Meclisa Nûneran a Meksîkayê verastkirina qanûna xala 73’yan a Destûra Bingehîn ku rê li ber afirandina çarçoveyek qanûnî ya giştî ya têkildarî qetilkirina jinan vedike, bi 467 dengan qebûl kir. Verastkirin rayeyê dide kongreyê ku qanûnek berfireh ku pênaseya sûc û cezayan derxîne.
Qanûna ku bi hewldana Serokkomar Claudia Sheinbaum re hat amadekirin, ji bo ku bikeve meriyetê ji 31 eyaletan û paytext Meksîko re hat şandin.
Li Meksîkayê, her roj 10 jin têne qetilkirin, lê ji çaran yek jê wekî qetilkirina jinan têne lêkolînkirin. Li gorî daneyên fermî, di navbera salên 2018 û 2025’an de ji zêdetirî 26,600 qetilkirijên jinan hatine tomarkirin tenê 6,781 di çarçoveya femîsîd de hatine destgirtin.
Armanca reformê ew e ku li seranserê welat cureyên sûcan standard bike, protokolên lêpirsînê bike yek û ji 40 salan heta 70 salan ceza bê dayîn. Her wiha armanc dike ku lêpirsînên li ser mirinên gumanbar ên jinan wekî femîsîd bigire dest.
LKongre li gorî verastkirinê, divê di nav 180 rojan de qanûna têkildar derxîne. Rayedar diyar dikin ku ev gav wê gihîştina edaletê xurt bike û bêcezatiyê kêm bike.
Reform di heman demê de wê zarokên ku ji ber qetilkirinên jinan sêwî mane biparêze.
Hikûmeta Meksîkayê daxuyand ku di çaryeka yekem a sala 2026’an de qetilkirinên jinan li gorî heman serdema sala borî ji sedî 14.9 kêm bûne. Rêxistinên civaka sivîl ên mîna Çavdêriya Welatiyan a Qetilkirina Jinan a Navnetweyî (OCNF) diyar dikin ku ev hejmar rastiyê nîşan nade. Rêxistinan destnîşan dikin ku rêjeyek girîng a mirinên tundiyê yên jinan hîn jî wekî femîsîd nayên dabeş kirin.

