Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb
Rojava

Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb

"…Carna wêneyên zarokên xwe nîşanî hevalan dida. Dema ku ji wî dipirsiyan gelo bêriya zarokên xwe nake, bersiv dida û digot 'Em hemû tiştî ji bo azadiya wan zarokan dikin'."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Dîrok careke din nîşan da ku xwerêvebirin û xweparastin mafên herî bingehîn ên mirovahiyê ne. Şoreşa Rojava dengê xwe gihand hemû cîhanê û bû navenda hevgirtina gelek netewe, bawerî û çandan. Axa Rojava bû qada pêşvebirina fikra Neteweya Demokratîk, pergala civaka demokratîk, têkoşîna azadiya jinan û hevjiyana gelan.

Li Mezopotamya û Rojhilata Navîn di dirêjahiya dîrokê de gelek kesayetên efsanewî derketine ku bi berxwedana xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandine. Yek ji wan jî fermandarê efsanewî şehîd Ezîz Ereb bû; pêşeng û şopdarê fikra Neteweya Demokratîk. Weke Omer Muxtar, teslîmiyet qebûl nekir û bû nimûneyek ji bo nifşên pêşerojê.

Li Rojavayê Kurdistanê gelek berxwedêr, fedaî û pêşeng hene ku li dijî dagirkerî û desthilatdariyê têkoşîn kirine. Ew kesên ku bêyî ferq xistina navbera netewe, ziman an nasnameyan, li ser axa xwe berxwedan kirine û heta dawî ji bo parastina gel û welatê xwe şer kirine. Gelek têkoşeran li dijî feraseta ‘em ê fetih bikin, em ê we tine bikin’, serê xwe  natewandine û teslîmiyet qebûl nekirine, heta hênaseya xwe ya dawiyê parastina ax û welatê xwe kirine, parastina hebûn û nasnameya xwe kirine.

REMZEKE FEDAÎTÎ Û BAWERIYÊ BÛ

Yek ji wan têkoşeran jî şehîd Elaa Hesekê bû, ku navê wî yê şoreşgerî Xidir Hisên bû. Ew di 17’ê Çileya 2026’an de li Heqil El-Sewara ya Reqayê, di berxwedana li dijî êrişên komên Şamê de, ji bo parastina maf û hebûna gelên Rojava şahîd bû. Şehadeta wî bû remzek ji fedayîtî, hevaltî û baweriyê.

Hevrêyê wî Rizgar Tiltemir, behsa hevaltiya xwe ya bi şehîd Elaa Hesekê re kir:

“Ez di sala 2024’an de tevlî Tugaya Şehîd Adar bûm. Dema ku min di şerê Sêdê Tişrînê de kar û xebat dikir, piştî demek kurt Heval Elaa Hesekê weke fermandarê tugayê hate cem me. Ji roja yekem ve me hev nas kir û di navbera me de hevaltiyek xurt ava bû.

Heval Elaa ji neteweya Ereb bû û ji bajarê Hesekê hatibû. Dema ku mirov wî nas dikir, bi lez fêm dikir ku ew kesayetekî taybet e. Tevgera wî, axaftina wî û awayê nêzîkbûna wî hemû cûda bûn. Ew ji dil û can bawermendê şoreşê bû. Rûxmê ku fermandar bû, lê tu caran xwe ji hevalan cûda nedigirt. Di heman taburê de radiza, di heman şertan de dijiya û her tim di nava şervanan de cih digirt. Ji ber vê yekê hemû heval gelek jê hez dikirin û rêz lê digirtin. Ew li ser xeta Rêber Apo kesekî mutewazî bû û bi jiyanê ve gelek girêdayî bû.”

BAWERIYA WÎ YA BI ŞOREŞÊ RE

Şehîd Elaa Hesekê zewicî û xwedî zarok bû. Carna wêneyên zarokên xwe nîşanî hevalan dida. Dema ku ji wî dipirsiyan gelo bêriya zarokên xwe nakî, bersiv dida û digot “Em hemû tiştî ji bo pêşeroja wan zarokan û ji bo azadiya wan dikin.”

Heval Elaa bi naskirin û baweriyek kûr tevlî refên şoreşê bû. Fikra Rêber Apo nas kiribû û dixwest her roj xwe di fikra Rêber Apo de pêş bixe. Ji ber ku ji neteweya Ereb bû, gelek hewl dida ku fikra Neteweya Demokratîk baştir fêm bike û di pratîkê de pêk bîne.

