Li gorî encamên parçeyî, namzeda rastgir Fujimori ku bi qasî %16,9’ê dengan girt di rêza yekem de cih girt, Aliagayê tundrew jî bi rêjeya dengên derdora %14,8’an di rêza duyem de cih girt.
Bi paşvemayîna namzedên din re, teqez bû ku hilbijartin ma tûra duyemîn. Projeksiyonên jimartinê yên serbixwe jî serokatiya Fujimori piştrast dikin; ev encam tê wê wateyê ku ew piştî hilbijartinên 2011, 2016 û 2021’an, cara çaremîn e ku dimîne tûra duyemîn. Ji bo Aliaga jî ev yek weke cara yekem derdikeve pêş ku di pêşbirka serokkomariyê de gihîştiye vê qonaxê.
Fujimori, piştî encamên yekem di daxuyaniya xwe de parast ku dengdêran li dijî hêzên siyasî yên çep ên ku wek “dijmin” pênase kirine helwest girtine û angaşt kir ku ev yek ji bo li welat “ji nû ve avakirina serûberiyê” firsendek e.
Fujimori ku hilbijartin wek “roja hêviyê” bi nav kir, bal kişand ser krîza aborî û sazîbûnê. Aliaga jî bi angaşta ku di roja hilbijartinê de hin nelirêtî çêbûne, daxuyaniyên ku encaman bi guman dikin da.
Bilindbûna namzedê di xeta rastgiriya tund de, bandora fikarên li ser bingeha ewlehî û aboriyê ya li ser tevgera dengdêran jî derxist holê. Pêvajoya hilbijartinê bi pirsgirêkên cidî yên organîzasyonê jî hat rojevê. Ji ber derenggihîştina materyalên dengdanê, zêdetirî 60 hezar dengdêr nekarîn biçin ser sindoqan.
Ofîsa Pêvajoyên Hilbijartinê ya Neteweyî ya Perûyê, kêmasî pejirandin û li hin herêman dema dengdanê heta roja duşemê dirêj kir. Şandeyên çavdêriyê yên Yekîtiya Ewropayê û Rêxistina Dewletên Amerîkayê diyar kirin ku pêvajo bi giştî li gorî pîvanan e, lê belê li hin cihan kulekî hatine jiyîn.
Di hilbijartina ku tu namzed nêzî piraniya teqez nebû de, tûra duyemîn a di 7’ê pûşperê de dê arasteya siyasî ya Perûyê diyar bike.
Tê payîn ku pêşbirka ku tê hêvîkirin di navbera Fujimori û Aliaga de derbas bibe, li ser polîtîkayên ewlehiyê, modela aborî û têgihîştina rêveberiyê bibe qada têkoşîneke dijwar.

