Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe
Rojane

Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe

Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî got, bi Pakta Koç û Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re modela 'Keleh Ewropa' ya ji sîstemên çavdêriyê, têlên bi stirî û şîrketên ewlekariyê tê temamkirin û sînorên paktê jî bêhtir tê mîlîtarîzekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parlamentera Ewropayê di 12’ê Hezîrana 2026’an de ragihand ku Pakta Penaber û Koçê ya Yekîtiya Ewropayê xistiye meriyetê ku ji Nîsana 2024’an û vir ve li ser dixebite. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku pakta kete meriyetê wê têkildarî derbasbûna penaberan ewlekariya welatan pêk bîne.

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser Pakta Koç û Penaberiyê ya Parlamenta Ewropayê ji ANF’ê re axivî.

Sakî bi bîr xist ku ev pakt demeke dirêj bû dihate plakirin û modela ‘Keleh Ewropa’ bi vê paktê re temam bûye. Sakî got, “Parlamenta Ewropayê piştî muzakereyên dirêj ên ji 10’ê Nîsana 2024’an û vir ve û li gel fikarên Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî û saziyên civakî yên sivîl ên li ser peymana dawî, Pakta Koç û Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê qebûl kir. Peyman piştî erêkirina welatên endam hemûyan 12’ê Hezîrana 2026’an kete meriyetê.

Pakt ‘Çareseriya Ewropayê’ ji pirsgirêka koçberiyê re tîne û paketeke tevlîhev a ji deh dosyayên qanûnî pêşkêş dike ku diwaze sîstema koç û penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê reforme bike. Armanca vê paktê ew bû ku ‘sînorên Ewropayê hîn ewle bike’, ‘prosedurên penaberiyê yên berhemdar û vegerê hîn bi lez bike’, ‘li sînorên derve piştevaniya navbera dewletên endam hîn zêde bike’.

Dîwarên leşkerî û tekonolojîk ên demeke dirêj e li dora ‘Ewropaya Dendik’ têne avakirin; modela ‘Keleh Ewropa’ ya ku bi sîstema çavdêriyê, têlên bi stirî û şîrketên ewlekariyê yên taybet hatiye avakirin, bi vê pakta nû re êdî temam dibe.

Di metnên beriya niha de zimanê dihate bikaranîn guherî. Di metnên beriya niha de dihate gotin, ‘koçberên bê rêk û pêk’, lê niha pênaseya ‘koçberên îllegal’. Yanî mirov ji destpêkê ve sûcdar têne ragihandin. Gotina ‘nirx’an a Ewroapyê tenê ji bo xwe derbasdar dike. Bi vê paktê re dîwarên hiqûqî û fîzîkî têne lêkirin.”

Ozgul Sakî anî ziman ku bi vê paktê re prosedurên ewlekariyê yên li hemberî penaberan hatin guhertin û hêmanên esasî yên vê paktê bi vî rengî vegot:

“- Kontrola pêşî ya ji neçarî: Her kesên ku bi rêya bê rêk û pêk dikevin Yekîtiya Ewropayê, wê 7 rojan di konrolên nasname, ewlekarî û tenduristiyê re bêne derbaskirin.

– Usûla penaberiyê ya bilezkirî: Di prosedura penaberiyê ya bilezkirî de dema biryarê daxistin sê mehan. Yên ku belgeya xwe ya ger û geştê nebe û yên ji welatên ‘ewle’ hatibin wê bi rengekî otomatî ber bi vê usûlê ve bê birin.

– Zemîna daneyên biyometrîk a berfireh (Eurodac): Zarokên ji 6 salî mezintir wê bi şopa tiliyê û daneyên biyometrîk bêne qeydkirin.

– Mekanîzmaya piştevaniyê ya ji neçarî: Ji bo kêmkirina zexta li ser Îtalya, Yewnanistan, Malta û Spanyayê ku welatên li ser sînor e, welatên din an wê koçberan qebûl bikin an jî wê ji bo her penaberekî ku red dike 20 hezar Euro bidin.

– Vegerandina bi lez: Ji bo yên hatine redkirin wê fermanên vegerandinê bi otomatîk bê bicihanîn û pêşî li wê yekê bê vekirin ku li welatên sêyemîn ‘navendên vegerandinê’ bêne avakirin.

