Konsolosxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ezimand. Di parvekirina li ser hesabê fermî yê medyaya dîjîtal a konsolosxaneyê de hat ragihandin ku General Mazlum Ebdî hatiye pêşwazîkirin. Konsolosxaneyê li ser platforma dîjîtal wêneyên Mazlum Ebdî yên ku tevî konsolos û endamên mîsyona dîplomatîk hatine girtin parve kirin û cih da van gotinên Konsolosê Îtalyayê:
Ez bi ezimandina fermandarê Kurdên Rojava Mazlum Ebdî kêfxweş im. Îtalya piştgiriyê dide diyaloga ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, aram û yekbûyî tê meşandin, ku tê de mafên hemû komên etnîkî û olî bi tevahî werin naskirin û rêz bê nişandan.

