Bi peymana entegrasyonê re ya 29’ê Çileya 2026’an di navbera Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate mohrkirin, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kiribû. Li gorî peymanê diviyabû hemû alî agirbestê pêk bînin, aliyê ewlekariyê jinûve bê birêxistinkirin, avaniyên rêveberiya xwecihî bê parastin û bi vî rengî li nava sîstema navendî bê bicihkirin, mirovên ji cih û warê xwe bûne bi rengekî ewle vegerin warê xwe û mafên bingehîn ên hemû civatan bêne parastin. Lê belê dema ku di ser re derbas bû nîşan da ku pêkanîn û peyman ji hev gelekî cuda bûn. Di pratîkê de ya ku aliyê Şamê dikir, ji bo tasfiye û teslîmgirtina sîstema xwerêveberiyê bû.
TÛGAYÊN LI BAJARÊN KURDAN
Entegrasyona leşkerî li gel ku yek ji qadên herî şênber û dikare bê pîvandin ê peymanê jî bû, di vir de paşketineke cidî rû da. Di agahdarkirina destpêkê ya li ser peymanê de ku ji çapemeniyê re hate ragihandin, qala tûgayên ji hêzên QSD’ê yên ji bo bajarên Kobanê, hesekê, Qamişlo û Dêrikê hatibû kirin. Ji bo her tûgayekê jî qala hejmarek ji 6 hezar kesî hatibû kirin. Lê belê bi demê re Şamê hejmara tûgayan kêm kir û daxist hezar û 300 kesî. Kêmkirina hejmara tûgayên li bajarên Kurdan bêne avakirin, li nava Rojava û Kurdan bû sedema fikarên cidî yên ewlekariyê. Ev nêzîkatî li şûna jinûve avakirineke wekhev a navbera aliyan, entegrasyon weke biçûkirineke yekalî û bêparastina herêmê tê xwendin.
NASKIRINA YPJ Û ÎRADEYA JINÊ
Di vê çarçoveyê de mijareke din a balê dikişîne, hebûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. Rêveberiya Xweser dixwaze hebûna YPJ’ê dewam bike, lê aliyê Şamê di nava nêzîkatiyeke dijber û redkirinê de ye. Dibêje ku jin divê di nava hêzên asayîşê de bin, ne di nava artêşê de bin. Ev nêzîkatî nenaskirina îradeya jinê ye. Bi taybetî nenaskirina avaniyeke weke YPJ’ê ya ku îradeya jinê nîşan dide, ji bo hikumeta Ahmed el-Şara nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Hêza ku îro weke hikumeta Şamê ya demkî tê binavkirin, bi temamî ji komên cîhadîst ên radîkal pêk tê. komên cîhadîst ku aliyekî xwe digihêje El Qaîdeyê û aliyê din jî xwe dispêre Biratiya Misilman, di nava avaniya xwe ya îdeolojîk de cih nadin jinê.
Nêzîkatiyên welê têne dîtin ku jinê ne tenê li nava artêşê, her wiha li qadên din ê jiyanê jî nas nake. Mînak, di pêvajoya entegrekirina saziyên îdarî de nêzîkatiyeke welê tê nîşandan ku beriya jinê, mêr dike esas. Li hemberî rola çalak a jinan a li qada cemaweriyê ya rêveberiya xweser, sîstema ku Şam niha ferz dike di nava civakê de dibe sedema nerazîbûnên cidî. Tevlînekirina avaniyên leşkerî yên jinan li nava pêvajoya entegrasyonê, ji aliyê tevlîkariya civakî û pîvana temsîliyeta wekhev ve dibe cihê nîqaşê. Halbûkî normên navneteweyî û tecrûbeyên herêmî radixin pêş çavan ku tevlîbûna çalak a jinan li nava qadên ewlekarî û siyasî di pêvajoyên demokratîkbûn û aştiya mayinde de roleke girîng dilîze.
REWŞA DÎLGIRTIYAN
Yek ji sernavên hesas ên pêvajoya entegrasyonê, mijara dîlgirtiyên şer e. Li gel ku di navbera aliyan de hate gotin ku ev mijar di dema herî kurt de wê bê çareserkirin û dîlgirtî bêne berdan, Şam dîlgirtiyên di destê xwe de li dijî rêveberiya xweser weke şantajekê bi kar tîne. Ji 10’ê Adarê û pê ve bi 6 koman bi giştî 1050 dîlgirtî hatin berdan, lê belê hîn baş nayê zanîn bê çend dîlgirtî di destê hêzên Şamê de ne.
Li gorî agahiyan, di mijara dîlgirtiyan de gelek kesên ji Bakurê Kurdistanê yên ji bo parastina Rojava seferber bûn, yan hatin înfazkirin yan jî radestî MÎT a Tirk hatin kirin. Yanî hikumeta Şamê ya demkî di mijara dîlgirtiyan de polîtîkayeke zelal nameşîne.
CENAZEYÊN KU RADESTÎ MALBATÊN WAN NAYÊN KIRIN
Yek ji mijareke din a ku li nava civakê bû cihê nerazîbûnê, nedayina cenazeyên şervan û sivîlan a ji bo malbatên wan e ku di şer de jiyana xwe ji dest dan. Li gel ku rêveberiya Şamê hin cenaze radestî malbatên wan kir, hîn jî gelek cenaze li morgên nexweşxaneyên li Heleb, Reqa û Dêrazorê têne hiştin. Her wiha tê zanîn ku gelek cenaze li goristanên bêkesan hatin veşartin. Nayê zanîn bê çend cenaze di destê hikumeta Şamê de ne.
