Kobanê ku weke bajarekî Rojavayê Kurdistanê yê çandiniyê tê naskirin, bi dexil û danên cuda, di werza çinînê de ye. Demsala îsal li gel ku baran jî zêde bû, li gorî xwediyê patosan, berhem kêm e. Her wiha li gorî berhemdariya erdê jî berhemên jê tê cuda ne. Yanî di serê her şimbilek erd de, eger hinekî erd ne baş be, nêzî 10-15 torbe dide. Eger baş be jî bi qasî 25-35’an dide.
Li herêmê rêjeya herî zêde ya patosan, li bajarê Kobanê ye. Li bajarê Kobanê ji sedî 70’ê ji bo çinîna berhemên ceh û genim, derdikevin herêm û bajarên din. Piştî ku wan patosan ji bo çinîna berhemên genim û cehê li wan herêman diqedînin, careke din berê xwe didin bajarê Kobanê. Bi taybet herêma Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa û dûre jî Reqa, Hesekê û aliyên herêma Cizîrê dest bi çinîna berhem dikin.
Piraniya herêmên cîran jî ji patosên Kobanê sûd werdigirin û berhemên xwe patos dikin. Îsal jî kesên ku patosên wan hene bi gazin in, ew jî ji ber bihabûna lîtreya mazotê û ji ber heta niha jî diyar nekirine ku serê her şimbilek genim çiqas pere bê girtin.
Genim, ceh, nîsk, colik, kemûn û hwd ji berhemên sereke yên li bajarê Kobanê tên çandin e. Xelk bi çandinî û çinîna van berheman, debara xwe dike. Beşek ji çandiniya genim a li Kobanê bi rengê bejî tê çandin û beşek jî bi rengê avî tê çandin ku ew jî ji ber guherîna erd û axê ya li gorî hin gundan e.
Ceh jî yek ji tovên sereke yên çandiniyê ye, ew jî bi hektarên gelekî mezin li Kobanê tê çandin. Ceh jî di destpêka zivistanê de tê çandin û heta ku demsal bi dawî dibe, bi patosan tê çinîn. Îsal jî li gorî hin erdan, ceh ji 10 torbe heta bi 35 torbeyan dide. Cotkar hîna bi gazin in ji ber heta niha jî heqdestê patosê nehatiye diyarkirin.
Genimê herî baş ango yê hişk di torbeyê nû de, bi qasî 460 hezar lîreyê nû tê kirîn. Eger ku torbe kevin be, kîloya wê dadikeve û bi qasî 45 hezar lîre tê firotin. Yê bi rengê dogma jî bê wergirtin ew jî bi miktarê 44 hezar lîreyê nû tê firotin. Genimê nerm jî di torbeyên nû de 45 hezar lîre li serê tonekî tê firotin.

