Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Şehbayê têkoşîneke mezin a jiyanê hate dayîn
Rojava

Li Şehbayê têkoşîneke mezin a jiyanê hate dayîn

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo anî ziman ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gelê ku koçberî Şehbayê bû, 7 salan têkoşîneke mezin da û got, “Yekane armanca me ya xwe ragirtina li hemberî van şertên zehmet, vegere li Efrînê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nûçegîhana  JIN TV ya Kantona Şehbayê Sîdra Mamo ku kêlî bi kêlî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê dişopîne, derbarê şert û mercên zehmet ên jiyanê û berxwedana heyî de ji ANF’ê re axivî.

 

Sîdra Mamo destnîşan kir ku gel 7 sal in bênavber li ber xwe dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî wê berxwedana bi rûmet bidomînin. Bila tu kes hêviya xwe ya rizgarkirina Efrînê winda neke. Bila her kes bizane; eger em îro nefesê digirin ev ji bo Efrînê ye. Ez ji navçeya Bilbile ya Efrînê me. Dema dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîşên hov da destpê kirin, em neçar man di 18’ê Adarê de derbasî Şehbayê bibin. Em koçberê Şehbayê bûn. Me heft salan di şert û mercên pir zehmet de xwe li jiyanê girt.

Tenê yek armanca me hebû ku me li hemberî şert û mercên zehmet û hemû neyîniyan xwe li jiyanê girt ew jî jinûve vegera li Efrînê bû. Em dixwazin li Efrînê bi awayekî azad bijîn. Lewma me kêliyên zehmet dît, ji demên teng derbas bûn. Helbet me dikarî bû li cihekî din jiyaneke asayî bidomînin. Lê me nikaribû armanca xwe têkoşînê berdin û dev ji îdiaya Efrîna azad berdin û koletiya teslîmkar qebûl bikin. Jiyaneke ji rêzê ji bo me ne girîng bû. Armanca me Efrîn e; vegera li Efrînê ye.”

DEWLETA TIRK HER ROJ BOMBE LI SER GEL DIBARÎNE

Sîdra Mamo bi bîr xist ku bi hezaran kesên ku di sala 2018’an de piştî dagirkeriya dewleta Tirk neçar manc koçberî Efrînê bibin, li Şehbayê têkoşîna jiyanê didin û têkoşîna gel a li Şehbayê bi van gotinan vegot: “Li gundên ku em piştî koçberiya Şehbayê lê hatin bicihkirin, nifusekî zêde hebû û ev kapasîteya niştecihbûnê ya Şehbayê derbas dikir. Ji ber vê yekê em li gund, dibîstan, mizgeft û malên xirabûyî ku ne qadên jiyanê bûn, bi cih bûn. Bi hezaran Efrînî neçar dima bi şev ji derve bimîne. Ji bo derbaskirina vê rewşê, pênc kampên din hatin avakirin. Ez jî derbasî gundê Til Sosinê bûm. Nepaydabûna xwarinan, nepêşwazîkirina pêwîstiyên bingehîn ên mirovan û ji neçarî jiyankirina herî kêm 3, 4 malbatan di malên bêderî, bê pencere û bê ban de rê li ber rewşekî trajîk vedikir.

Dîtina sobayekî yan jî sotemeniyê ya ji bo germbûnê jî ne pêkan bû. Tu kes bi hêsanî nedikarî xwe li vê rewşê bigre, nikaribû di bin siya mirinê de birçî bimîne û perişan bibe. Lewma jî nedikarîbû li Şehbayê bimîne. Lê me tehemulkirinê hilbijart, ji ber ku armancek me hebû. Lewma me li ber xwe da, ji nû ve birêxistin bûn û îdiaya azadkirina Efrînê da. Jiyana li Şehbayê peyama li dijî dijmin û neberdana Efrînê bû. Ev rewş dijmin nerehet kir; dijmin fikirî ku me dev ji biryardariya xwe ya parastina Efîrnê berdaye û em ê ji bo Efrînê têkoşînê nekin û ew gihiştine hedefên xwe. Lê dema ku em ji nû ve birêxistin bûn û dest bi berxwedanê kir, dît ku xelitî. Lê li vir jî êrîşên dijmin dewam kirin; her roj bê navber bombe li gelê Efrînê barandin.