BERXWEDANA HEQIL EL-SEWARA

Dema ku şer li Heqil El-Sewara destpê kir, heval Elaa bi çend hevalan re li eniyê cih girtibû. Li wir biryara berxwedanê hat dayîn. Ji fermandariyê re dibêje, “Em ê weke Omer Muxtar lingên xwe li vir girê bidin û şer bikin. Em ê teslimiyetê qebûl nekin, gav paşde neavêjin.” Qasî rojekî berxwedan dom kir. Hevalên li gel heval Elaa Hesekê min nas nedikir, lê hevalekî din jî yê Ereb li gel wî bû. Qasî rojekî şer dikin. Piştre dîmenê heval Elaa Hesekê derxistibûn, çeteyan belav kiribû.

Piştre çeteyan telefona heval Elaa bi dest xistin û gotin, ew dizanin ku ji Hesekê ye û ji neteweya Ereb e. Bang li wî kirin ku teslîm bibe, lê wî qebûl nekir.

Li hemberî bangên teslîmiyetê wiha bersiv da: “Hûn ruhê Apoyî û fedaîtî nas nakin.” Ji bo rûmet, hebûn û baweriya xwe ya bi Neteweya Demokratîk, dev ji çeka xwe bernade û teslimiyetê qebûl nake. Di wê pêvçûnê de heval Elaa Hesekê ji bo parastina hebûn, rûmet, nasnameya xwe û baweriya xwe ya neteweya demokratîk heya hênaseya xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer dike û şehîd dibe. Demekî cenazeyê wî li wir mabû, lê ji bo heval Elaa Hesekê merasîm hat lidarxistin. Şahadeta heval Elaa Hesekê rastiyeke bi êş bû. Dema ku me bihîst ku şehîd bûye, ji aliyekê de jî me hêz girt ku hevalekî ji neteweya Ereb bû. Bi fikir û ramanên Rêber Apo bawer kir, bi armancê xwe ve girêdayî bû. Dixwest bibe mîlîtanekî Rêbertî û dozê. Şehadeta her hevalek dihêle em soza xwe ya li beramberê nirxên şehîdan careke din nû bikin û di doza xwe de israr bikin.

MÎRASEKE NEMIR HIŞT

Şehadeta heval Elaa Hesekê bi êş bû, lê di heman demê de bû çavkaniya hêz û îradeyê. Ew nimûneyek bû ku çawa mirovek ji neteweya Ereb dikare bi baweriyek kûr tevlî şoreşa azadiyê bibe û ji bo armancên xwe heta dawî li ber xwe bide.

Di nav civakê de jî gelek dihat hezkirin. Dema ku diçû serdana malbatan, gelek kesan digotin: “Melekek hatiye mala me.” Bi dilpakî, rêzdarî û xweşikahiya kesayetiya xwe cihê taybet di dilê gel de ava kiribû.

Di şexsê şehîd Elaa Hesekê de gelek hevalan şehîd Ezîz Ereb didîtin. Ew kesayetekî dilsoz, fedakar û hevaltiyê bû. Hez ji parvekirinê dikir û her tim li gel hevalên xwe bû.

Yek ji tiştên here zêde jê hez dikir girtina masiyan bû. Dema ku masî digirt, wan di navbera hemû hevalan de parve dikir. Her tim digot: “Divê em masî bigirin û ji bo şervanên nû bişînin, da ku tenduristiya wan baştir bibe.” Her çend demeke kurt me bi heval Elaa Hesekê re jiyan kir, lê kesayetiya wî di bîra me de wê her tim zindî bimîne. Şehadeta wî giran bû, lê naskirina kesayetekî weke wî ji bo me cihê şanaziyê ye.

Şehîd Elaa Hesekê wê her tim wek remza pêşengtiyê, fedayîtî û berxwedanê di bîra heval û gelê xwe de bimîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin
Nûçeya Pişt re Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza li Stenbolê bi rengekî bi heybet destpê kir

Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi dirûşma 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' bi tevlîbûneke bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin

Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku îradeya ku ji aliyê PKK’ê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmraliyê wê sibê bi Erdogan re bicive

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Acar, sibê saet di 14.00'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de endamekî şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê ji destpêka 2026’an ve 257 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?