Henan çar mehan li girtîgeha El Ektanê hate ragirtin. Dem bi dem êşkenceya fîzîkî lê hate kirin. Lêpirsîn ji aliyê komên cuda ve dihate meşandin û armanca wan eşkere bû: Bitirsînin û bikin îtirafkar. Henan got, “Pirsên weke ‘Tu çima tevlî YPJ’ê bû?, Tu çima şer dike?’ dikirin. Şaş didîtin ku em di temenê ciwan de şer dikin. Du şervanên din ên YPJ’yî hebûn. Hevaleke min birîndar bû. Em bi giştî şeş jin bûn. Zarok tine bû. Ez ketim destê HTŞ’ê û qet nedihat bîra min ku rojekê rizgar bibim. Digotin ‘Hûn nikarin ji vir derkevin’. Min jî digot, ‘Herî zêde wê bikujin an jî heta dawiya emrê xwe li vê derê bimînim’. Bi rojan nikarîbûm razêm. Hefteya dawî berpirsyarên girtîgehê gotin, ‘Hûn ê roja Şemiyê bêne berdan’.
Timî ferz dikirin. Digotin ‘Danheviyeke te ya siyasî heye, em ê te bişînin gel Ahmed el Şara’. Carna henekê xwe dikirin. Lê belê min timî ev digot: ‘Ez xiyanetê li hevalên xwe nakim’. Min bersiv neda ti pirsê.
Digotin, ‘Me Rojava hemû bi dest xistin’. Digotin ku ew ketine nava Hesekê. Ez ketim nava fikaran. Fikirînim ku ‘Gelo her der ketiye?’ Piştre min fêhm kir ku ne rast e.” Henan ku hîn bû wê bê berdan, qala wê kêliyê kir: “Hefteyekê xew neket çavên min. Ez gelekî kêfxweş bûm! Piştî çar mehan ji girtîgehê derketim. Ez ê hevalên xwe yên têkoşînê, malbata xwe bibînim. Hesteke welê ye ku nayê vegotin.
Dema li girtîgehê bûm, haya min ji lihevkirinekê tine bû. Tenê gotibûn, ‘Li Sûriyeyê efû derket, her kes dikeve ber’. Min digot, ‘Ez ê nikaribim ji vir derkevim. Lê belê min hêviya xwe bi temamî ji dest nedida. Ez li hevalên xwe yên jin difikirîm ku di dema şer de em bi hev re bûn. Bi hêza wan a manewî li ser piyan mam.
Sibeha Şemiyê saet di 5’an de em derxistin. Komên HTŞ’ê herî dawî gotin, ‘Hûn êdî azad in. Eger me nebaşî li we kiribin me efû bikin, eger me başî kiribin ji me bawer bikin û dua bikin’.
Dema ku ji Reqayê hatin Hesekê min digot, ‘Ez êdî miroveke azad im’. Jinûve ji dayik bûm. Min paçê reş ê li ser serê xwe rakir û hingî got, ‘Ez gihîştim azadiyê’. Min qet texmîn nedikir ku malbata xwe bibînim. Hestên gelekî giran bû.
Difikirîm ku ya wê min bikujin, ya jî wê min radestî komên ser bi Tirkiyeyê ve bikin. Dema ku min malbata xwe dît ez şok bûm. Girî, govend, kêfxweşî û xemgînî… Hemû di nav hev de bûn. Hîn jî gelek hevalên min ên dîlgirtî hene. Ez dixwazim ew jî bêne berdan. Dixwazim gellê me karibe vegere Efrîn û Serêkaniyê. Ez jineke Kurd im û şervan im. Daxwaza azadiya gelê xwe dikim.”

