Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) encamên civîna xwe ya 11-12’ê Nîsanê ya li Enqereyê bi encamnameyekê eşkere kir. Di encamnameyê de hate ragihandin ku şerê li Rojhilata Navîn kûr bûye bandorê li asta navneteweyî dike, ne tenê li herêmê.
Di encamnameyê de hate ragihandin ku di civînê de bûyerên siyasî, aborî û civakî yên ku Tirkiye tê re derbas dibe, atmosfera şer a ku li herêmê kûr dibe û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî hatin nirxandin û hate ragihandin ku ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema dema pêş biryar hatin wergirtin. Encamnameyê bi vî rengî dewam kir:
“Şerê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîl li Rojhilata Navîn dimeşînin ne êrişkariyeke asayî ye; nîşaneya hilweşîna siyasî ya pergala kapîtalîst û hegemonîk a cîhanê ye. Ji ber vê yekê, şerê li Rojhilata Navîn ji ber bandorên xwe ne şerekî herêmî, lê şerekî parvekirinê ye ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Di van şerên hegemonyayê de yên ku bi daxwaza parvekirin û kontrolkirina çavkaniyên petrol û enerjiyê tên meşandin, gel berdêla herî mezin dide. Tabloya şerê emperyalîst ê ku bi êrişkariya leşkerî ya li ser Îranê kûr dibe, rasterast bandorê li atmosfera siyasî û aborî ya cîhan û Tirkiyeyê dike ne tenê Rojhilata Navîn.
Şerê ku di navbera hêzên hegemonîk û hêzên statukoparêz de berdewam dike, ne tenê li ser xeta sînor diqewime; wekî buhabûn, enflasyon, xizanî, koçberî, bêewlehî û otorîterbûnê di jiyana hemû civakan de xwe nîşan dide. Li Rojhilata Navîn tu gel azad nabe bi şerê ku hêzên serdest ji derve ve li ser wan ferz dike. Tu welat jî bi rejîma zextê, dîktatorî û mîlîtarîzmê demokratîk nabe.
Weke DEM Partiyê; em careke din diyar dikin ku em di têkoşîna azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya hemû gelên herêmê û di serî de ya gelên Îranê de li cem wan in. Nasîna daxwazên demokratîk ên Kurd, Belûc, Azerî, Tirkmen, Fars, jin, ciwan, komên bawerî û nasnameyan şertê sereke yê çareseriya herêmî û aştiyê ye. Çareseriya mayînde, di avakirina modelên civakî yên piralî, demokratîk û azadîparêz de ye ku vîna gelan esas digirin.
Meclisa me ya Partiyê; erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê partiya me nirxandin da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku di serê rojevên bingehîn ên welat de ye, bigihîje armanca xwe ya sereke. Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya civakî ye. Di vê qonaxa heyî de ev rêya ku em ketinê ne tenê tercîheke siyasî ye, di heman demê de ji bo demokratîkbûn, aramiya aborî û yekbûna civakî ya welêt pêdiviyeke dîrokî ye.
Meclisa me ya Partiyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hem wekî sernavekî muzakereyê yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandiye, hem jî wekî bingeha avaker a siberoja demokratîk a Tirkiyeyê nirxandiye. Nayê qebûlkirin ku pêvajo bi hinceta polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn bê hêdîkirin, weke parçeyek ji siyaseta rojane bê dîtin û di nav polîtîkayên ewlehiyê de bê asêkirina, ev yek xeternak û cihê fikaran e.
Her ku di pirsgirêka Kurd de bêçareserî kûr dibe, Tirkiye demokratîk nabe. Heya demokratîkbûn pêk neyê, krîza aborî dibe mayînde. Bêhiqûqî û otorîterbûn, polarîzasyona civakî mezin dike. Heya aştiya navxweyî pêk neyê, li dijî gefên derve aştiya civakî û yekîtiya dîrokî nayê dabînkirin.
Ji ber vê yekê, mijara aştiyê ne tenê ya gelê Kurd e, bûye mijara hevpar a karker, kedkar, jin, ciwan, teqawît û hemû beşên civakî yên bindest. Lewma divê em bi zelalî bibêjin ku aştî ne bi paşxistinê, lê bi wêrekî û li ser bingeha baweriya dualî tê avakirin.”
JI BO AŞTIYEKE RASTEQÎN KARÊN DIVÊ BÊNE KIRIN
DEM Partiyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê û pêkhatina aştiyeke rasteqîn karên divê bêne kirin bi van xalan destnîşan kir:
“Pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye û divê rojek berî rojekê bikevin rojeva Meclisê. Divê derxistina qanûneke berfireh bi beşdariya hemû beşên civakê were armanckirin.
Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin.
Divê dawî li sepanên qeyûman bê anîn û şaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, vegerin ser peywirên xwe.
Divê girtiyên siyasî werin berdan û li gorî normên hiqûqa demokratîk sererastkirin werin kirin.
Divê “Qanûna Aştiyê” ya ku aştiya civakî garanti dike were derxistin. Civak êdî ne li benda gotinan, li benda garantiyê ye. Civak êdî ne soz, lê hiqûqê dixwaze. Civak êdî ne nediyariyê, lê vîneke şênber dixwaze.
Ji bo sazîbûna aştiyê, em careke din tînin ziman ku divê şert û mercên xebatê yên azad û çalak ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin; bingeheke demokratîk û hiqûqî ya ku bikaribe ramanên xwe rasterast bi civakê, saziya siyasetê û derdorên têkildar re parve bike û nîqaş bike, were avakirin.”