VEGER Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN
Di mijara vegera malbatên ji cih û warê xwe bûne de pêşketineke kêm heye. Hejmarek ji malbatên Kurd vegeriyan Efrînê, vegera li Serêkaniyê hîn destpê nekiriye. Yên li Efrînê vedigerin jî bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin. Li ser malbatên vedigerin Efrînê jî zexteke cidî dewam dike. Binçavkirinên kêfî, girtin û êşkence dewam dike. Ji malbatên ciwanên Kurd ên ji aliyê hêzên Şamê ve têne revandin, fîdye tê xwestin. Her wiha tê gotin, malên gelek malbatan ji aliyê çeteyan ve hatine desteserkirin û di berdêla bi hezaran dolarî de ji malbatên Efrînî re tê dayin. Her wiha malên hin malbatan bi her awayî hatine talankirin û xerakirin. Yanî nêzîkatiyek li gorî qanûnên prosedura hiqûqî û mafên milkiyetê nayê nîşandan. Siyaseteke dagirkeriyê ya kêfî û bi zanebûn tê nîşandan. Dema ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tê nirxandin, ji bo pêkhatina vegereke bi rûmet, dilxwaz û bi ewle, divê mafên milkiyetê bêne aprastin û dawî li binpêkirinan bê anîn. Li gel vê yekê jî Şam nêzîkatiyeke hevgirtî ya bi vî rengî nîşan nade.
NENASKIRINA ÎRADEYA SIYASÎ
Di çarçoveya mafên siyasî de sînordarkirin balê dikişîne. Di peymanê de qala mafên temsîla xwecihî, îfadeya çandî û zimanê dayikê tê kirin, lê belê li qadê bi temamî bi cih nayê anîn. Ev yek jî hem ji bo Kurdan hem jî civakên din, ji aliyê tevlîbûna li nava rêveberiyê dibe sedema pirsan. Pêvajoya hilbijartinê ku di 25’ê Gulanê de hate kirin, gelekî hate nîqaşkirin. Me şahidî ji hilbijartinekê re kir ku temsîliyeta Kurdan lê nebû. Kurdên ku ji sedî 20 ê nifûsa Sûriyeyê ye, tenê 4 kursî ji bo wan li herêma Cizîrê hate veqetandin. Bi delege û namzetên Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve hilbijartin hate kirin ku ew endam jî ji aliyê Ahmed El Şara ve yekser hatin tayînkirin. Li hemberî vê şaniya ku îradeya gel lê nîne û navê hilbijartinê lê hate kirin, bi pêşengiya PYD’ê partî û saziyên Kurdan hilbijartin boykot kirin. Halbûkî ya ku diviyabû bihata kirin ew bû ku bi saziyên xwedî îradeya siyasî yên li nava rêveberiya xweser hilbijartin bihata plankirin û namzet bihata diyarkirin.
NÊZÎKATIYA LI STATUYA KURDAN Û ZIMANÊ KURDÎ
Yek ji mijarên herî hesas ên pêvajoya entegrasyonê parastina statuya gelê Kurd e. Li gel daxwaza ji bo tasfiyekirina avaniyên ser bi rêveberiya xweser, qedexekirina Kurdî li qada cemaweriyê di pêvajoyê de atmosfereke rageşî diafirîne. Qedexekirina Kurdî weke parçeyek ji wê siyasetê dikare bê dîtin ku îradeya Kurdan nas nake. Nivîsandina bi Erebî-Îngilîzî li ser tabelaya dadgeha li Hesekê û cihnedana ji Kurdî re tinehesibandina îradeya Kurdan e. Her wiha neqebûlkirina Kurdî weke zimanê perwerdeyê û misogernekirina wê bi destûra bingehîn siyaseteke tasfiyeyê ye. Ev nêzîkatî weke helwesteke înkarkirina hebûna gelekî tê dîtin.
REWŞA NEDIYAR A ÇAVKANIYÊN ABORIYÊ
Li qada aboriyê jî qadên zîret, deriyên sînor, navendên hilberîna elektrîk, gaz û petrolê di pêvajoya entegrasyonê de wê li ser bingeha dayina parekeke wekhev ji bo qada xwecihî bihata meşandin. Di mijara parvekirina aboriyê de ku hîn jî diyar nebûye, Şam ferz dike ku saziyên aboriyê hemû radestî wê bê kirin. Her wiha dixwaze ew sazî jî ji aliyê karmendên wan ve bê birêvebirin. Halbûkî di nîqaşên destpêkê de hatibû gotin ku di hemû saziyan de wê mafên karmend û xebatkaran bê parastin. Îro li saziyên ku Şamê xistiye bin kontrola xwe piraniya xebatkaran diguherîne û bi giranî Erebên ji aliyê îdeolojîk ve nêzî wê ye tevlî kar dike.
Dema ku mirov li tabloya heyî dinihêre, dibîne ku entegrasyon ne pirsgirêkeke teknîkî ye; lê mijareke li ser avaniya dewletê, parastina çandî û siyasî ya avaniya civakî, erkên rêveberiya xwecihî, pirsgirêka ewlekariyê û parvekirina çavkaniyên aboriyê ye. Divê ev mijar hemû bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Eger sîstem û çandeke demokratîk neyê afirandin, zehmet tê dîtin ku li Sûriyeyê aramî pêk were. Entegrasyon divê xwe bispêre normên demokratîk û li ser bingeha misogeriya destûra bingehîn a xweserî û mafên her kesî bê meşandin. Rewşeke berevajî dibe ferzkirina tasfiye û teslîmiyetê. Civakên ku li hemberî rejîma Esad teslîm nebûn, wê sîstemeke ji ya rejîma berê jî paşdemayî qebûl neke ku ev rastî li qadê tê dîtin.

