Êrîşên Îranê yên li hemberî Kurdan didomin. Îranê di saetên şevê de du fuze avêtin biryargehên Civaka Kedkarên Kurdistanê (Komala) ya li Geliyê Alane ya Hewlêrê.
Endamê Konseya Rêveberiyê ya Komala Emced Huseyîn Penahî têkildarî êrîşê li ser medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û ev tişt diyar kir: “Weke dewama êrîşên Muhafizên Şoreşê yên Îranê yên li hemberî partiyên siyasî yên Kurd, îşev du fuze hatin avêtina biryargehên Rêxistina Kedkarên Kurdistanê ya Komala. Komara Îslamê ya Îranê ji destpêka şer û vir ve bi giştî zêdeyî 82 caran bi fuze û balafirên bêmirov êrîş bir ser baregeh û biryargehên Komala.”
Ji xeynî êrîşa li ser biryargeha Komala, Îranê di tevahiya şevê de êrîşên hewayî li hemberî welatên cuda pêk anî. Ajansa Nûçeyan a Tasnim a girêdayî Muhafizên Şoreşê, ragihand ku ji xeynî Herêma Federe ya Kurdistanê li baregehên DYE’yê yên li Quweyt û Bahreynê jî hate xistin.

