Di roja 4’an a Rojên Festîvala Amarayê ya bi şîara ‘’Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve” tê lidarxstin de gel xwe amade dike ku ber bi Taxa Amara ya ku Rêber Apo lê ji dayîk bûye, bimeşe. Wê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşê bibin.
Gelê ku ji bo meşê li Parka 4’ê Nîsanê kom bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz dikin û xwe ji bo meşê amade dike.

