Artêşa Lîtvanyayê sibeha Çarşemê ragihand ku li li herêmên cuda yên welêt alarma hewayî hatiye dayin. Rayedaran ji ber gefa droneyan a hate tespîtkirin, bang li gel kirin ku bi lez bikevin stargeh an jî qadên ewle.
Di peyama lezgîn de ku bi rêya telefonê ji şêniyên paytext Vilniusê re hate şandin, hate gotin “Alarma hewayî! Bi lez bikevin stargehekê yan jî biçin cihekî ewle. Hay ji endamên malbata xwe hebin û li benda fermaneke nû bisekinin.”
Piştî alarmê li Balafirgeha Navneteweyî ya Vilniusê seferên balafiran ji bo demekê hate rawestandin.
Hate ragihandin ku Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda û Serokwezîr Inga Ruginiene bi hinceta ewlekariyê birin stargehan.
Parlamenterên li Parlamenta Lîtvanyayê Seimasê di civînê de bûn, ketin herêmên ewle yên li binê erdê.
Rayedaran li ser çavkaniya alarmê û hejmara droneyên hatin tespîtkirin agahî nedan û diyar kirin ku tedbîrên ewlekariyê dewam dikin.

