Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li 10 bajarên Wan, Colemerg, Şirnex, Erzirom, Agirî, Mêrdîn, Elîh, Sêrt, Riha û di nav de, ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajar û navçeyan û endamên meclîsan pêşhilbijartan hatin lidarxistin. Pêşhilbijartinên ku di danê sibê dest pê kir û bi hezaran delege çûn ser sindoqan dengê xwe bi kar anîn. Dengdayîn saet di 17:00 de bi dawî bû û jimartina dengan dest pê kir.
PIŞTÎ JIMARTINÊ WÊ NAMZET DIYAR BIBIN
Yek ji bajarên ku herî zêde pêşhilbijartin qerebalix lê derbas bû bajarê Wanê bû, dengdayîn bi dawî. Li navçeya Rêya Armûşê, tevî ku dema dengdayînê bi dawî bû jî, ji bo dengê xwe bidin bi sedan kes li ber salona dengdayînê sekinîn. Ji saet 17:00’an pê ve hilbijêr nehiştin bikevin salona dawetê ya ku dengdayîn lê dihat dayîn, delegeyên di rêzê de dengên xwe dan.
Tê payîn ku li gelek navçeyan jimartin heta nîvê şevê dewam bike. Piştî ku jimartina dengan bi dawî bû, wê namzedên serkeftî ji raya giştî re bên eşkerekirin. Li herêmê benda ji sedî 50+1 derbas nebe wê sibê hilbijartina tûra duyemîn bên kirin.