Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 5’emîn de bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara re hevdîtin kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev daxuyanî da: “Ez kêfxweş bûm ku bi Serokkomar Ahmed el Şara re hevdîtin kir. Ji ber hewldanên berdewam ên ji bo aramîkirina Sûriyeyê û pêşveçûna di mijara bicihanîna peymana bi QSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) re min Birêz Şara teqdîr kir. Her wiha me mijarên xurtkirina têkiliyên navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê yên ji bo pêşveçûna armancên aborî û ewlekariyê yên hevpar nirxand.”