‘JI BO PARASTINA EWLEHIYA GEL DÎSA BIRYARA KOÇBERIYÊ HATE GIRTIN’

Sîdra Mamo diyar kir ku ew weke nûçegihana Jin TV’yê kêlî bi kêlî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Şehbayê dişopîne û wiha bi lêv kir: “Weke tê zanîn çeteyên HTŞ’ê piştî ku gund û navenda bajarê Helebê bi dest xist, berê xwe da Şehbayê. Êrîşî gundên Burce Qase û gundê Mezin ên xeta Şerawayê kirin. Me jî weke nûçegihanên JIN TV’yê rewşê kêlî bi kêlî dişopand. Bi rastî jî me şahidî li êrîşên gelek berfireh û dijwar kir. Li hemberî van êrîşên gel û hêzên parastinê têkşîneke mezin dida. Lê li hemberî êrîşan ewlehiya canî ya ge di xetereyeke mezin de bû; ji ber vê yekê ji bo parastina ewlehiya canî ya gel dîsa biryara koçberiyê hate girtin.

Ji bo koçberkirinê qefile hatin avakirin û em di van qefileyan de man. Em neçar man bi van qefileyan bi şev ji derve bimînin. Ji ber rewşa ji nişka ve li hemberî kesên ji derveyî qefileyan êrîş hatin kirin; dihatin êşkence kirin, serjê kirin û destdirêjî kirin. Aqûbeta kesên rastî van muameleyên bêhiqû û nemirovî dihatin ne diyar bû. Bi taybet li Til Rifatê ji ber êrîşên çeteyan, şansê xwe rizgarkirina mirovan nema. Ji ber kêmbûna wesayît û derfetiyan rûbirûyê çeteyan man. Serê 4 jinên Êzidî hatin jêkirin. Ev tenê yên hatin dîtin bû, bi sedan bûyerên ne xuya hatin jiyîn.

Piştî ku qefileya me şevekî li derve man, sibehê bi rê ket. Dema em bi rê ketin çetayan dora qefileyê dorpêç kiribûn, me dişopadin û dîmenên me digirtin. Heqeretê li gel dikirin. Zexta derûnî dikirin û gotinên biçûkxistinê dikirin. Di vê pêvajoyê de pitikek û extiyarek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên bi vî rengî qewimîn û me şahidî kir. Me di pêvajoya Efrînê ya 2018’an de çîrokên pir bi êş jiyan kir; niha jî bi êşên weke hev û hê bi eştir re rû bi rû ne.”

LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ KOMKUJÎ TÊN KIRIN

Sîdra Mamo diyar kir ku êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li hemberî çavên cîhanê têne kirin û anî ziman ku dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng dimîne û wiha got: “Min di serî de got niha jî dibêjim; em ji bo Efrînê nefesê digirin, dilê me wê ji bo Efrînê lê bide. Me çiqasî li Şehbayê ji bo Efrînê têkoşiyan, em ê li vir du qatî têbikoşin. Heta ku Efrîn û cihên dagirkirî bên rizgarkirin em ê têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwezaya Başûrê Kurdistanê tê qirkirin
Nûçeya Pişt re Hewldana ji bo ketina Minbicê hate şikandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Akdenîzê gel û ciwan li ber xwe didin

Li Akdenîzê gel û ciwan tevî êrîşên polîsan jî li ber xwe didin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di Nobetên Edaletê de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Di Nobetên Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li gelek bajaran hatine destpêkirin de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hat xwestin ku bi zorê li rojnamevan Esra belgeya ‘ez endama rêxistinê me’ bidin îmzekirin

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn çû serdana xebatkara çapemeniya azad Esra Solîn a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Humsê gorên Xiristiyanan hatin wêrankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî de belgesela ‘Tevî Her Tiştî’ eleqe dît

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Minbicê protestoya li dijî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Festîvala Fîlman a Rojava di roja xwe ya 6’emîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?