Avaniya paktê: Lez, Fîltrekirin û Dervehiştin

Pakt di halê hazir de li ser çar stûnên bingehîn tê danîn:

1- Kontrola li ser sînor (screening): Yên ji derveyî sînorên Yekîtiya Ewropayê bên, di nava pênc an jî heft rojan de wê ji kontrola tenduristî û elwekariyê bêne derbaskirin.

2- Prosedurên sînor ên bi lez: Serlêdanên ji welatên ‘di asteke nizm de têne qebûlkirin’ wê li ser sînor bi lez bêne nirxandin; yên serlêdana wan hate rekirin di nava 12 hefteyan de wê bêne dersînorkirin.

3- Piştevaniya ji neçarî û jinûve bicihkirin: Endamên din ên Yekîtiya Ewropayê wê piştgiriyê bidin welatên ku di bin zexta koçberiyê de ne.

4- Mekanîzmaya krîzê: Di herikîna ji nişka ve wê prosedurên awarte û nerm ên taybet bikevin dewrê.”

‘SISTKIRINA PÊNASEYA WELATÊ SÊYEMÎN Ê EWLE DAXWAZA PENABERIYÊ JI HOLÊ RADIKE’

Ozgul Sakî pênaseya “welatê sêyemîn ê ewle” nirxand ku di paktê de li ser penaberan tê ferzkirin û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de dikare Peymana Cenevreyê binpê bike. Ozgul Sakî got, “Pênaseya ‘welatê sêyemîn ê ewle’ xwe dispêre wê ferasetê ku penaber ne li welatê lê ye, lê belê li welatê ku transît jê derbas bûye yan jî demekê lê maye divê daxwaza penaberiyê bike.

Sistkirina pênaseya ‘welatê sêyemîn ê ewle’ dikare mafê penaberiyê bi temamî ji holê rake. Bi vî rengî wê penaber karibin ji welatekî welê re bê şandin ku qet neçûye. Ev jî wê bibe sedema binpêkirina pîvana ‘venegerandinê’ ku pîvaneke bingehîn a Peymana Cenevreyê ya sala 1951’ê ye.”

Ozgul Sakî got, “Di lîsteyê de niha Bangladeş, Fas, Hindistan, Kolombiya, Kosova, Misir û Tûnis hene. Tirkiye jî di vê lîsteyê de ye; ji ber ku welatên namzet bi rengekî otomatîk weke welatekî bi ewle tê dîtin. Encama vê yekê jî ew e ku serlêdanên ji van welatan bêne kirin bi lez biryar li ser wan tê dayin û nêzî temamiya bersivan jî neyînî ye.

Gelek mirov hene ku bi salan e lê dimîni, lê statuya xwe nîne. Ev yek pirsgirêkeke gelekî cidî ya avanî ye. Bi zemîna daneyan a nû re ne tenê yên nû serlêdan kirine, her wiha yên berê mafê penaberiyê bi dest xistine jî karibe jinûve bê nirxandin û li gorî mercên guherî bêne vegerandin.

Koçberên ku serlêdan kirine li bendê ne ku biçin welatekî Ewropayê, lê belê wê karibe ji welatekî Efrîkayê re bêne şandin. Li welatên ku qet nedîtine dibe ku neçar bêne hiştin ku li kampan bêne hiştin.”

Ozgul Sakî diyar kir ku  Yekîtiya Ewropa bi alîkariya malî ya ji bo Tirkiyeyê dixwaze koçberan li vî welatî bisekinîne û desthilatdariya Tirkiyeyê jî bi têgihiştina sûdwergirtina ji vê pêvajoyê bû aliyekî bazariya qirêj.

Ozgul Sakî anî ziman ku partiyên siyasî û sendîka divê koçberiyê weke ‘Pirsgirêkeke demkî’ nebînin û bikin bingeha polîtÎkayên xwe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb
Nûçeya Pişt re Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Droneke xwekuj li gundê Aşme da

Hate ragihandin ku droneyeke xwekuj ê nenas li gundê Aşme ya Kobanê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji kameraya derhênerek Durzî talan û wêraniya li Suweydayê

Bajarê Suweydayê piştî ji çeteyan hate paqijkirin, derhênerek Durzî talan û wêraniya li bajêr kişand…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir

Alî Ocalan anî ziman ku di hevdîtina li Îmraliyê de Rêber Apo du pênûs weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?