwazên xwe wiha anî ziman: “Em azadiya serokê xwe dixwazin. Lewre ew serokê me ye û ji bo me pir biqîmet e. Em difikirin ku li cîhanê rêberekî wekî wî nîn e. Em bi mîlyonan kurd in û azadiya wî dixwazin. Em dixwazin ku ew di meclîsê de cih bigire, bi gelê xwe re be, jiyaneke di nav aştî û biratiyê de were avakirin. Em welatekî dixwazin ku her kes tê de bi hev re û di nav aramiyê de bijî.”

