Li gel Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî têkildarî girtiyên siyasî gavek nayê avêtin. Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan dewam dikin. Endamê Rêveberiya Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şemdîn Şahîn li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Şahîn diyar kir ku li girtîgehên Tirk salên dûr û dirêj binpêkirinên giran ên mafên mirovan diqewimin, bi taybetî girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpên Y û S bi serê xwe mekanîzmayeke tecrîdê ye. Şahîn got, “Piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hem li nava civakê hem jî li girtîgehan binpêkirin hinekî kêm bû. Lê belê ev nayê wê wateyê kku binpêkirin bi dawî bûn. Binpêkirina mafên mirovan bi rengekî bi rêk û pêk hîn jî dewam dikin. Bi taybetî li girtîgehên bi tîpa nû îzolasyon û polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Derfetên derkertina hewşê, ragihandin û hevdîtinê kêm e. Ev girtîgeh dema hatin avakirin bi rengê ku mafên mirovan binpê bike hatin avakirin.
Xwarin, tenduristî, agahîwergirtin, pirtûk, rojname, kovar, hevdîtin û karên civakî jî di nav de hema bibêje li her qadê li van girtîgehan îro binpêkirin heye. Mirov nikare bibêje ku pirsgirêk bi dawî bûne.”
Şemdîn Şahîn diyar kir ku girtiyên siyasî herî zêde li îzolasyon û tecrîdê rast tên û bi zanebûn hewl tê dayin ku têkiliya navbera girtiyên siyasî bê birîn. Şemdîn Şahîn got, “Destûr nayê dayin ku derkevin hewşê, mafên xwe yên karê civakî û atolyeyê nikarin bi kar bînin. Pirtûk têne bisînorkirin. Dema ku kotaya hatiye diyarkirin tê derbaskirin, pirtûkên nû nayên dayin. Rojname û kovarên têne xwestin bi giranî nayên dayin. Qenalên televîzyonê yên muxalîf nayên vekirin. Girtî herî zêde ji ber van mijaran gazinan dikin.
Hin girtî rojê zêdeyî 22 saetan neçar dimînin ku bi tena serê xwe li hucreyê derbas bikin. Ev mercên ku tav nakeve hundir hîn jî dewam dikin. Ev rewş ji aliyê fîzîkî û psîkolojîk ve encamên gelekî cidî bi xwe re tîne.”
Şahîn anî ziman ku li girtîgehan yek ji pirsgirêkên herî giran rewşa girtiyên nexweş e û bi bîr xist ku derdora 700 girtiyên nexweş hene ku rewşa 200 ji wan giran e.
Parêzer Şahîn diyar kir ku hin girtiyên nexweş di asteke welê de ne ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin, lê belê hîn jî nayên berdan û got, “Di wergirtina xizmetên tenduristiyên de pirsgirêkên cidî hene. Ji bo çûyîna revîrê û nexweşxaneyê demeke dirêj têne rawestandin. Di dema birinê de jî lêgerîna tazî û lêgerîna li nava dev li girtiyên nexweş tê ferzkirin. Ev kiryar ji ber ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye gelek girtî dest ji çûyîna nexweşxaneyê berdidin.
Gelek girtiyên nexweş mehek, du meh an jî çend meh piştî berdanê jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê hin girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Lİ gel vê yekê jî girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e hîn jî nayên berdan.”
Şahîn destnîşan kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de têkildarî girtÎgehan divê gavên şênber bêne avêtin û got, bicihanîna qanûnên heyî jî dikare gelek pirsgirêkan çareser bike.