Encamnameya civîna rêveberiya DEM Partiyê bi vî rengî dewam kir:
“Li Tirkiyeyê avakirina aştiyê û geşepêdana demokrasiyê du pêvajo ne ku hevdu temam dikin. Bêyî aştiyê demokrasi kêm dimîne, bêyî demokrasiyê aştî nabe mayînde.
Ji ber vê yekê, DEM Partî têkoşîna aştiyê wekî peywireke dîrokî dibîne ku bike sernavekî têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, saziyên ked û pîşeyî û mûxalefeta civakî.
Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; di heman demê de sazkirina serweriya hiqûqê, garantîkirina azadiya îfadeyê, parastina mafê rêxistinbûnê, dabînkirina edaleta civakî û avakirina hemwelatiya wekhev e. Ev têkoşîn ji bo siberoja me ya hevpar e.
Pergala mêrperest a ku li cîhanê bilind dibe û şerên ku tên meşandin, jinan, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan û destkeftiyên jinan jî dikin hedef. Zimanê mêrperest ê siyasetê yê cudaker û dijberker û polîtîkayên ku ji zayendperestiyê têr dibin, li erdnîgariya me komkujiyên jinan kûr dikin.
Her roj li welat herî kêm 4 jin tên kuştin. Polîtîkayên bêcezahiştinê wêrekiyê didin kujeran û her roj sererastkirineke qanûnî ya nû li ser bedena jinan tê zêdekirin; ev hemû nîşaneyên vê encamê ne.
Li dijî van hemû êrişan, vîna ku jinan di 8ê Adarê de nîşan da, vîna israra di aştiya birûmet de û vîna jiyana azad û wekhev a li dijî pergala mêrperest e. Mezinkirin û bihêzkirina têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, vekirina qadan ji bo destketiyên nû yên jinan û têkoşîna li dijî serdestiya mêran, ji bo me peywir û berpirsiyarî ye.
Tirkiye di nav krîzeke giran a aborî re derbas dibe. Kedkar di bin sînorê xizaniyê de tên neçarkirin, lê desthilat îmtiyazên nû pêşkêşî derdorên sermayeyê dike. Heqdestê kêm, baca zêde, xebata bêewlehî û polîtîkayên bêsendîkakirinê, bi mîlyonan hemwelatiyan mehkûmî têkoşîna jiyanê ya di bin mercên giran de dike.
Wekî Partiya DEMê em dibêjin:
Krîza aborî ne qeder e, encama tercîhên polîtîk ên xelet e. Bêyî demokratîkbûnê edaleta aborî pêk nayê. Bêyî hiqûqê parvekirina adil nabe. Bêyî aştiyê refah mezin nabe. Ji ber vê yekê, mirov nikare têkoşîna edaleta aborî û têkoşîna demokrasî û aştiyê ji hev serbixwe bifikire.
Helwesta desthilatê ya ku hiqûqê nas nake û dozên ku bi hincetên siyasî tên meşandin kêm nabin. Sepanên zextê yên ku armanc dikin mûxalefetê bêdeng bikin, civakê bitirsînin û qada siyasetê teng bikin, her roj zêdetir dibin. Zext û girtinên li ser rojnameger, sendîkavan, şaredar, ciwan, jin, ekolojîst û parêzvanên mafan nayên qebûlkirin.
Weke DEM Partiyê em bi biryar in ku li dijî her hewildana ku qada siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê teng dike, bi hemû hêzên demokrasiyê yên civakê re têkoşîna hevpar mezin bikin.
Lewre em dizanin ku; demokrasi ne tenê hilbijartin e, di heman demê de mafê rêxistinbûnê, azadiya fikr û ramanan, edalet û beşdariya civakî ye.
1’ê Gulanê, roja berxwedana hevpar a kedkar û bindestan e. Ew roj e ku em ê daxwaza xwe ya nan, aştî, demokrasî û edaletê bi beşdariya herî bi hêz û berfireh bînin ziman. 1’ê Gulanê, roja ked, azadî, wekhevî û piştevaniyê ye.
Îsal em ji bo mafê kedê yê li dijî xizaniyê, ji bo demokrasiya li dijî zextê, ji bo aştiya li dijî şer û ji bo hemwelatiya wekhev a li dijî bêedaletiyê derdikevin qadên 1’ê Gulanê.
Em di serî de saziyên ked û pîşeyî, bang li hemû gelên xwe, ciwanan, jinan, teqawîtan û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi dirûşma “Nan, Aştî, Edalet” li qadên 1’ê Gulanê bicivin.
Di encamê de; Tirkiye li ser rêyekê ye. Yan dê di bêçareseriyê de bê israrkirin û krîz kûr bibin, dijberbûn mezin bibe û rizîbûna civakî zêde bibe; yan jî li ser bingeha çareseriya demokratîk, lihevkirina civakî û aştiyê, siberojeke nû ya ku rê li ber aramî û refaha gelan veke, bê avakirin.
DEM Partî di vê qonaxa dîrokî de, dê li cem aştî, demokrasî, ked, azadî û vîna jiyana hevpar a gelan cih bigire.
Siberoja Tirkiyeyê ne di şer de, di aştiyê de ye.
Siberoja Tirkiyeyê ne di înkarê de, di qebûlkirin û wekheviyê de ye.
Siberoja Tirkiyeyê ne di zextê de, di demokrasiyê de ye.”

